Cilawûz
Cilawûz (an Cilawiz an jî Gelawêj?) (bi tirkî: Susuz) yek ji navçeyên bajarê Qersê ye. 27 km dûrî Qersê ye û li ser riya Qers - Erdêxanê dikeve. Di sala 1959'an de bûye navçe. 27 gund girêdayî Cilawûzê ne. Gundên navçeyê bi rêkûpêk ji elektrîkê sûdwernagire. Bi zivistanan pirranî elektrîk nîne û riyên gundan girtîne. Li navenda navçeyê pirsgirêka av û qanalîzasyonê heye û gel jê biazar e. Piştî dagirkirina Komara Tirkiyê hemî filehên ku ji ber Terteleya Filehan filitî bûn tên qirkirin û terekeme û azerî tînin bicihkirin. Niştecihên herêmê bi kurmancî, terekemeyî û azerî diaxivin.
Navçeya Cilawûzê Susuz | |
![]() Cihê Cilawûzê di parêzgeha Qersê de
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Qers |
Serbajar | Cilawûz |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 27 gund |
Gelhe (2010) | 12.452[1] kes |
Rûerd | 701 km2 |
Berbelavî | 17,76 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2010) | 2.448 kes |
Koordînat | 40°46′48″Bk 43°7′39″Rh / 40.78000°Bk 43.12750°Rh |
Bilindayî | 1.750 m |
Koda postayê | 36760 |
Koda telefonê | (+90) 474 |
Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara navendê 3.797 û bi giştî 14.487 e. Herêm koçberiyeke mezin dide. Aborî li ser xwedîkirina sewalan û çandiniyê ye. Herwekî 1.427 kewarên mozhingivê hene.
ÇavkanîBiguhêre
- Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
- "Köylerimizin adlari" (1928).