Sefardî

Komeke etnîkî ya cihûyan

Sefardî (bi îbranî: ספרדים, Sfaradim) ev cihûyên ku di salên 1492an û 1531an de ji welatên Spanya û Portûgalê (berê Andalusya) hatin qewitandin. Yên ku mecbûr man ji van welatan derkevin xwe li Împeratoriya Osmanî û li bakur-rojavayê Afrîkayê (Mexrib) bi cih kirin. Jimareke biçûk koçberiya Ewropaya bakur (bi taybetî Holenda û Almanyaya bakur), Amerîka, Hindistan û Afrîka kirin. Çanda sefardiyan (wek muzîk) hê jî nêzika ya îberî ye.

Sefardî
Sefardîm
Peykerê rabî û fîlozofê sefardî Maimonides, li Cordoba, Spanya
Baweriya dînî
Cihûtî
Têkildarên komên etnîkî
Mîzraxîm, Aşkenazîm,

Navê sefardî ji navê herêma Sefarad (ספרד) ku di pirtûka Obadya de nivîsiye, tê. Tê gotin ku di wê dem û dewranê de deh esîrên Qraliyeta Bakur li vê herêmê de jiyane. Di çaxa navîn de ev nav gihîste girava Îberî û êdî ji boy cihûyên wê herêmê dihat bikaranîn.

Li ser Girava Îberî ji 1êmîn sedsala berî jidayikbûna Îsa cihû hebûn.

 
Kevala bîranînê ya peyketina cihûyan (li Portoyê)

Di sala 1391 komkujiyek li ser navê Ferrand Martinez hemberî cihuyên Sevillayê hate mesandin. Pistî dema Reconquista yê Spanyayê bi destûra qiralê Ferdinand II û Isabella I (her du qiralên katolîk) di roja 31ê adara 1492an de peyketina yekê li hemberî cihûyan hat mesandin. Cihû mecbûr man yan bicin xerîbiyê yanjî bibin xrîstiyan. Pistî ev qewitandinê gelek cihû xwe li Afrîkayê bakur (li Mexribê) xwe bi cih kirin, bi taybetî li bajarênMarokê Fès û Kazablanka. Herwiha, jimareke din jî kocberiya Yewnanistanê (Trakya û Makedonya) kir. Lewra heta sala 1944an jimara cihûyan li Selanîkê gelek bilind bû. Wekî din, bajarên Stembolê, Orşelîmê, Safedê, Qahîreyê, Ankonayê, und Wênîsê wek navendên kocberên cihuyan dihatin nasîn.

 
Emanuel de Witte: Hewraya portûgalî li Amsterdamê, sal 1680.

Pistî avakirina engiziyonê li Portûgal û Spanyayê di sala 1531an de peyketina duyem a hemberî cihûdan hat destpêkirin. Gelek cihû mecbûr man koç bikin. Dîsa gelek cihû koçberiya bajarên Fès, Kazablanka kirin. Ji van bajaran pêtir cihû xwe li Bayonne, Bordeaux, Livorno, Amsterdam, Hamburg û London xwe bi cih kirin. Lê ew cihuyan zimanê xwe yê ladîno ne, yên portûgalî û spanî diaxiviyan.

Koçberiya mezin a dawî bi komkujiya cihûyên ewropî (Holokost), ku ji aliyê naziyan ve dihat mesandin, dest pê kir. Gelek cihû mecbûr man di duyem Şerê Cihanê de kocberiya Maroko yan jî Ewropaya bakur bikin.

Li Marokê gelek merivên bi paşnavên wek Ben-Chekrûn yan jî Ben-Calûn dijîn. Ew misilman bin jî, torinên sefardiyan in.

Sefardiyên navdar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  • Georg Bossong: Die Sepharden. Geschichte u. Kultur der spanischen Juden. München 2008. ISBN 978-3-406-56238-9
  • Sabine Kruse und Bernt Engelmann (Hrsg.): „Mein Vater war portugiesischer Jude...“  −  Die sefardische Einwanderung nach Norddeutschland um 1600 und ihre Auswirkungen auf unsere Kultur, Steidl-Verlag, Göttingen 1992, o.ISBN, 224 S. Illustrierter Katalog (s/w und color.) zur gleichnamigen Ausstellung im Jüdischen Museum in Rendsburg und im Burgkloster von Lübeck 1992/1993
  • Michael Studemund-Halévy: Biographisches Lexikon der Hamburger Sefarden. Verlag Christians, ISBN 3-7672-1293-5
  • Michael Studemund-Halévy (Hrsg.): Die Sefarden in Hamburg. Zur Geschichte einer Minderheit. 2 Bände. Hamburg 2001. ISBN 3-87548-048-1 und ISBN 3-87548-099-6-
  • Schlomo Svirsky, Devorah Bernstein, Karlheinz Schneider: Sefarden in Israel. Zur sozialen und politischen Situation der Jüdisch-Orientalischen Bevölkerung. ISBN 3-925031-02-2