Kemaledînê Yûnis

Zanistvanê kurd

Kemaledînê Yûnis, Kemaledîn ibn Yûnis an Eb-ul Fetîh Mûsa Kemaledîn an jî Îbn Yûnis (b. 1156, Mûsil - m. 1241 Mûsil) stêrnas, matematîknas û fiqihnasê kurd e.[1][2]

Mūsa bin Yūnūs bin Mūhammad bin Men’a
Navê rastî
كمال الدين ابن يونس
Jidayikbûn30 Adar, 1156
Mirin1241
Mûsil
EsilKurd
Bernav
  • Ebûl-Fetîh,
  • Mewsilî,
  • Îbnî Yûnis
Hevwelatî Xanedana Eyûbiyan
DestûrnameMedreseya Nîzamiyeyê
PîşeStêrnasî, Matematîk, Fizîk, Fiqih û Felsefe
SerdemSerdema zêrîn a îslamê
Sedsala 12'an û 13'an
BandorbarBetlemyûs, Apolloniusê Pergê, Ebûlwefa Bûzcanî, Şerafedîn Tûsî
BandorkerEsîredîn Elebherî, Fexredîn Razî, Îbn Xelikan
ZarokEhmed Şerefedîn
Dê û bav
  • Şêx Yûnis Rizaedîn (bav)
biguhêreBelge

Jînenîgarî

biguhêre

Kemaledîn di sala 1156an de li bajarê Mûsilê ji dayik bûye û di sala 1241ê de jî, dîsa li Mûsilê wefat kiriye. carna wek Mewsilî jî tê naskirin. Navê wî yê rast Mûsa bin Yûnus bin Muhammed bin Men’a ye. Kemaledîn jî bernavkekî wî ye.

Kemaledîn zanayekî xurt bûye, zêdetir matematîknas û stêrnas bû.[3]

Kemaledîn, pêşî perwedehiya xwendinê li ba bavê xwe Şêx Yûnis Rizaedîn kiriye, xasma dersên fiqihê wergirtiye. Piştî xwendina li cem bavê xwe di sala 1175an de çûye Bexdadê di Medreseya Nîzamiyeyê xwendina xwe pir pêşve biriye. Li cem Şerafedîn Tûsî perwerdehiya matematîkê girtiye. Ji bilî xwendina olî û matematîkê, zêdetir li ser zanista mentiq, metafizîk, fizîk, tib û tefsîrê gelek berepêş çûye. Li ser berhemên Betlemyûs xebitiye pirtûka wî a Almagestê, cebir û arîtmetikê jî hîn bûye. Zanayên wek Esîredîn Elebherî û gelekî zanyarên navdar di binê bandora wî de mane.[4]

Kesên Ewropayî ji zanistên wek fizîk, stêrnasî û matematîkê hez dikirin. Wî demê li welatên Ewropayê kesên ji evan zanista bizanîbyana pir kêm bûn ji ber wî di zanistê de xwe li welatên misilmanan digirtin, li ser evan zanistan mijarekî hebûya dişandin welatên misilmanan çinkî wî demê Serdema Zêrîn a Îslamê bû li ser zanistê misilman pir pêşve bûn. Rojekî mijarekî li ser zanistê hebû kesekî nizanîbû ku serrast bike şandin Mûsilê cem Kemaledînê kurê Yûnis bersiv da û serrast kir.[5]

  •  Keşfu’l-Muşkîlat (Tefsîra Quranê) 
  •  Usûl
  •  Uyûnu’l Mentiq,
  •  El-Esraru’s Sultaniyye,
  •  El-Burhan alel-Muqaddimetulletî Ehmeleha Arşimed fî Kitabihî
  •  Şerhu’l Amali’l-Hendesiyye.
  • Lugazun fil-hikmet.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Muhemmed Emîn Zekî, Navdarên Kurd û Kurdistanê
  2. ^ Mu’cem-ül-müellifîn cild-13, r. 51
  3. ^ Îbn Xelikan, Mirina Zadegan (Wefatul Ayan) cild-5, r. 311, 318
  4. ^ TDV İslam Ansiklopedisi, sal 1999, cilt: 20,  r: 452-453
  5. ^ http://rehber.ihya.org/yenirehber/kemaleddin-ibni-yunus.html