Tatos
Tatos (bi tirkî: Tekman), navçeyeke Erzîromê ye. Erdfirehiya wê 2.200 km² ye. Tekman, bi erdnigariyê vediqete sê beşan: Tekmana Jêr, Tekmana Jor û Şusar. Li bakûre wê Erzirom; li rojhilata bakurê wê Parsîn; li rojhilata wê Qereyazî; li başûrê wê Xinûs û Gimgim; li rojavaya wê jî Çet û Kanîreş hene.
Navçeya Tatosê Tekman | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Erzîrom (parêzgeh) |
Serbajar | Tatos |
Qeymeqam | Cahit Karatepe |
Hejmara nahiyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 69 gund |
Gelhe (2008) | 31.190[1] kes |
Rûerd | 2.197 km2 |
Berbelavî | 14,2 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 3.694 kes |
Koordînat | 39°38′43″Bk 41°30′27″Rh / 39.64528°Bk 41.50750°Rh |
Bilindayî | 1.920 m |
Koda postayê | 25560 |
Koda telefonê | (+90) 442 |
ErdnîgarîBiguhêre
Ji behrê kêmzêde 1800 m bilindtir e, lewma ji seran serên navçê zozan û kanî ne. Zozanên wê gelek tê nasin û ji Xarrpêt, Dêrsim û Amedê havînan koçber tên.
Çemê Erezê ji herêma Şusarê çiyayê Çewlîgê dize û diçe heya Azerbeycanê dirîje Deryaya Qezwînê.
Kilîma Tekman, kilîma bejayiyê û navçeya heri sar erda Kurdistanè ye. Di salê de heft mehên berf li erdê li çiya 8-9 û çiyayê Çewlîgê hertim ye. Navenda Tekmanê piştî komara tirkan bû navend, berê wî gundê biçûk, bi navê Tatos bû.
DîrokBiguhêre
Li erdnigariya Tekmane de şaristaniye kevn jiyane u niha binaxbûne. li Şusare di navbera Qeleyci, Qirikan, Klise û Bacarde xirabeyen kevn bin axê derten u meriv dizane ku şaristaniya Urartuyan li vede re hikûm kiriye. Paşe pe re Medan, Persan, Roman û Bizansan ji vedere kirine bin hikme xwe. Tekman di navberan Persan u Bizansande bûye cîheki tampon u gelek şer li vede re qewimine.
Tekman pişte vegirî Ereban, 1517 de ketiye bin hikme Osmaniyan u heya niha di bin dagirkeriya Tirkan de ye.
NifûsBiguhêre
Di 1946an de bûye navçe û bi tevahî 35.000 mirov lê dijîn. Ji Erziromê 151 km dûr e, nêzîkî 120 gund ê mezrayên wî hene.
ÇavkanîBiguhêre
Girêdanên derveBiguhêre
- http://www.tekmaname.com/ Girêdana arşîvê 2007-02-04 li ser Wayback Machine
- Malpera kurdên erziromê