Dînewerî

zanistvanê kurd

Dînewerî an jî Ebû Henîfe Dînewerî (jdb. 820, Kirmaşan − m. 24ê tîrmeha 895an, Dînewer, Rojhilatê Kurdistanê) riweknas, stêrnas, erdnas, matematîknas û dîroknasê kurd e.[1]

Dînewerî
Abū Ḥanīfah Al-Dīnawarī, Sayr mulhimah min al-Sharq wa-al-Gharb.png
Dînewerî
Navê rastî
Ebû Henîfe, Ehmedê kurê Dawidê Dînewerî أبو حنيفة أحمد بن داود الدِينَوَرِي
Jidayikbûn820
Mirin24ê tîrmeha 895an-896, (75-80 Salî)
Dînewer
EsilKurd
BernavDînewerî (Ehmedê Dînewerî)
Hevwelatî Kurdistan
PîşeDîrok, stêrnasî, erdnîgarî, botanîk, matematîk û lajwerd
SerdemSerdema Zêrîn a Îslamê [Sedsala 9an]
BandorbarÎbn Sîkît
BandorkerBîrûnî, Îbn Beytar, Îbn Sîde, Yaqût Hemawî, Ebdurehman Sûfî, Mehrdad Izady
DînÎslam
Dê û bav
  • Dawid (bav)
biguhêreBelge

JînenîgarîBiguhêre

Dînewerî di sala 815an an jî 820an de li Rojhilata Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê ji dayik bûye. Navê wî yê rastî Ehmed e, Navdanka wî Ebû Henîfe (Bavê Henîfe) ye, Navê bavê wî Dawid e û navê kalikê wî jî Wenand e.
Wenand bixwe li ser dînê zerdeştîtiyê bû piştî Belavbûna îslamê bûye misilman.
Dînewerî bernavka xwe cihê ku lê ji dayîkbûye ji Herêma Dînewerê digre û di 24ê tîrmehê 896an de li Dînewerê wefat kiriye.[2]

Perwerdehî û xebatên DînewerîBiguhêre

Dînewerî perwerdehiya xweya stêrnasî, matematîk û mekanîkê li bajarê Îsfehanê girtiye, perwerdehiya xweya fîlolojî û helbestiyê jî li bajarê Kufe û Besreyê girtiye. Li Kufeyê li cem Îbn Sikkît (m. 858) ders hildaye.

Dînewerî piştî perwerdeya xwe a li Kufeyê şûnde li herêmên wek Îran, Îraq, Efxanistan, Filistîn, Sûrî, Belûçistan û Xorasanê digere û agahiyên hîn dibe di pirtûka xwe a bi navê Kitab el-Nebat de berhev dike.

Dînewerî zanistvanê kurd yê pirralî ye, ne tenê li ser qadek du qadan di gelek qadan de çixir kolaye û rê daye pêş zanyarên dû xwe.

Di warê riweknasiyê (botanîk) de, di warê ajalnasiyê de, di warê zimannasiyê (fîlolojî) de, di warê mentiqê de, di warê dîrokê de, di warê erdnîgariyê de, di warê astronomiyê de, di warê meteorolojiyê de, di warê matematîk û mekanîkê de berhem nivîsiye û van berhemên wî ji alî zanyarên mezin ên dû wî weke çavkaniyên herî bi bawerî hatine bikarhanîn. Di heman demê de avakarê îlmê qethiyetê ye. Di nava misilmanan de weke "Bavê riweknasiyê" hatiye bi navkirin. Ji ber ku bi pirralîbûna xwe bala gelek zanyarên biyanî kişandiye, gelek zanyarên biyanî li ser lêkolîn kirine. Li Ewrûpayê di derdora zanistî de weke "Dehayê Kurd" tê naskirin.[3]

Dînewerî di derdorê sala 850î de ji bo xebatên xwe yên li stêrnasiyê çavdêrî ava kiriye û du sed sal ev çavdêriya wî hatiye xebitandin. Ebdurehman Sûfî di sala 946an de tê Dînewerê digere çavdêriya Dînewerî dîtiye lê piştî erişên mongolan ev çavdêrî bi temamî ve hatiye xirabkirin. Bîrûnî bi xebatên Dînewerî ên li ser stêrnasiyê pir bawer kiriye.

Di Serdema zêrîn a îslamê de gelek pirtûk li ser zanist û dîrokê nivîsandiye. Pirtûka wî a herî bi nav û deng "Kitab el-Nebat" (Pirtûka Giha) ye.
Her çiqas pelên wî negîhîştibin wexta me jî, Dînewerî 13 cîld jî tefsîra Quranê nivîsiye. Yaqût Hemawî (1179–1229) ji bo tefsîra Dînewerî gotiye: "Pêşiya wî tu kesek weke Dînewerî baş Quranê tefsîr nekiribû".

Xebatên wî yên li ser kurdanBiguhêre

Dînewerî bûye ji zanyarên yekem ku li ser dîrok û antroplojiya kurdan lêkolîn kiriye û pirtûkeke bi navê "Ensab el-Ekrad" (Jêdera Kurdan) nîvîsandiye. Di vê berhema xwe de ji dîrokên kevnar heya roja xwe bav û kalên kurdan girtiye dest. Dîsa di dîrokê de yekem car wî xerîteya Kurdistanê xêz kiriye. navê Kurdistanê di xeriteya xwe de bikarhaniye.[4][5] Her çiqas ev berhema wî negihiştîbe roja me jî, di gelek berhemên dîroknasan de behsa vê berhemê dikin. Ji ber vê xebata wî ya li ser kurdan Dînewerî wek Kurdologê herî mezin û pêşîn jî tê qebûlkirin.

Gotinên ji bo DînewerîBiguhêre

Berhemên Dînewerî bala gelek lêkolîneran kişandiye. Di der barê Dînewerî de ji zanyaran çend nirxandin jî wisa ne:

Mehrdad Izady dibêje;

Bruno Silberberg (Lêkolînerê Alman) jî dibêje;

Yaqût Hemawî di berhema xwe a bi navê Ebû Hayyan et-Tewhîdî Takrîzu’l- de gotiye ku

Berhemên wîBiguhêre

Berhemên li ser zanista matematîk û xwezayiyê

  • Kitab el-Cebr we'l-muqabele (Pirtûka Cebîrê)
  • Kitab el-Nebat (Pirtûka Giha)
  • Kitab el-Kusûf (Pirtûka Girtina Berê Rojê)
  • Kitab el-redd ela Reşad el-Îsfexanî (Pirtûka Valaderxistina Çavdêriyên Astronomik yên El-Îsfaxanî)
  • Kitab el-Hisab (Pirtûka Hesab)
  • Kitab'ul-Bahsi fî Hisab îl-Hind (Pirtûka Analiza Aritmatika Hindistanê)
  • Kitab'ul-Cem wet-Tefrîk (Pirtûka Aritmetikê)
  • Kitab'ul qible wez-zewal (Pirtûka Pozîzyona Stêrkan)
  • Kitabûl Enwa (Pirtûka Rewşa Hewayê)
  • Îslah'ul Mantiq (Îslahbûna Vacê)

Berhemên li ser zanista civakî

  • Ensab el-Ekrad (Jêdera Kurdan)
  • Ehbar'ut-Tiwal (Tevahiya Dîrokê)
  • Kitab el-Kebîr (Di Dîrokê de Pirtûka Mezin)
  • Kitab el-Fusaha (Pirtûka Retorikê)
  • Kitab'ul-Buldan (Pirtûka Erdnîgar)
  • Kitab eş-Şîr we'ş-Şu'ara (Pirtûka Helbest û Helbestvanan).
  • Dînewerî tevê van berheman 13 cîld jî tefsîra Quranê nivîsiye.
  • Çavdêrîxaneya Dînewerî

ÇavkanîBiguhêre