Qers

bajarekî Tirkiye
(Ji Qersê hat beralîkirin)

Qers bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û navenda rêveberiya parêzgeha Qersê ye. Bajêr xwedî awayiyek kozmopolît e ku li bajêr kurd, tirk, azerî û hinek gelê cuda bi hev re dijîn. Li gorî daneyên sala 2022an 91.450 kes e.

Qers
Bajar
Kars
Bajarê Qersê
Qers li ser nexşeya Qers nîşan dide
Qers
Qers
Qers li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Qers
Qers
Koordînat: 40°36′9″Bk 43°5′47″Rh / 40.60250°Bk 43.09639°Rh / 40.60250; 43.09639
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehQers
SerbajarQers
Hejmara nahiyeyan2 nahiye
Hejmara bajarokan1 bajarok
Hejmara gundan72 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.805 km2 (697 sq mi)
Bilindahî
1755 m (5758 ft)
Nifûs
 (2009)
111.511[1]
 • Berbelavî61,78/km2 (160,0/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
76.729
Koda postayê
36 xxx
Koda telefonê(+90) 474
Map
biguhêreBelge
biguhêre

Li gorî çavkaniyên dîrokî, di dema Hîtîtiyan de navê herêmê "Ermania" bû. Navên kevn ên bajar jî "araks" û "Karask" bûn. Navê ku niha tê bikaranîn jî ji gotina qasrak tê. Tê texmînkirin ku ev nav ji êlekê tê ku beriya zayînê, li vê deverê bi cih bûbû. Li gorî hin baweriyên din, navê bajêr, ji gotineke zimanê gurcî tê ku ew jî tê wateya bajarê bi derî. Kurd jî ji bajêr re dibêjin Qers û ji herêmê re jî dibêjin Serhed. Ji ber ku bajarê Qersê wekî deriyek e ku Kurdistanê bi Qafqasan û bi deryaya reş ve girê dide, xwediyê şûnwariyeke kûr e.

Gelek gund ji rojên pir sar û hişk re "Qers" dibejin.

Erdnîgarî

biguhêre

Pivana erda bajêr 18.557 km² ye. Erda herêmê % 38,2 wî ji çiyan, % 111 ji deştan û % 50,7 wî jî ji platoyan pêk tê. Li erda herêmê tene, kartol, kixsên şekir, pembû, genim,ceh û goringe tên çandin.

Bajarek sartîrîn ji yên Kurdistanê ye. Li herêmê îklîmek reşayî û zozanî heye. Îklîma Sibîryayê jî bandora xwe li herêmê dike. Zivistan li herêmê dirêj û sar, havîn jî hênik û kin derbas dibin.

Çiyayên herêmê

biguhêre

Çiyayê Sîpanê bilindahiya wî 2909 metre ye. Çiyayê Pîvaza 2808 metre, çiyayê Ziyaretê 2838 metre ye. Li dora van çiyan bi deşt û platoyên fireh hatine dorpêçan. Dîsa çiyayên din; Çiyayê Ala, Çiyayê Demê Avê, Çiyayê Dohnî, Çiyayê Hecî Xelîl û Çiyayê Allah û Ekber. Di rêza Agirî de jî çiyayê Zorê û çiyayên Xurê hene ku billindiya wan zêdetirî 3 hezar mêtroyî ne. Kismek ji Çiyayê Agirî (5.123 m) jî dikeve hundirê sînorên herêmê.

Çiyayên din: Çiyayê Zor (3.196 m), Kisir (3.197 m), Kopîl (3.120 m) û Sibhan (Sîpan) (2.909 m)

Deşt, zozan û gelî

biguhêre

Herêma Qersê bi deşt û mêrgên xwe ve warê xwedîkirina sewal û geriyên pez e. Ji ber mêrg û kaniyên xwe, ji ber zozan û geliyên xwe di Kurdistanê de qada hilberîna şîr e. Şîr di mehên havînê de, bi tesîsên gundan ve tê bikaranîn. Li bajêr fabrîqeya pênîr û şîr hatin avakirin, lê ev têr nake. Serma Qersê pir zêde ye û zivistanê wê dirêj

Geliyê Aras: Ji zozanên Tekmanê û Pasinê dest pê dike. Deşta Îdirê jî ji vê geliyê dest pê dike. Deşt di navbera çiyayê Agirî ya biçûk û mezin de ye. Mezinbûna wî 650 km² ye.

Deşta Qersê: Deşta herî fireh di erdnîgariya bajêr de deşta Qersê ye û jî nêzî navçeya Sêlîmê dest pê dike, ji başûr ve heta Erdexan ji rojhilat ve jî heta Qamîşan û sînorê Ermenistanê ve dirêj dibe. Ji çend deştan (Zarûşad, Qers, Xançerî, Aqçaqele) pêk tê. Mezinbûna deştê 2500 km² ye.

Deşta Erdêxanê: di nav geliya Kura de ye. Mezinbûna deştê 180 km² ye.

Çem û gol

biguhêre

Çemê Aras: Ji çiyayê Bingolê dertê û ji Erziromê dikeve tixûbên Qersê. Çem diherikeBehra Hezarê. Çemê Arpa jî şaxek çemê Arasê ye. Çemê din yê herêmê jî Qers û Kur e.

Li herêmê çend golên tabîî jî hene. Wek Çildir (120 km²), Aygir (3 km²) û Xozapîn (27 km²)

Serwetên bin erdê

biguhêre

Li herêmê ji bin erdê lînyît, asbest, perlît, xwê û malzemên tûxla û kiremîdan dertên.

Li gorî lêkolînên arkeolojîk, ên li derdorên Geliyê Kêrê û Erezê hatine kirin, jiyana mirovahiyê di dema paleolotîk ango 10 hezar sal berî zayînê dest pê dike. Beriya Îsa 9000-8000 û şundê mirovan li vir dest bi kedîkirina wesalan kirine. Her wiha dest bi çandiniyê kirine. Beriya zayînê di navbera salên 5000-4000'an de Horî hatine li vir bi cih û war bûne.

Tê gotin ku Ûrartû 3 hezar sal berê li vir bi cih û war bûne. Piştî Ûrartuyan ew di bin êrşên Îskît û Tîmeran de têk diçin, demeke kin, Medî û Piştî wan jî Persî herêmê digirin bin erka xwe. Împaratoriya Persiyan wekî Mîrantiyan ji hev veqetiya bû.

Piştî Îskenderê mezin di sala 331’ê de Artêşa Pers, li Hewlêrê belav kir, Qers jî ket destê artêşa Mekedonî. Piştre Roma Bîzans, Ereb, Selçûkî yek bi yek hatin ketin herêmê û piştî demekê bar kirin. Ligel van dagirkeriyan Qers her tim di destê eşîr û mîrên kurdan de hate birêvebirin. Piştî desthilatdariya Osmaniyan, herêm heta salên 1800'î di destê Osmanî û Îraniyan de hate guhertin. Di sala 1767'an de leşkerên Osmanî li herêmê li kurdan zilm kirin û bûn sedemên serhildanên gel. Li gorî çavkaniyên Rûsan, 110 sal berê nifûsa bajêr, 224 hezar kes bû. Ji vê nifûsê 12 hezar kes misilman, 30 hezar kes Êzidî, yanî kurd, 50 hezar kes ermenî û yên din jî ortodoks bûn.

Qaqizman, Oltu û Erdexan jî wekî xopanên Qersê bûn. Di şerê cîhanê yê yekemîn de jî Qers di nava Artêşa Rûs û Osmanî de bû peyekî girîng. Di encama vî şerî de Enver Paşayê Osmanî 90 hezar leşkerên xwe ku piraniya wan kurd bûn, di seqema Qamûşan de da kuştin. Di dema şerê cîhanê yê yekem de, osmaniyan berê xwe dabûn ermenî û kurdên êzidî. Di encama qirkirin û êrîşan de bi hezaran ermenî û kurd hatin kuştin û bi deh hezaran jî koçî pişt xetê rûsan ango Qafqasan kirin.

Kronolojî

biguhêre

Berî zayînê

biguhêre
  • 900 dema Urartiyan
  • 560 - 550 dema Medan
  • 550 - 531 dema Persan
  • 189 - 64 hukumdariya Araks
  • 64 dema Romayiyan

Piştî zayînê

biguhêre
  • 193 dema Arsakiyan
  • 642 dema Ereban
  • 657 - 1053 dema Bîzansiyan û Ereban
  • 1053 dema Selçûkiyan
  • 1124 1239 şerê di navbera Gurcî û tirkan
  • 1534 dema Osmaniyan
  • 1604 dema Safafiyan
  • 1616 dema Osmaniyan II
  • 1807 dema rûsan
 
Qela Qersê

Çand û huner

biguhêre

Babetên heywanan

biguhêre

Li golên herêmê mahsî hene. Li çiyan gur, rûvî, semasî, darbir, hirç û teyrên kovî wek werdek, kev û qaz jî hene.

Ol û civak

biguhêre

Piraniya nifûsê ji Misilmanan pêk tê. Li herêmê Êzdî (Şerfedin) jî hene. Wana cî û warê xwe terk kirine, dewleta Tirkan ewana ji gundê wan derxistine. Gundên wan giredayî navçeya Qulpê ne. 7 ji wan gundan ev in: Saribilax, Tendurek, Qeranix, Badilî, Qazîqopran, Civanî û Heşerî. Xiristiyan jî li gundên Posofê "malakan" hene. Ciwaka herêmê ji Kurd, Azeriyan pêk tê.

Xwarinên herêmê

biguhêre

Dolmên Sêvan: Sêv tên perçekirin û hundirê sêvan bi şekirê pûdra û gûz tên tijekirin û devê wan tên girtin. Di siniyek de tên rêz kirin, rûnê nivîşk, av bi ser tê reşandin û tê kelandin.

Daşkifte: Kîloyek goştê hêtê çar perçe tê jêkirin û tê kutandin. Çar serî pîvaz bi goşt re tê lihevxistin. Qedexek lepa birincê yan jî nok, xwê û îsota reş dikeve navê. Malzeme dibe çar perçe, her perçeyek di hundirê kulmê de tê giroverkirin û hêkek kelandî dikeve navê û bi încasên hişk (mişmişên reş) dora goşt tê girêdan. Di avê de tê kelandin û dema servîs dibe kifte tê perçe kirin.

Kincên herêmê

biguhêre

Jinên herêmê "leçek" , "vala" yan jî "qalax" didin serê xwe. Keçên ciwan yê herêmê, fîstanên kin (dayra) heta ser çongê û berdilek ji li ser fîstan li xwe dikin. Îşlik (pîlatî) bê qumçe û yek perçe ne. Di bin fîstanan de, şalwarek (tûman) tê li xwe kirin. Gorên kin, çarox yan jî galoş jî di lingan de tên bikaranîn.

Di serê zilaman de şewqe, "papak" yan jî "qabalak" heye. Îşlik (koynek) milê wan dirêj û bi yaxe ne. Êlekên zilaman bi çil qumçukan ve tê girêdan. "Gazekî" çakêtên dirêj yên zilaman e. þalwar (zikwa), jêra wan teng jora wan jî fireh e. Di nigan de gorên ji hirî û pêlavên ji çermên zirav (civekî) yan jî cîzmên dirêj hene.

Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê

biguhêre

Herêm bi zozan, gol û hewa ya xwe yê paqij bi nav û deng e. Herêm ji bo spor û aktiviteyên zivistanê ji musaîd e. Germav jî li herêmê wek ciyên vehêsanê ne. Kela Qersê, Xerebê Anê dêr û mizgeftên herêmê ji wek ciyên tarîxî, ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Kela Qersê

biguhêre

Kela Qersê ji 5 qat dîwar hatiye ristin. Ji kela navîn û kela derve pêk tê. Kela navîn hêj li ser piya ye. Di serê sedsala 18. de di nava kelayê de 47 mizgeft û mescîd û gelek xanî û dikan hebûn. Plana avahiyê çar koşe ye.

Bermahiyên bajarê Anî

biguhêre

Bermayiyên bajarê Aniyê 48 kîlomêtro dûrî Qersê, di nav sînorê navçeyên Zarûşadê de ye. Navê vî bajarê kevnare, ji mabeteke ku ji Îraniyan maye tê. Di demên kevin de ev der, bi navê Anahîta dihate naskirin.

Berhemên ku di bajarê Anî de cih digirin jî navdar in. Dêra Ezîz Patrîk; ev dêr nêzî deriyê bajêr ê navîn e. Dêr di salên 1035’an de hatiye avakirin. Her wiha, dêreke din jî, li Rojhilatê bajêr, li ser zinaran hatiye çêkirin. Ev dêr di sala 1215an de, ji aliyê qiralê Ermeniyan Tîgran ve hatiye avakirin. Berhemeke ku li bajarê Aniyê cih digire jî Qatagiral e. Di sala 1110’an de, ji aliyê Sambat ve hatiye çêkirin. Avahiyê di sala 1319’an de xisar dîtiye û careke din, ji aliyê mîmar Tirîdît ve hatiye avakirin.

Nifus û navçeyên bajêr (1997)

biguhêre

Tevayiya nifûsa herêmê (tevli gundan) 468.357

biguhêre
  • Qanatê Kurdo
  • Rohat Alakom
  • Neçoyê Babasî (Neçoyê Cemal)
  • Casime Celil
  • Erebe şemo
  • Belga Qado
  • Aslika Qadir
  • Derweş serhede
  • Dengbej ilhane bave bışar
  • Dengbej heqqe
  • Dengbêj Mihemedê Besê
  • Şeroye bıro (İdir)
  • Mecide farz (İdir)
  • Feyzoye rızo (İdir)
  • Hozan Şemdin (İdir)
  • Dengbej havin (İdir)
  • Hozan dino (Erdexan)

Roja Cîhanî ya Qersê

biguhêre

Roja Cîhanî ya Qersê ku di salên 2000 û 2016’an de ji aliyê Rojnameger Nivîskar Mehmet Alî Arslan ve hatibû îlankirin, di sala 2024’an de hatibû îlankirin û pîrozbahiya wê ya yekemîn di 30’ê cotmehê roja Çarşemê, 30’ê Cotmehê Roja Qersê ya Cîhanê her sal li hemû cîhanê hat pîrozkirin.


Çavkanî

biguhêre