Hurmizgan (an jî: Hormizgan, Hurmuzgan) helbesteke kevin a kurdî ye ku li dema êrişên erebên misilman bo ser Kurdistanê hatiye nivîsandin.

Ew helbest ku li ser pêstê askê hatiye nivîsîn di destpêka sedsala 19'an de li nêzîkê gundê Hezarmerd a ser bi bajarê Silêmaniyê ve hatiye dîtin.[1]

Dîroknasê kurd yê bi nav û deng Mehrdad Izady di derbarê vê helbestê de di pirtûka xwe a bi navê Kurds de wisa dibêje: Ev helbesta ku bi navê Hurmizgan ku tê de behsa Misilmanan li Zerdeştiyan zilmê kirine bêguman bi sextekarî ve hatiye çêkirin. Jiber ku;

  • Ji bo bi pêşkeve hîna lazime ku 1000 sal derbas bibe yanê bi Soranî hatiye nivîsandin. (Ku helbest rast ba wê bi Goranî ve hatiba nivîsandin).
  • Cîhê ku dibên ev helbest lê hatiye dîtin di sedema Belavbûna îslamê de bi pirranî Xiristiyan bûn û yên din jî Yaresanî bûn. (Zerdeştî û Cihû bûn)
  • Li ser vê helbestê tu car xebatên zanistî nehatiye çêkirin û lêkolîn nehatine kirin û wêneyê wî jî tuneye.

Gelo kî/kê çima vê helbestê nivîsand ? biguhêre

Armanca nivîsandinê biguhêre

Armanca nivisandinê Mehrdad Izady wisa dibêje: "Muhtemele ku kurdekî bêumidê neteweperwerê sextekar xwestiye ku destpêka Wêjeya kurdî wek bi Soranî ve destpêkiriye bide nîşandan".

Helbest biguhêre

Hurmizgan riman, Atiran kûjan
Wişan şardewe gewrey gewrekan
Zorkar ereb kirne xapûr
Ginay paleyi heta Şarezûr
Jin û kenikan we dîl beşîna
Mêrd aza tlî we rûy hwêna
Reweşti Zerdeşt manuwe bêkes
Bezeyika neka Hewrmez we hwîçkes.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Hurmizgan: Yekem helbesta nivîskî ya Kurdan, ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2015