Kurdên Îsraêlê
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya paşîn 2024) |
Kurdên Îsraêlê koçber û neviyên koçberên civakên kurdên cihû ne, ku bi damezrandina dewletek cihû koçî vê derê kirine. Hejmara niştecihên kurdên Îsraêlê di navbera 150.000 û 300.000 de ye.[1][2][3]
Kurdên Îsraêlê | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kurdên Îsraêlê bi eslê xwe xwecihên herêma çiyayî ya Kurdistanê li Rojavayê Asyayê bûn, ku dikeve başûr rojhilatê Tirkiyê, bakur rojavayê Îranê, bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê.
Dîrok
biguhêreDi dawiya sedsala 16an de koçkirina kurdên cihû bo welatê Îsraêl dest pê kiribû, bi civateke zanayên rabîn/xaxam re hatin Safed, Celîlê, û di encamê de taxeke kurdên cihû li wir hatibû damezrandin. Serdema geşbûna Safed di sala 1660an de, bi şerên hêza Druze li herêmê û paşveçûnek aborî, bi dawî bû.
Gelek kurdên cihû, bi taybetî yên ku ji Iraqê hatine, di sedsala 18an de di bi civakên olî yên cihûyên Sefardî re tevlihev bûne.[4]
Ji destpêka sedsala 20an ve hinek kurdên cihû di nav tevgera sîyonîst de çalak bûn. Yek ji navdartirîn endamên rêxistina Lehî (Şervanên Azadiya Îsraêlê) Moşe Barazanî bû, ku malbata wî ji Iraqê koçber kiribû û di dawiya salên 1920î de li Orşelîmê bi cih bûbû. Di sala 1939ê de, li Orşelîmê 4,369 kurdên cihû hebûn û di sala 1972ê de ev jimar gihîşte 30,000.[5]
Piraniya kurdên cihû ji aliyê desthilatdarên iraqî ve hatin derxistin û di destpêka salên 1950-î de, tevî civaka cihûyên din ên Iraqê, ji bo Îsraêlê hatin şandin. Piraniya kurdên cihû yên Kurdistana Îranê di salên 1950î de koçî Îsraêlê kirine.[9]
Rojnameya Times of Israel di 30ê îlona 2013ê de ragihand:
"Îro li Îsraêlê nêzîkî 200.000 Kurdên Cihû hene, ku dora nîvê wan li Orşelîmê dijîn. Her wiha li seranserê welêt zêdetirî 30 gundên çandiniyê hene ku ji aliyê cihûyên kurd ve hatine damezrandin."[6]
Çavkanî
biguhêre- ^ "Kurdish Jewish Community in Israel". web.archive.org. 28 tîrmeh 2013. Ji orîjînalê di 28 tîrmeh 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2024.
- ^ page, Lazar Berman NEW! Get email alerts when this author publishes a new article You will receive email alerts from this author Manage alert preferences on your profile page You will no longer receive email alerts from this author Manage alert preferences on your profile. "Cultural pride, and unlikely guests, at Kurdish Jewish festival". www.timesofisrael.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
:|pêşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî) - ^ "Kurdistan". www.jewishvirtuallibrary.org. Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2024.
- ^ Decker, Michael. "הוצאת דרכון פורטוגלי". lawoffice.org.il.
- ^ Zaken, Mordechai (Moti). ""The Kurdish Jews in Transition: From Kurdistan to Israel," Mamostaye Kurd (Stockholm), Vol.22, 1994: 59–68 [Sorani ]. [[uploaded its English version]]".
{{cite journal}}
: Ji bo journal parametreya|journal=
hewce ye (alîkarî); URL–wikilink conflict (alîkarî) - ^ page, Lazar Berman NEW! Get email alerts when this author publishes a new article You will receive email alerts from this author Manage alert preferences on your profile page You will no longer receive email alerts from this author Manage alert preferences on your profile. "Cultural pride, and unlikely guests, at Kurdish Jewish festival". www.timesofisrael.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
:|pêşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)