Şerê gerîlayî
Şerê gerîlayî yan jî gerîla, (peyva gerîla ji zimanê spanî guerilla bi wateya "şerê biçûk") şêweyek şer e ku tê de komên piçûk ên şervanan ku wekî sivîlên çekdar, yan jî şervanên perwerdehkirî bi taktîkên leşkerî, sabotaj, serdegirtin û taktîkên lêdan-revanê tê bikaranîn. Taktîkên şerê gerîlayî di dîrokê de ji aliyê rêxistinên cuda ve hatiye bikaranîn û bi taybetî ji aliyê tevgerên şoreşgerî û berxwedana gelên ku li dijî artêşên dagirker yan jî artêşên ku dagirkeran ve girêdayî ye, hatiye bikaranîn.
Her çiqas şerê gerîlayan di sedsala 19an de di çarçoveya Şerê Nîvgiravê de têgîna "şerê gerîla" terketibe holê jî, rêbazên taktîkî yên şerê gerîlayî demekî dirêj e ku hatiye bikaranîn. Di sedsala 6an a b.z. de, di hunera şer de bikaranîna taktîkên bi şêwaza gerîlayî ji aliyê Sun Tzu ve hatiye pêşniyar kirin. Generalê romayî yê sedsala 3an a b.z. Quintus Fabius Maximus Verrucosus jî bi dahînanên gelek taktîkên şerê gerîlayê bi rêya ku îro jê re Stratejiya Fabian tê gotin, tê naskirin.
Di dîroka Kurdistanê de şerê gerîlayî xwedî dîrokeke girîng e. Rêxistinên gerîlayên Kurdistanê di sedsala 19an de li hemberî împeratoriyên cûrbecûrên ku Kurdistanê dagirkirine di dîrokên cûrbecûr de şer kirin e.[1] Rêxistinên gerîlayên ku di sedsala 19an û sedsala 20an de çalak in Hêzên Parastina Gel (HPG) e ku bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) ve girêdayî ye.[2] Hêzeke dinê rêxistinên gerîlayên kurd Partiya Jiyan Azad a Kurdistanê (PJAK) ye ku niha nema çalak e.
Etîmolojî
biguhêrePeyva gerîla, bi spanî guerrilla ku tê wateya forma piçûktir a guerra "şer". Peyv di destpêka sedsala 19an de, piştî têkçûna artêşên birêkûpêk di Şerê Nîvgiravê de populer bû ku di vî şerê de gelê spanî û Portûgalî bi serfirazî li dijî leşkerên Napoleon rabûn û artêşek pir bilind bi karanîna stratejiya şerê gerîlayî têk birin.
Dîrok
biguhêreŞervanên eşîran ên beriya dîrokê bi guman li dijî eşîrên dijmin taktîkên bi şêwaza gerîla bi kar anîne. Belgeyên şerê konvansiyonel, ji aliyê din ve, heta sala 3100ê berî zayînê li Misir û Mezopotamyayê derketine holê.
General û stratejîstê çînî Sun Tzu, di hunera xwe ya şer de (sedsala 6an a b.z.), bûye yek ji kesên herî pêşîn ên ku bikaranîna şerê gerîlayî pêşniyar kiriye. Ev yek bûye sedema geşedanên di şerê gerîlayî ya modern de.
Di sedsala 3an a berî zayînê de, Quintus Fabius Maximus Verrucosus, ku bi gelemperî wekî "bavê şerê gerîllayî" tê nas kirin[3] ku stratejiya Fabian a ku Komara Romayê bi bandorek mezin li dijî artêşa Hannibal bikar aniye.[4]
Ji serdema ronakbîrî û vir ve îdeolojiyên wek neteweperestî, lîberalîzm, sosyalîzm û bingehparêziya dînî de di avakirina serhildanan de û şerê gerîlayî de roleke girîng lîstine.
Di sedsala 17an de, Chhatrapati Shivaji Maharaj ku damezrînerê Împeratoriya Maratha ye, pêşengiya Shiva sutra yan jî Ganimi Kava (taktîkên gerîlayî) kiriye ku artêşên bi gelek caran ji wan mezintir û bi hêztir ên Împeratoriya Mughal têk bibe.[5]
Di dîroka Kurdistanê de şerê gerîlayî yên despêkê di sedsala 19an de li hemberî împeratoriyên ku Kurdistanê dagirkirine derketiye holê.[1] Yek ji rêxistinên gerîlayî yên Kurdistanê hêzên PKKê ye ku di sala 1978an de li gundê Fîs a bi ser navçeya Licê ya Amedê bi kongreyeke damezrandina xwe diyar kiriye.
Rêxistinên gerîlayên navûdeng
biguhêreBinêre herwiha
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ a b "Diginole: FSU's Digital Repository | DigiNole". diginole.lib.fsu.edu. Roja gihiştinê 13 tîrmeh 2022.
- ^ "HPG". www.hezenparastine.com. Ji orîjînalê di 13 tîrmeh 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 tîrmeh 2022.
- ^ "Joseph Ellis". Wikipedia (bi îngilîzî). 4 tîrmeh 2022.
- ^ Laqueur, Walter (1998). Guerrilla warfare : a historical & critical study. New Brunswick, N.J.: Transaction Publishers. ISBN 0-7658-0406-9. OCLC 37261118.
- ^ Duff, James Grant (13 hezîran 2014). The History Of The Mahrattas - (bi îngilîzî). Pickle Partners Publishing. ISBN 978-1-78289-233-5.