Endulus (dewlet)

Xaka nîvgirava Îberî ya ku di navbera 711an û 1492an de di bin desthilata endulusiyan de bû

Endulus (bi erebî: الأندلس‎, lat. el-Endulus) navê dewletê ku li girava Îberî ji aliya misilmanan hat avakirin û navbera 711an de 1492an serwerî ajotî bû.

Endulus
الأندلس Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Geographic location
  • historiographical concept
  • geographic entity Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
37°Bk 4°Ra / 37°Bk 4°Ra / 37; -4
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletUmayyad Caliphate, emirate of Córdoba, Caliphate of Córdoba, Almohad Caliphate, Emirate of Granada, Almoravid dynasty, taifa (first period), taifa (second period), taifa (third period), Spanya, Portûgal Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 711 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 2 kanûna paşîn 1492 (Granada War) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di 711an de ereb û berberiyan ji Fasa îroj de ser tengava Cîbraltar re êrîşa keyaniya vîzîgotan a di wê demê de nêvxwe de ceng kirin. Di serdariya Tariq bin Ziyad de artêşeke ji 500 mirovan de pêk dihatî keyî vîzîgotan bin xist.

Tarîq di salên pêş de bi Mûsa bin Nûsayr, parêzgerê Afrîkaya bakur, ve tev jî dewama dagir kirina nîvgirava Îberî kir. Di 714an de lawê Mûsa bin Nûsayr Ebdulezîz bû parêzgerî Endulus û Sevilla jî bû paytexta dewlet e. Ebdulezîz Egilona, jina biya keyî vîzgotan ê dawî Roderich, kira jina xwe.

Di 716an de Eyûb bû paşwerî Ebdulezîz û Kordoba kira paytexta Endulusê. Di 718an de Endulusiyan li nîvgiravê derva hin xakên li bakur rojavaya êdî bi tunî serwerî dajot.

Dema xelîfe Sahm de, di 720an de çiyayên Pîrenê derbaz kirin û berê çerxa Narbonne û Toulouse kir. Lê bi peymaneke navbera dûkê Frankan ê Eudo re peyman kir şunda vegerî bû.

732an de bi pêşengiya Xafikî de misilmana dîsa çiyayên Pîrenê derbaz kirin û bajarên Arles û Bordeaux dagir kirin. Lê kênge wî berîyî xwe çerxa Tours kir bi artêşa frankan re ceng kir û di wê cengê de jiyan ji dest de û artêşê xwe vegeriya nîvgirava Îberî.

Lê di 735an de artêşa misilmanan di serdariya Ûkbe de şunda derketa sefereke ser Fransayê der xistin. Di wê seferê de wî bajarên Arles, Avignon, Lyon dagir kirin. Lê Karl Martell nêzik şunda misilmanan dehifandina nîvgirava Îberî. Derve bajarê Narbonne tenê dest misilmanan de ma.

Parêzgerên Endulusê demên pêşin xwe wek emîrî xelîfeyên Umeyeyên Şamê diditîn.Lê kênge di 755an de kargera Umeyayan ji aliya Ebasiyan ve hat valakirin, Ebdurehman I reviya Endulusê û li wir bi kêfxweşiye hat pergînîkirin û ji pê re jî xwe wek xelîfe da zanîn û Emîratiya Kordoba saz kir.

763 de xelifetiya Ebasiyan ji bo wan deran dagîr bike artêşek şande Endulusê. Lê Ebdurrehman ew artêşa bin xist.

Di 785an de frankan Girona, dagîr kirin. Di wan deman de frankan û misilmana ser Pîrenê re êrîşa hev dikirin. Misilmanan di 795an de Narbonne dagîr kirin, lê di 801an de frankan Barselona, 811an de jî Tortosa dagîr kirin.

Di dema Ebdurehman II de, yê di 822an de derbaza textê bûyî, Endulus çendayî hunerî dema xweya herî rind dît.

Di dema xelîfe Ebî Emîr el-Mensûr de, generalekî Hişham II bû, Endulus şunda demake xweya baş dît û wî di 985an de Barselona şunda hundura dewletê kir. Kênge El-Mensûr mir Xelifetî keta cengeke hundur û dewlet bû 12 paran û ew dema wek keyaniya Taifa tê zanîn.

Di 1085an de "El Murabitan" ji Afrîkayê de hatin û kargerî dest xwe xistin. Lê di sedsala 12'an de kargerî derbaza Mûwahîdan bû. Di 1212an de Cenga Las Navas de Tolosa de hevalbendiyên portekîz, kastîlya û hin dewletên din ve Mûwahhîdan bin xistin şunda Endulusê di bin xanêdanê Nasridiyan ji bajarê Granada tenê de ma. Di 1492an de ew dera jî ji aliya kastîlyan hat dagîr kirin û dema Endulusê ya li Spanya dawî bû.

Çavkanî

biguhêre