Mihemed Emîn Zekî
Mihemed Emîn Zekî, dîroknas û niviskarekî kurd bû û sala 1880'yî li Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê ji dayîk bû.
Mihemed Emîn Zekî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1880 Silêmanî, Başûrê Kurdistanê |
Mirin | Tîrmeh 1948 Silêmanî |
Pîşe | Dîroknasê kurd, kurdnas û nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Erebî |
Hevwelatî | Împeratoriya Osmanî |
Tevgera wejêyî | Dîrok |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Jîyana Wî
biguhêreNavê bavê wî Heci Evdirehman bû ku bazirgan û xwediyê karwanan bû. Malbatekî dewlemend de mezin bû. [1] Hêj biçûkatîyê emrê xwe de dayîka wî çû dilovaniya Xwedê. Piştî nexweşiyekê dijwar, nexweşiya romatizmayê kû heta dawiya emrê wî pêsîra wî berneda peyda bû.
Ji bo hînbûna xwendin û Quranê dest bi Medreseya Mela Ezîz kir. Pistre bi dorê re dibistana seretayî li Silêmaniyê Amadehiya Leşkerî diqedîne û ji wir derbasî Akademiya Leşkerî dibe a li Bexdayê. Li wir hêdî hêdî dest bi mijûlên hunerî dike. Kêfa wî gelek nigarkirinê tê. Hin tabloyan li wir çêdike. Paşê li Stembolê Akademiya Şer dixwîne û Akademiya Bilind a Şer bi yekemtiyê diqedîne. Di Şerê cîhanî yê yekem de li gelek cepheyan şer dike.
Xizmetên Wî Yên Leşkerî
biguhêre- Di sala 1903'a da li nav hêzên 6em ya Împeratoriya Osmanîya da bi rutbeya serpêl xizmet dide, piştî eşkerekirina meşrûtîyeta duyem de derbasî Edirneyê di nav hêza 2em dibe.
- Dizivire Stenbolê di nav komîteya nexşekirina Stanbolê xebitî.
Sala 1924'an vedigere Iraqê û li Dibistana Şer a Bexdayê dersdarî û rêveberiyê dike. Piştî vê dikeve hikûmetê û dibe Wezîrê Parastina Neteweyî. Mihemed Emîn Zekî Beg piştî ku Hikûmeta Yekem a Nûrî Seîd Paşa ava dibe, tê ser karê Wezareta Aboriyê. Di tîrmeha sala 1948´an de li Silêmaniyê diçe ser dilovaniya xwe.
Hinek ji berhemên wî
biguhêre- Dîroka Kurd û Kurdistanê (2002). Avesta, Stenbol. Ji aliyê Ziya Avci ve bi tîpên latînî û bi kurmancî hate wergerandin.
- Meşahirî Kurd u Kurdistan
- Tarîxî Silêmanî
Çavkanî
biguhêre- ^ (Muhammed emin zeki bey) Kürt tarihi dergisi özel basim - Qedrî Yıldırım
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |