Yazixan
Yazixan (an jî Patrîkxan), 40 km li bakurrojavayê Meletiyê dikeve. Firehiya erdê wê 618 km² ye. Hejmara niştecihên navenda navçeyê 4285 (sala 2000´î), bi tevî gundan 20.614 e. Di sala 1990´î de bûye şaredarî. Li ser riya dîrokî ya "Riya hevrîşimê - Riya Îpegê" dikeve. Di sala 1936´î de riya hesinî hatiye vir. Bilindahî ji deryayê 900 m e. 27 gundê navçeyê û 64 mezreyê wê hene. Aborî li ser çandinî û xwedîkirina sewalan e. Deşta Patrîkxanê deşta herî mezin a Meletiyê ye. Mixabin axa herêmê avî nîne. Niştecihên herêmê ji eşîra Kurd a Dirêjan in. Xalîçeyên herêmê bi nirx in.
Navçeya Yazixanê Yazıhan | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Meledî |
Serbajar | Yazixan |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara gundan | 27 gund |
Gelhe (2010) | 16.398 [1] kes |
Rûerd | 610 km2 |
Berbelavî | 26,88 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2010) | 2.117 kes |
Koordînat | 38°35′41″Bk 38°10′49″Rh / 38.59472°Bk 38.18028°Rh |
Bilindayî | 1.220 m |
Koda postayê | 44350 |
Koda telefonê | (+90) 422 |
Dîroka herêmê pirr nayê zanîn.