Sun Tzu(an jî Sun Zi, Sun-tzu, Sun Tse, Ssun-ds, Sun Tzu), (çînî: 孫子; "Sūn Zǐ") fermandarê navdar, fîlozof û efserê leşkerî yê ku di sala 500 (B.Z)an de li Dewleta Wu (Çîn) jiyaye. Nivîskarê pirtûka navdar Hunera Şer(çînî:兵法, "Bīng Fǎ" ) e. Pîrtûka ku ji 13 beşan pêk tê, prensîbên şer yêk Çîn ê berhevkirîye. Di Serdema Dewletên Şer Dikin da hatîye nivîsandin.