Kilîs (bi tirkî; Kilis) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye. Bajêr paytexta Mîrektiya Kilîsê bû ku yek ji mîrektiyên kurd e ku ji şaxê Eyûbiyan derket û ji sala 1264 heya 1850an li Kilîsê hikûm kiriye. Niha li bajêr û parêzgehê ereb, kurd û tirk dijîn.

Kilîs
Navçeyên Tirkiyeyê, bajar, bajarê mezin û Şaredarî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kilîs li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 36°43′Bk 37°7′Rh / 36.717°Bk 37.117°Rh / 36.717; 37.117
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Paytexta
Qada rûerdê
 • Giştî610 km2 (240 sq mi)
Bilindahî
632 m (2073 ft)
Nifûs
100.675 (2018), 105.218 (2020), 103.883 (2019), 82.109 (2010), 70.670 (2000), 62.472 (1997), 77.706 (2007) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeyê79 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.kilis.bel.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Derî Kilîs lê avabûyî derekî kilîs jê tê der e. Navî wî derî niha tê gotin "Girê Şêx Mehmed/Mihemmed". Ew dera jî pewda sipî ye. Ji wê derê ev nava derketî. Navçeyên Kilîs jî sisê ne û demî Kilîs bûye parêzgehe di sala 1995an da ew der jî ji gund bûn navçe.

Li Rojhilatê Kilîs, Dîlok heye kû ew bajarê cîranê tenê ye. Bajer ji Heleb û Efrîn da nêzîk e. Ji salî 1924an şûnda ev deran ji hevdi hatî veqetandin. li Rojavayê Kilîs Çiyayê Kurmênc heye. li vî bajarê, mîrantiyên Kurdî ji rojê Selahedînê Eyûbî heta Canboladiyên serwerti ajotine. Desthilatdariyê Osmanî ji sedsalê 16mîn şûnda dest pê dike. li vê derê heta nêzîkê sed sal berî vî demî, Ezîdî jî gelek pir bûn. Lê, ji avakirina Komarê Tirkiyê û Dewletî Sûrîyê şûnda pirik perçe bûn. Kurdên Kilîs pirik Misilmanên Henifî ne; çimkî di dema Osmanîyên da fitilîne ser Misilmaniyê, berî vî Ezîdî hîn pir bûne.[1]

  Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê
  Gotara bingehîn: Mîrektiya Kilîsê

Gôrê Şerefname ya Şerefxan ev mîrgeh ji Menteşe, ê ku di sedsala 11'mîn de ji devera Colemêrg hatî bû ye Kilîsê ve hatî bû damezirandin[2]. Du birayên Meteşe hebûne. ji vanan yek Şemsedîn, damezrînerê mîrgeha Şemsoyan Colemêrg , û yek jî Badînan damezrîner mîrgeha Behdînan, bû ye. Mîrê vê mîrgehê inwana Mend girtî bû ne[3]. Bi danûstandinên rind yên ligel xanedana Eyûbiyan vê mîrên vê mîrgehê karibûne erdnîgara fermandariya xwe berebere ji Kilîs û Cûmê li alîye Helebê û Elbistanê fireh bikin. Paşê Eyûbiyan Mirên Kilîsê dikin Mîrên Mîran ên Heleb û Şamê. Piştê hilveşandina dewlata Eyûbiyan mîrên mendî serweriya Memlûkan dabiland nekin û di şerê Împeratoriya Osmanî ê hember Memlûkan de li hember Memlûkan şer dikin. Wê demê li Kilîsê mîr Şêx Îzedîn mîritiye kirî bû ye[4]. Piştê dîlovanîya wî ev mîrgeh derbasê destê sulala Canbolatan dibe, ji ber ku kurên Şêx Îzedîn tunebûne.

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Yumpu.com. "Mythos und Legende der Şêx Mend und das Symbol der Schlange". yumpu.com (bi almanî). Roja gihiştinê 29 gulan 2023.
  2. ^ Dr. Rashow, Khalij J. Mîrgeha Shêxên Shingal û Kilîs. Lekonîn 7, r. 23
  3. ^ Mend heta îro jî navê kasteke şêxan di nava Kurdên Êzidî de ye. bb. Bois, Thomas. L´âme des Kurdes á la lumiére de leur folklore (Dt. Übersetzung: Yekta Geylanî, kurdische Volksdichtung) 1985 Bonn.
  4. ^ Balkêş e ku navê êla Kurdên Kilîsê ya ku nuha tevahî asîmîle bû ye, heta sedsala 20'min Şêx Îzedînî bû. Winter, Stefan. Kurdên li Sûrî di neynika çavkaniyên arşîvî de.