Şankuş
Şankuş[çavkanî hewce ye] an jî Çinguş[2] (1928: جونكوز / "Tchuneguch" (Çunguş)[3], 1946: Cüngüş/Çüngüş[4], bi tirkî: Çüngüş) navçeyeke Amedê ye. Di sala 1953'an de bûye navçe. 117 km dûrî Amedê ye. 37 gund û 32 mezre girêdayî navçeyê ne. Rûber 489 km², bilindahî ji rûyê avê 550 - 2.200 m ye. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara navendê 4.713 û bi giştî jî 15.308 e. Gel ji xeynî karmendên dewletê ji kurdan pêk tê.
Şankuş Çinguş Çüngüş | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir (parêzgeh) |
Serbajar | Şankuş |
Hejmara nahiyan | 1 nahiye |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 37 gund |
Gelhe (2008) | 13.837[1] kes |
Rûerd | 489 km2 |
Berbelavî | 28,3 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 2.781 kes |
Koordînat | 38°12′43″Bk 39°17′14″Rh / 38.21194°Bk 39.28722°Rh |
Bilindayî | 990 m |
Koda postayê | 21870 |
Koda telefonê | (+90) 412 |

Axa navçeyê ji bo çandiniyê û xwedîkirina ajalan bikêr nîne. Hemî daristanên mayî hatine rûxandin. Gelê herêmê xizan e. Bendava Qereqeyayê (Karakaya) di axa navçeyê de ye û salê 9 mîlyar KWh hilberîna elektrîkê dike. Dewleta Tirk elektrîkê difiroşe welatên cîran[çavkanî hewce ye]. Li navçeyê gel ji tunebûna elektrîkê, bêkarî û xizaniyê gilîdar e.
Çavkanî Biguhêre
- ↑ tuik, 2008
- ↑ Abdullah Ghafor (2000). Kurdistan: Dabeşî kargêrì terrîtorî 1927-1997. Stockholm.
- ↑ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ↑ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.