Hesenqela
Hesenqela an Parsîn (bi tirkî: Pasinler) yek ji navçeyên parêzgeha Erziromê ye. Di sala 1924'î de kirine navçe lê heya salên 40'î ti saziyeke birêkûpêk a hikûmetê nebûye. Pirranî bi fermanên leşkeran hatiye îdarekirin.
Navçeya Hesenqelayê Pasinler | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Erzîrom (parêzgeh) |
Serbajar | Hesenqela |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 56 gund |
Gelhe (2008) | 33.267[1] kes |
Rûerd | 1.460 km2 |
Berbelavî | 22,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 14.762 kes |
Koordînat | 39°58′44″Bk 41°40′24″Rh / 39.97889°Bk 41.67333°Rh |
Bilindayî | 1.670 m |
Koda postayê | 25300 |
Koda telefonê | (+90) 442 |
57 gund girêdayî navçeyê ne. Gelek mezre û gundên piçûk jî hene. A rastî dewlet statîstîkên herêmê vedişêre. Di dawiya Osmanîyan de 17 nehiye, 199 gundên wê hebûne û wê demê nifûsa wê 46.651 bûye. Derbarê wê de qeydên Osmaniyan henin. Gorî statîstîkên dewletê di sala 2000'î de nifûsa navendê 21.938 û bi giştî jî nêzîkî 44.000 e.
Li herêmê pirraniya navên cografîk bi Kurdî û Ermenî ne. Hemî hatine qedexekirin û navên Tirkî pêvekirine.