Şûrêgel (bi tirkî: Akyaka) yek ji navçeyên Qersê ye. Navê wê yê berê Qizîl Çeqçeq an Qizîl Çaqçaq jî bû (Osmaniyan Kizçakçak an Kizilçakçak bikaranîne) di sala 1961'ê de hatiye qedexekirin û navê tirkî Akyaka hatiye danîn. 27 gundê wê hene. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara navendê 3.816 û bi giştî jî 14.626 e. Ji xeynî kurmancî zimanên qefqazî û azerî jî tê axavtin. Li herêmê azerî û terekeme hatine bi cih kirin. Firehiya erdê navçeyê 550 km² ye. Bilindahî ji rûyê avê 1.477 m ye. Di tixûbê Komara Ermenistanê de ye. Di sala 1987'an de bûye navçe. Firehiya erdê Çeqçeqê 550 km² ye.

Navçeya Şûrêgelê
Akyaka
Cihê Şûrêgelê di parêzgeha Qersê de
Navçeya Şûrêgelê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Şûrêgelê
Navçeya Şûrêgelê
Koordînat: 40°44′26″Bk 43°37′26″Rh / 40.74056°Bk 43.62389°Rh / 40.74056; 43.62389
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehQers
SerbajarŞûrêgel
Hejmara bajarokan1 bajarok
Hejmara gundan27 gund
Qada rûerdê
 • Giştî550 km2 (210 sq mi)
Bilindahî
1.477 m (4846 ft)
Nifûs
 (2009)
12.131[1]
 • Berbelavî22,06/km2 (57,1/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
2.193
Koda postayê
36780
Koda telefonê(+90) 474
Map
biguhêreBelge

Çavkanî biguhêre

  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).