Belavbûna îslamê li Kurdistanê

Misilmanbûyîna kurdan

Belavbûna îslamê li Kurdistanê an jî Misilmanbûyina kurdan hevnasîna gelê kurd bi îslamê re ji dema Esra Seadetê ve destpê dike. Tê zanîn ku piraniya kurdan berî îslamiyetê li ser dînê ezdaî û Zerdeştîtiyê bûn. Dinê Zerdeştî ji aliyê Zerdeşt pêxember ve hatiye belavkirin û heta dema şerê di navbera Sasaniyan û artêşa îslamê de ku çêbû pirraniya kurdan li ser vî dînê bûn.[1]

Îslamiyet di sedsala 7an de derket, wê demê erdnîgariya Kurdistanê di navbera Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî bû, ji ber vê yekê hertim axa kurdan ji Sasanî û ji Bîzansê re bûbû qada şer. Hevnasbûna kurdan bi îslamiyetê ve digîhîje dema Muhemmed pêxember.[2] Herwiha gelek sehabeyên kurd hene ku di dema Muhemmed pêxember de bûne misilman, ji van kesan ên naskirî Cabanê Kurdî û kurê wî Meymûnê Kurdî ne.[3][4][5] Ji bilî van sehabeyan gelek tabîûnê kurd jî hebûne ji vana yê herî navdar Şêx Xelîlê Kurdî ye ku di sala 750î de wefat kiriye. Şêx Xelîlê Kurdî bi xwe zanyarê îslamê û mutesewifê kurd ê herî pêşîn e.

Pêşiya fetihkirina Kurdistanê jî hinekî bazirganên kurd ji herêma Cizîrê çûne herêma Mekeyê bajarê Taîfê û li wê derê bûne misilman û zivirîne Cizîrê misilmantiyê belakirine.[6]

Wexta ku Artêşa îslamê di serdema xelifetiya Omer de di navbera salên 637-642an de îslamiyetê li Kurdistanê belavkirin pirraniya kurdan îslamiyetê pejirandin û bûne misilman. Lê hinek kurd jî di dema Elî de bûne misilman, Bi vî awayî kurd li dû ereban ve bûn gelên misilman ên pêşîn. Lê bi girseyî misilmanbûna kurdan heta serdema Umer îbn el-Xettabê duyemîn Xelîfeyê Xelîfetiya Reşîdûn di navbera salên 634-644an de pêk nehat. Kurd cara yekem di dema dagirkirina Mezopotamyayê ya Ereban de di sala 637an de bi artêşên Ereban re ketin têkiliyê. Eşîrên Kurdan di Împeratoriya Sasaniyan de hêmaneke girîng bûn, û di destpêkê de piştgiriyek xurt dan wê dema ku hewl dida li hember artêşên misilmanan, di navbera 639 - 644 de, dema ku eşkere bû ku împaratorî hilweşiya, û serekên Kurdan yek bi yek teslîmî artêşa Ereban û ola nû bûn. Îro piraniya kurdan misilmanên sunnî ne, kêmîneyên elewî û şîe ne. Kurdên Misilman ên Sunî bi piranî Şafiî û Henefî ne.[7]

Nexşeya Belavbûna Îslamê li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn

Îro pirraniya gelê kurd Misilmanên sunî ne, Lê hinek elewî û hêjmarekî kêm şiî jî hene, kurdên sunî li ser mezhebê Îmamê Şafiî ne. Xêncî sunî û elewiyan di nav kurdên misilman de gellek misilmanên ku tenê Quranê çavkanî dibînin ên bêmezheb jî hene. Ji ber ku tenê Quranê çavkanî dibînin Hedîs, Îcma û Qiyasê qebûl nakin carna ji wan re dibêjin "Misilmanên Quranê". Di gelê nav kurd de gellek Êzidî, û pir kêmbe jî hinekî Xiristiyan, Cihû û Zerdeştî jî hê li ser ser baweriya xwe ne.[8]

Bi pejirandina misilmantiyê ve li Kurdistanê di nav kurdan de xwendin û zanist pêşve ket. Li Kurdistanê gellek medrese, çavdêrîxane, mizgeft, pire û nexweşxane ava dikin.[9] Li Kurdistanê Çavdêrîxaneya herî pêşîn Dînewerî ava kiriye.

Di Serdema zêrîn a îslamê de li her aliyê Kurdistanê wêjevan û helbestvanên mezin yên weke Besamê Kurdî, Ebdulsemedê Babek, Baba Tahirê Uryan û Eliyê Herîrî, alimên weke Macîdê Kurdî, Ebû Ebdullahê Muqrî, Îsayê Kurdî, Qalî, Îbn Cezerî, Cakîrê Kurdî, Ehmedê Eşnehî, Ebdulqadirê Geylanî, û Îbn Selahê Kurdî, stranbêj û muzîkologên weke Îbrahîmê Mewsilî, Îsheqê Mewsilî, Ziryab, Sefiyedînê Ûrmewî û Muhemmed Katib Erbîlî, gerokên weke Ehmedê Fedlan, bijîşkên weke Muhemmedê Hesenê Kurdî û Ehmedê Herîrî, mîmarên weke Mûnîs, fîlozofên weke Şihabedînê Suhrewerdî, Siracedînê Ûrmewî, Emerê Suhrewerdî, Amîdî, Îbn Dînar, Îzedînê Erbîlî û Şemsedînê Şehrezûrî, dîroknasên weke Elî îbn Elesîr, Mubarek Mistewfî, Behaedînê Şedad, Îbnûl Ezraq û Îbn Xelikan, zanistvanên weke Dînewerî, Îbn Quteybe, Îsmaîlê Cizîrî, Fexredînê Exlatî, Kemaledînê Yûnis, Îbrahîmê Xelatî û Ebûlfida derketine holê û di gellek şaxan de zanist û wêjeya kurdî pêşve xistine.[10][11][12] Ji bilî van kesan di vê demê de gellekî nivîskar û zanyarên kurd ên jin jî derdikevin ji vana yên herî nas kirî Fexrûl Nîsa, Ûm Muhemmed, Ciweyriye û Esma Xatûn in.[13] Fexrûl Nîsa destxet (xetat), nivîskar û hedîsvana kurd a herî pêşîn e, Tê gotin ku Fexrûl Nîsayê gellekî helbestên xweş jî nivîsiye.[14][15][16]

Îbrahîmê Mewsilî (742-804) yekemîn stranbêjê kurd e,[17] Herwiha yekemîn stranbêjê cîhana misilmanan jî tê zanîn, Bi pirranî li Mûsilê hate naskirin ji ber wî bernavka wî "Mewsilî" ye. Mewsilî ji 900î zêdetir berhem besterêz kiriye.[18]

Ziryab (789-857) kesê pêşîn e ku têla pêncem li saza ûdê zêde kiriye û mizrap bi kar aniye û weke damezrênerê kevneşopiya muzîka endulusî tê nasîn.[19] Ziryab her weha tar û sêtar jî anîn Kordobayê û ev amûr paşê veguherî gîtara Spanyayê. Muzîk û reqsên Kurdistan û Rojhilata Navîn paşê bi tekiliya muzîk û reqsên qereçiyan veguherî flamenkoya spanî.

Zanistvanê navdar Dînewerî (820-896) ji zanyarên Kurdistanê yên mezin ê ewilî û zanistvanekî pirralî ye, ne tênê li ser qadekî, di gelek qadan de vekolîn kiriye û rê daye pêş zanyarên dû xwe. Dînewerî di warê riweknasî, zoolojî, zimannasî, mentiq, dîrok, erdnîgarî, astronomî, meteorolojî, matematîk û mekanîkê de berhem nivîsiye û ew berhemên wî ji alî zanyarên mezin ên dû wî weke çavkaniyên herî bi bawer hatine bikaranîn. Li Ewropayê di derdora zanistî de weke “Dahiyê Kurd” tê naskirin.
Her wiha yekemîn zanistvanê kurd e ku ji bo xebatên xwe yên li ser astronomiyê li Kurdistanê li bajarê Dînewerê Çavdêrî ava kiriye.
Dîsa Dînewerî bûye ji zanyarên yekem ku li ser dîroka kurdan û antroplojiya kurdan lêkolîn kiriye û pirtûkek bi navê "Ensab el-Ekrad" (Jêderka Kurdan an Eslê Kurdan) nîvîsandiye. Di vê berhema xwe de ji dîrokên kevnar heya roja xwe bav û kalên kurdan girtiye dest. Dîsa tê gotin ku di dîrokê de yekem car wî "Nexşeya Kurdistanê" xêz kiriye. Navê Kurdistanê di xeriteya xwe de bi kar aniye.
Dînewerî Qurana pîroz a misilmanan jî tefsîr kiriye û bi vî awayê bûye ji tefsîrvanên kurd yê herî pêşîn.[20][21]

Dîroknasê kurd Mehrdad Izady li ser xebatên Dînewerî rawestiyaye û dibêje:

Îsmaîlê Cizîrî (1153-1233) ji Cizîrê ye, bi xwe di medreseyên kurdî de xwendiye û zanyarekî pir bi nav û deng e ku bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtiye.[22] Îsmaîlê Cizîrî pirtûkekî bi navê Kitab el-Hiyel (Pirtûka Huneran) nivîsandiye, di wê de, digel nîgaran, behsa çêkirina 50 amûrên mekanîkî dike.[23] Di sîbernetîk û fizîkê de gelekî zanyarên navdar yên weke Leonardo da Vinci di bin bandora Cizîrî de mane.
Di dîroka cîhanê de çawa Selahedînê Eyûbî lehengê kurd tê naskirin, di zanista cîhanê de jî Îsmaîlê Cizîrî bi navê "Endezyarê Mezin ê Kurd" têye binavkirin.[24]

Bassamê Kurdî di sedsala 9an de jiyaye, herî pêşîn bi zaravayê goranî helbest nivîsandiye. Lê derbarê jiyana wî de zêde agahî tuneye.

Ebdulsemedê Babek (972-1020) helbestvanê kurd ê herî pêşîn yê kurmancî nivîsiye. Ebdulsemedê Babek dîwaneke sê cild helbest bi kurmancî nivîsîne.[25] Zimanê wî pir xweş, geş û herikbar e û peyvên ku wî bi kar anîne, di kurmanciya îro jî niha têne bikaranî, Helbestekî wî ev e.[26]

Dila, şad be, xweş dem hat bihar e
Reşemeh çû terazin bûn diyar e

Nihal derbûn hat av û cûbar
Befir kerker bibû kevtî nizar e

Ebdulsemedê Babek çendî ku wek helbestvanê pêşî yê ku bi kurmancî nivîsiye jî, lê zêde li Kurdistanê nehatiye naskirin. Ji ber wê yekê Eliyê Herîrî (1009-1077) wek helbestvanê pêşîn tê zanîn.[27] Helbestekî Elî Herîrî ev e;

Hûn bar mekin gel min di zor

Li hesreta werdên di sor
Çavê di reş bisk têne dor
Enya bi nûr tarî diken

Baba Tahir Hemedanî (935-1010) jî helbestvanê kurd ê pêşîn ê ku helbestên xwe bi kurdiya lorî nivîsiye.[28]
Helbestekî Baba Tahirê Uryan;

Dilêm ji derdê te herdem xemîn e

Balîfêm kevir, doşekem zemîn e
Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye
Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e

Helbesta Hurmizganê û Fetîhên Îslamê

biguhêre
  Gotara bingehîn: Hurmizgan (helbest)

Tê îdîakirin ku helbestek li ser kevalê di derdorên salên 1900 û 1910an de li Hurmizganê hatiye dîtin û tê de wextê Mezopotamya hatiye fethkirin, li derdorê Şehrezûrê û Hurmuzganê gelek kurdên Zerdeştî ji aliyê Misilmanan ve hatine kuştinê û gelek li wan zilum hatiye kirin. Hîna ku li ser vê helbestê lêkolînên zanistî nehatibû kirin hinek nivîskarên kurd derbasî gelek pirtûkên kurdî ên dîrokê û wêjeyê kirin.

Dîroknasê kurd Mehrdad Izady di pirtûka xwe ya Kurd de ji bo vê helbesta li ser kevalê hatiye nivîsandin dibêje bi sextekarî ve hatiye çêkirin. Îzady weha dewam dike;
Sedema yekemîn; "Ku ger ev helbest rastbiya ne bi zaravayê Soranî, pêwîste ku bi zaravayê Goranî hatiba nivîsandin.
Sedema dûyemîn; Ew çihê ku tê îdîakirin ku keval lê hatiye dîtin wextê Fetîhên Misilmanan de bi pirranî Xirîstiyan bûn û hinek jî Yarsanî bûn, Zerdeştî û Cihû kêm bûn.
Sedema sêyemîn; Di derheqê kevalê de tu carî xebata zanistî nehatiye kirin.

Nivîskarê kurd Tewfîq Wehbî jî di derbarê helbestê de gotiye "lihevanînek derew e".

Mamosteyê dîrokê ê Zanîngeha Zaxoyê Ferset Mereyî di gotara xwe ya li ser vê mijarê de diyar dike ku di Zanîngeha Bexdayê de li ser vê helbestê lêkolîn hatiye çêkirin û gotine ku ev helbest ji bona hinek armancan ji dûre hatiye çêkirin.[29]

Medreseyên kurdî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Medreseya kurdî
 
Medreseya Sor a Cizîra Botan

Bi belavbûna îslamê, li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Kurdistanê, şaristaniyeke nû dest pê kir. Ev şaristanî, giraniya xwe daye ser nivîsandin û xwendinê. Ji ber hindê kurdan jî gelek medreseyên ku perwerdehiyê bi zimanê kurdî dikirin ava kirin.

Medreseya Kurdî a herî pêşên di sadsala 10'an de sala 950'an de li Rojhilata Kurdistanê li bajarê Hamedanê hatiye avakirin.

Di medreseyên kurdî de pirraniya pirtûkan bi zimanê erebî bûn, lê alimên kurdan evan pirtûkan dizivirandin zimanê kurdî û hînê telebeyan dikirin. İcar bi vê şeklê ve zimanê kurdî pêşve diket. Di medreseyên kurdî de telebeyên kurd tevê zimanê kurdî, erebî û farisî jî hîn dibûn.

Di medreseyê kurdî de dersên Quranê, tefsîr, siyer, fiqih, kelam, mantiq, wêje, felsefe, astronomî, tib, fizîk, matematîk û hwd dihatin dayîn.[30]

Zanyarê kurd herweha bavê robot û sîbernetîkê ku îro van herdu bûjenan dinyayê li ser nigan ragirtine, projeya wan ji aliyê Îsmaîlê Cizîrî ve di Medreseya Kurdî de hatiye çêkirin. Hin ji wan medreseyan pirî ku menşûr bûbûn, bihêsanî navên xwe di rûpelên mêjû de jî bi cih kirine. Her wiha Medreseyên kurdan zimanê kurdî, çanda kurdî û wêjeya kurdî li ser pêya dane hîştin.[31]

Çend Medreseyên Kurdistanê yên navdar

biguhêre
  • Medreseya Sitrabasê (Diyarbekir),
  • Medreseya Sor (Cizîra Botan),
  • Medresa Bazîdê,
  • Medreseyên Bedlîsê; Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye û Şemsiye.
  • Medreseya Hîzanê,
  • Medreseya Miksê,
  • Medreseya Bêdarê,
  • Medreseya Findika Botan,
  • Medreseya Axtepeyê,
  • Medreseya Norşênê,
  • Medreseya Hawêlê,
  • Medreseya Heskîfê,
  • Medreseya Amêdiyê û bi sedan medreseyên wisa yên din.

Zanyarên kurd yên medreseyên kurdî

biguhêre

Di medreseyên Kurdistanê gelek zanistvan, alim û wêjevan derketine, her yek li gorî hêza xwe li wêje û zimanê kurdî xwedî derketiye û bi pêş xistine. Çend kesên ku di medreseyên Kurdistanê de perwerde dîtine û xizmeta zimanê kurdî û zanistê kirine ev in:

Pirtûkên kurdî yên medreseyan

biguhêre

Mele Mehmûdê Bazîdî di nîveka sedsala 19an de bi taybetî behsa pênc heb (“Tesrîfa Kurmancî”, “Nûbihara Biçûkan”, “Mewlûd”, “Zurûf” û “Terkîb”) pirtûkên kurdî kiriye û gotiye ku ev berhem di medreseyên Kurdistanê de tên xwendin.[33]

Dewletên piştî îslamê

biguhêre

Çend dewletên kurdan yên piştî îslamiyetê

biguhêre
 
Dewleta Eyûbî ya kurdan a herî mezin a piştî îslamiyetê
 
Wênryê erdê Dewleta Merwanî
 
Wêneyê ereê dewleta Sadaqiyan

Binêrin

biguhêre

Çend berhemên kurdan piştî îslamiyetê avakiriye

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Bekir Biçer, Kürtler, Çizgi Kitapevi, 2015
  2. ^ Îbn Hecer EsqelanîElîsabe fî temyîzî sehabe
  3. ^ Kasım Aslanlı, Kürtler ve İslamiyet
  4. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 21 kanûna paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2016.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  5. ^ Alûsî, Ruh-ul Meanî
  6. ^ Adnan Demircan, Kürtler (Tarih) r. 63
  7. ^ McDowall, David (1997). A Modern History Of The Kurds. London: I.B Tauris. r. 21. ISBN 978-1-85043-416-0.
  8. ^ Thomas Bois, Kurd û Kurdistan
  9. ^ Şerefname, Kahire, r. 96 û 97
  10. ^ Mehrdad Izady, The Kurds, r.97
  11. ^ Muhemmed Emîn Zekî, Navdarên Kurd û Kurdistanê ISBN 91-89014-45-6
  12. ^ Michael M. Gunter, Historical Dictionary of the Kurds r. 219
  13. ^ Îbn Hecer Esqelanî, Ebu Durer, el-Kaminet
  14. ^ Îbn Xelikan, Mirina Zedegan
  15. ^ Ebûlferec ibn el-Cewzî, El-Tasdik Bilnazar ilallah Ezze Wecel
  16. ^ http://haqislam.org/shaykhah-shuhdah/
  17. ^ Gérard Chaliand, The Kurdish Tragedy r. 102
  18. ^ TDV, İslam Ansiklopedisi, cild: 21, r. 323
  19. ^ Ana Ruiz, Vibrant Andalusia: The Spice of Life in Southern Spain "Ziryab was a remarkable Kurdish singer.
  20. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  21. ^ http://www.kürtler.com/2015/11/kurt-bilim-adami-el-dinaveri-kimdir-hayati-eserleri.html?m=1[girêdan daimî miriye]
  22. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 6 gulan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  23. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 27 çiriya paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 adar 2022.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  24. ^ https://renasxendeki.wordpress.com/tag/ismail-ebulizin-hayati/
  25. ^ Türkiye Diyanet Vakfı İslâm ansiklopedisi - cîld 34 - r. 398
  26. ^  Hozanvanêt Kurd, Sadiq Behaedîn Amêdî, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1998, 465 rûpel, ISBN 91 973403 1 6. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.
  27. ^ Qanatê Kurdo, Tarixa Edebiyata Kurdî
  28. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 16 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 hezîran 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  29. ^ Mehmet Emîn Sular, Zerdüştilik ve Yezidilik Bağlamında Kürtlerin İnançlarının Kökeni Problemi
  30. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 26 kanûna paşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  31. ^ Zeynelabidin ZinarXwendina Medresê, Kurdî/kurmancî, Şîrovekirin, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1993,100 rûpel, ISBN 91 972090-2-3
  32. ^ http://www.rojevakurd.com/mereseya-kurdi/
  33. ^  Mela Mehmûdê Bazîdî, “Muqeddîma Îlmê Serf û Be’dê Usûlê Lazîmeyê Te’lîmiyye bi Zimanê Kurmancî”, Camî’eya Rîsaleyan û Hîkayetan bi Zimanê Kurmancî, Amd. Ziya Avcı, Lis, St. 2010, r. 18 (Ji herfên Erebî)