Zerdeştî

Dînekî yekxwedayî
(Ji Zerdeştîtî hat beralîkirin)

Zerdeştî, Mazdayansa yan jî Behdîn dînekî Xwedayî ye û yekemîn dîn a yek-xwedayî ye ku tê zanîn. Zerdeştî, dînekî yek-xwedayî ye ku ji aliyê Zerdeşt pêxember ve li rojhilata navîn hatîye demazirandin. Baweriya zerdeştîtiyê xwediyê kozmolojiyek dualî ye ku tê de behsa başî û xirabiyê dike. Zerdeştî pêşbînî dike ku herî dawî hemî xirabî ji aliyê qenciyê ve bi awayekî mayî tê desteserkirin. Zerdeştî xwedawendek aqilmend a neafirandî û xêrxwaz ku bi navê Ahûra Mezda (Xwedayê Aqilmend) tê zanîn, wekî hebûna xwe ya herî bilind pênase dike. Ji aliyê dîrokî ve taybetiyên yekemcar ên Zerdeştiyê, wekî yekxwedayitî, mesyanîtî, baweriya bi îradeya azad û dadgehkirina piştî mirinê, têgihîştina bihuşt, dojeh, milyaket û cinan heye.[1] Di nav têgehên din de, dibe ku bandor li pergalên dînî û felsefî yên din jî kiribe ku di wan nav de Dînên Îbrahîmî û Gnostîsîzm Bûdîzma Bakur û Felsefeya yewnanî heye.[2]

Bermahiyên Zerdeştîtiyê ji kalikên kurdan, Silêmanî

Zerdeşt - navê wî, jiyana wî, dema wî

biguhêre
 
Roja Zerdeştîtiyê ji kalikên kurdan, Silêmanî
  Gotara bingehîn: Zerdeşt

Zeredeşt ji êla Spîtamîdan e, a ku di Yasna (46,13 – 51,12 – 53, 1) de hatiye binavkirin. Li ser wateya navê Zeredeşt lêkolînvan negihane baweriyekê tenê; hinek dibêjin “tîmarê hêştiran” e, hinek din jî dibêjin “xudanê hêştirên rengzêrî” ye. Navê dê û bavê wî jî, Pouruşaspa ( Yasna 9,15; yt 5,18) û Dugdova (Fr,D.4) bû.

Li ser zaroktî û xortaniya wî gelek agahî nînin. Lê tê zanîn ku ew hîn ji zaroktiya xwe de oldar bû û li ser rêûresmên pêşkêşkirina qurbanan û li ser stêrkzanîn û antropologiyê gelekî zanayî ya wî hebû (Yasna 33,6).

Di sîsaliya xwe de, Zeredeşt dest bi belavkirina ola xwe dike (Yasna 28,4). Di deh salên pêşîn de pir kes guh nadinê, loman jî di Yasne 46, 2–5 de gilî û gazincên xwe dike ku çawa peyrewên wî hindik, xizan û stemlêkirî ne.

Ji ber vê yekê jî ew ji welatê xwe bar dike (Yasna 46,1). Li gor agahiyên zimanewanî, zanyar di wê baweriyê de ne ku Ew pir dûr neçûye, ango neçûye devereke ku têde bi zimanekî di tê axaftin; ew di nav xelk û axivên heman zimanî de mayî.

Piştî ku peyam û baweriyên Zeredeşt digihin guh û dilê Viştaspa, yê ku hîngê li devereke Bakurê Îranê desthilatdar (padîşah) bû, ew ji ola nû re dibe piştgir û parêzvan. Belkî ne ji wî bûya, ola Zeredeşt dê tu ciyê xwe di dîrokê de ne girti bûya. Li gora ku zeredeştiyên kevin gotine, Zeredeşt (77) salan û (40) rojî jiyaye û li ser destê yekî bi navê Malkuş hatiye kuştin. Welatê Zeredeşt Airyana Vaejah bû, ku bi xwe herêmeke li Bakur-rojhilatê Îranê ye (Wandidad 1,3 – 19).

Dema bûyîna Zeredeşt, bi misogerî, ne naskirî ye; Boyce dibêje ku Ew di sedsala 18-ê berî zayîna Îsa de hatiye dinê, hinek jî dibêjin ku Ew bi 258 ber Îskenderê Mekedonî hatiye. Li gor nivîsarên Asûrî, ola Zeredeşt li derdora sala 714 berî zayînê li Mediya belav bû. Lê piraniya çavkaniyan Zeredeşt di sedsala heftê berî zayînê de bi cih dikin. Li vir tiştê giring û balkêş ew e ku, li gor agahiyên zimannasiyê û li gor zimanê ku Zeredeşt pê daxivî, mirov dikare Wî di hezara diwem berî zayînê de bi cih bike.

Avêsta - çavkanî û pêmayîn

biguhêre
 
Firawerek ji kalikên kurdan (Medan), Silêmanî

Berî her tiştî, hêja ye em zani bin ku gotina “Avêsta”, wek navê berhemvaniya dînî ya zeredeştî, di heyama sasaniyan de hatiye naskirin.

Di nivîsarên Farsiya navîn de em pêrgî gotina “Abestāg” tên. Christian Bartholomae di wê baweriyê de ye ku ev gotin ji gotina (Upa-stāvaka) ya Îraniya kevin hiltê, ku ew bi xwe jî wateya ‘serberzî’ dide. Di Farsiya nû de jî Āwastā dibêjin. Kurd jî dibêjin Avêsta. Di serdema Farsiya Navîn de, Avêsta di pirtûkeke bi zimanê Pehlewî de hate şirovekirin. Vêca navê wê pirtûkê jî Zend-avêsta danîn. “Zend” wateya şirovekirinê dide.

Naskirina cîhanê ji berhemên zeredeştî re ji sala 1771-ê de dest pê dike, gava Abraham-Hyacinthe Anquetil du Perron yê firansî, ji bona wergerandina.

Avêstayê, hîn di sala 1758-an de, berê xwe da Surat-ê (Hindistan) û du sal û nîvan li wir lavij û bêrîteyên Parsan2 xwend, nivîsarên zeredeştî bi dest xwe xistin û ew wergerandin Firansî. Bi wê wergerandinê ewî der-fet û şiyana naskirina ola Zere-deştî arastey cîhanê kir. Gava mirov li avêsta vedige-re, jê re xuya û aşkere dibe ku ew bi du zimanan, ango bi du asteyên cida yên zimanekî, hatiye gotin/nivîsandin: Avêstayiyê kevin û yê nû. Piraniya lêkolînvanan jî di wê texmînê de ne ku Avêstayiyê kevin zimanê serdema Zeredeşt bû.

Berhemên ku bi avêstayiyê kevin ji me re mane ev Gat (Gathas) in: Yasna3 (28–34,53 û 43–58) YH (35–41) Beşên dîtir bi Avêstayiyê nû hatine nivîsandin.

Du nimûneyên wergerandî:

“Min Tu pîroz nas kir, ey Mazda Ahora, gava min dît çawa Te bi şiyana xwe Jiyan afirand û çawa Te pişt re berdêla kiryar û gotinan destnîşan kir; pîsîtî bo bedkaran û qencîtî bo qencan da.”4 “Ez dixwazim Te hêzdar û pîroz nas bikim, ey Mazda, gava Tu bi destên xwe bi yên berdayî digrî û rê şanî peyre-wên Aşa dikî û wan ji peyrewên Drug cihê dikî; gava Tu bi tavê agirê xwe yê pîroz, ku hêza xwe ji Aşa werdigre, hêza ramana qenciyê didî min.”5

Nivîsandina Avêsta

biguhêre
 
Daxmeyek (ango Barûya Bêdengiyê) li Yezdê. Di zerdeştiyê de mirî dibirin daxmeyan

Avêstaya ku îro li ber destên me ye tenê çarêkek e ji Avêsta-ya ku di serdema Sasaniyan de cara pêşîn hatiye komkirin û nivîsîn. Çumkî piştî kavilkirina Împeretoriya Axmînî, li ser destên Îskenderê Mezin, gelek ziyan gihîşte nivîsarên zeredeştî yên pîroz. Loman jî mirov dikare Îskenderê Mezin yekemîn dijminê Avêstayê binav bike. Herweha piştî bidawîanîna serweriya Sasanî, ji aliyê dagirkerên îslam ve, ziyaneke ne hindik gihîşte ewan nivîsaran.

Pêşîn Avêsta lêvane û bi awayekî devkî di nav Magî-yan (Zeredeştiyên Medya) de dihate parastin. Di serdema Exmînî de, Dariusê yekê, da ku payebilindiyekê bide şaristaniya Exmîniyan, teminên (tekst) Avêstayê ji Magiyan wergirtin. Loman jî, Avêsta paşê bi dîtinên cihê tête nivîsandin; yek li gora Magiyên Medyayê li Şîz, ya din jî li Istexr (nêzîkî Persepolis). Herdu nivîsandinên Avêstayê jî, weke me berê jî gotî, bi destê Iskenderê Mezin, di sedsala çarê berî zayînê de, tên şewitandin. Di sedsala çarê piştî zayînê de hinde teminên Avêstayê ji nû de têne komkirin û nivîsandin. Ew jî, weke me gotî, mixabin, tenê çarêkek ji Avêstaya mak e.

Pirtûkên Avêsta

biguhêre

Avêsta, ya ku îro roj heye, ji van pirtûkên jêrîn hevedudanî ye:

1.Yasna (Qurban)

Yasna bi xwe jî, ji du hêmanan, hevedudanî ye: ji Gatan (Gātha) û Yasna haptan-haiti. Yasna ku îro di nav destan de ye ji 72 hat ango beşan (bi zimanê Avêstayî haiti) hevedudanî ye. Gātha (Yasna 28–34, 43–51 û 53) ji teminên kevin ên Avêstayê ne. Bêjeya Gātha wateya (sirûda bi kêş û rêzbend) dide. Beşê herî mezin ji Yasna (Yasna haptanhaiti) bi Avêstayiya nû hatiye nivîsandin. Gewhera ola zeredeştî jî di Yas-nayê de ye, ku ew bi xwe jî serberzkirina Xweda Ahora Mazda wek Xwedayê herî bilind û afirande. Parastina vî Xwedayî jî bi riya rêwresmina tête kirin ku herweha rûmet- û rêzgirtina hêmanên xurustê yên bingehîn jî (agir, av… û Xwedayên bi wan ve girêdayî û Xwedayên roj, meh û demsalan jî) tête kirin. (Yasna 3–8) “Ji bo rûmetgirtinê ez ji te re van tiştan pêşkêş dikim: cî-war, çêrgeh, mal, çavkaniyên avê, av, xak, çawîr û erd li vir û esman li wir. Aşa jî emê pîroz bigrin; stêrk, Heyv, Roj û ronahiya bê destpêk û dawî ya zindî jî.” (Yasna 3,14)

2. Videvdād

Videvdād ango (yasayên li dijî giyanên bedkar) ji 22 beşan hevedudanî ye. Ew pirtûka tek û tenê ye ku ji Avêstayê bi tûmî maye. Di beşa wê ya yekê de em pêrgî cêroka afirandinê tên; çawa Xweda cih û erdên xweş û pîroz yek li pey yekê avakirine û çawa Angra Mainyu li hember wan afirandinên pîroz dijberên wan çê kirine. “Ciyê herî baş ê ku min, Ahora Mazda, afirandiye Vaejah-a arî ya Dāityā 6 ya baş. Lê Angra Mainyu yê jehrdar jê re, weke bela, marê sor çê kir û zivistana ku jê Daêva [dêw] hatiye afirandin.” Di beşa sisiyê de jî, em nivîsarên (rêşanên) li ser paqijî û erdtîmarkirinê, li ser çawabû-na paqijiya erd û jîngehê, li ser destdayîna laşan û dûrketina ji gemarkirinê. Di vî warî de Videvdād diyar û qedexe dike ku mirovek bi tenê laşakî rake û dibêje ku divê gor (tirbe) 70 gavî ji êgir û avê dûr be. Di çar beşên dawiyê de, Videvdād hewildana Angra Mainyu ya ji bo jêrêkirina Zeredeştî salix dide. Herweha tembî û rawêjên tendurustiyê jî tê de hene. Herweha di Videvdād de si-zeya tawanan hatiye şirovekirin; weke nimûne: sizeya êrişbirina ser mirovekî deh lêdanên bi qurbaca ku ji dûvê hespan çêkiriye û deh lêdanên bi qur-bacê ku ji çermê pêz hatiye çêkirin e. Dubarekirina tawanê sizeyê bêhtir dike û digihîne dused lêdanî. Herweha ji ê êrişker tête xwastin ku berdêla ziyanê bide, ango rewşê vegerîne weke berî êrişê. Di warê yasaya şaristanî de, Videvdād awayê birêkûpêkkirina têkiliyên diravî di nav xelkê de şirove dike. Herweha mercên têkbirina peyman û lihevkirinê, û sizeya wê destnîşan dike.

3. Yaşt

Ji bîst û yek beşan (yaşt-an) hevedudanî ye. Hemû li ser lavij û pesnên Xwadayan e. Her yaştek ji Xwedayekî re ye; herwekî:

  • Ohrmazda yaşt.
  • Haft Amahraspand yaşt.
  • Aşavahişt yaşt.
  • Harvatāt yaşt.
  • Ardrisūr yaşt.
  • Mah yaşt.
  • Rām yaşt.

“ Em rêza Aşa Vahişta û Amêşa spênta yên rindik digrin û rûmeta Airyamanişya digrin, herweha ya afirandeyên Mazda yên hêzdar û Aşa yê rûmetdar yê ku Mazda afirandî… Yaşt 2, 7 Haft Amahraspand yaşt

Ji bilî hersê pirtûkên sereke, ên ku me li jor çêra wan kir, pirtûkine din jî hene; ew jî ev in: 1 Vispard: bîst û yek beş in.

2. Xurtek Apastak: Kurtelave ne.

3. Gāh:

Hāvan Gāh
Rapitwin Gāh
Uzayarin Gāh
Aiwisrûtrim Gāh
Uşahin Gāh

4. Sihroçak: du beş in.

5. Afrinekan:

Afrinekāni Dahman
Afrinekāni Gasan
Afrinekāni Qasānbār
Afrinekāni Rapitwin

Xwada û hizrên li ser wan

biguhêre

Teoriya olî ya Zeredeştî li ser bingeha dualizmê ava bûye. Ango, li ser bingeha didutiya cemserî di navbera qencî û neqenciyê de, çi di warê derûnî û çi di warê daringî de. Ev cemser ji roja roj de li dij û hemberî hev in. Yasna li ser vê yekê weha dibêje: “Ew herdu giyan, ku hîn ji destpêkê de weke cêwiyekî ji sawîrekê hatine der, qencî û bedîtî di raman, gotin û karî de. Ên ku baş kirine ew in ku qencî hilbijartine, ne bedîtî.” Yasna 30,3

1. Ahora

Ahora wateya ‘Xwada’ dide. Hêja ye em bêjin ku di ola zere-deştî de gelek Ahora hene: a) Ahora Mazda – Ahora “Xweda’ ye, Mazda jî ‘zanyar’ e û wisa “Ahora Mazda” wateya (Xwedayê zanyar) dide. Ew pêşewayê hemû Ahoran e, ne ku Ahora tek û bitenê ye; weke di Yasna 30,9 de baş tête xuyakirin, gava Zeredeşt banga xwe li Mazda û Ahorên din dike û dibêje: “Em dixwazin ew bin, yên ku mirovatiyê binirx dikin, Mazdao û hûn Ahorên din!” Mazda bi zanyariya xwe û bi alîkarî û têkiliya Aşa (Xwedayê rastî û sîstema cîhanê ya dademend) Gerdûnê birêve dibe. “Ez dixwazim bi pesindarê Te bim, weha jî binav bibim, ey Ahora, ta ez kanin, ey Aşa. Afirandeyê mirovatiyê bi destekdayîna Vahumanah, ku viyana xwe bi baştirîn awa tîne cih.” Yasna 50,11

Spenta Mainyu jî Ahorek e ku bi wî Ahora Mazda xwaste-kên xwe bi cî tîne. Herweha Ahora Mazda ew (Spenta Mainyu) ji şerê Angra Mainyu re dest nîşan kirî.

b) Mithra – Ahorek e hindo-îranî ye dêrîn e. Zeredeşt dest ji wî berneda, loman jî Mithra ciyê xwe di ola Zeredeşt de, weke Xwedayê rastî, sîstema cîhanê ya dademend û peymanê, girt.

c) Ameşa Spenta – Heft Ahora ne û di Yasna de her bi awayekî rêzîn, bi hev re hatine binavkirin. Ahora Mazda ne tenê yek ji wan heft Ahoran e, belê Ew serekê wan e jî. Yasna 24 navê wan bi rêz hewal dide û dibêje: "…Ji vê olê Aşa, rêzdarê Ahora Mazda, xwe dide xuyakirin. Tevî wî jî Vahu Manah, tevî wî jî Aşa Vahişta, tevî wî jî Xşthra Vairya, tevî wî jî Armataya pîroz, tevî wî jî Haurvatāt, tevî wî jî Amêrêtatāt…" Ji vê metina Yasna ya jorîn em tê digehin ku şeş Ameşa Spenta ji bilî serekê wan Ahora Mazda hene:

  • Aşa Vahişta: Aşa (rastî) ye. Lê Aşa Vahişta (mafê çûna Buhiştê) ye.
  • Vahu Manah: Ramana qenc e.
  • Xşathra Vairya: ‘Serweriya vebijartinê’ ye. Ew bi xwe jî hêzeke Ahora Mazda ye.
  • Armata: ‘Laygirtina rastiyê’ ye.
  • Haurvatāt: ‘Tewawtî’ ye.
  • Amêraêtatāt: ‘Zindî û nemirdî’ ye.

2. Angra Mainyu û Daēva

Bîrdoza ducemserîtiyê dihêle ku kar û delameta Xwadayan (hêzên xêrxwaz) ya bingehîn şerê li dijî hêzên bedkar û xêr-nexwaz be. Vêca serekê hêzên xêrnexwaz – yên ku bê hejmar in – Angra Mainyu (giyana şerxwaze) ye.

Angra Mainyu û Spênta Mainyu ji destpêka afirandinê de li dij hev şer dikin. Herweha Angra Mainyu li dijî afirandinên baş (qenc) yên Ahora Mazda tiştên ne qenc yên tersî wan dafirîne; herwekî çawa li dijî xweşiyê newaşiyê dafirîne.

Di Videvdad (19,31) de ha-tiye xuyakirin ku Angra Mainyu dijîtiya xwe ya li hember Ahora Mazda bi alîkariya Daēva In-dra, Daēva Saurva, Daēva Nghaytya, Daēva Taurvay, Zairik, Aēşma, Daēva Akataş, Marşavan û gelekên din.

Di bin serokatiya Angra Mainyu de Drug jî heye, ku ew jî şerê Aşa dike; ango, li dijî sîstema cîhanê ya dademend dixebite (Yasna 48,1).

Di teminên Avêstayê yên nû de (Yasna 9,8) ji bilî van hêzên şerxwaz yên navbirî, hêzine din tên binavkirin; wek Nasu (pîra laşan), Dahak (Ejdeha)7 ku Angra Mainyu ew ji bo xerabkrina cîhanê afirandine.

  • Michael Stausberg, Die Religionen der gegenwart, 1996
  • Pars: Zeredeştiyên ku ji ber stem û zora dagirkerên misilman direvin û, bi giranî, li Hindistanê cîwar dibin.
  • Yasnaa: Perçake ji Avêstayê ye, wateya ‘qurban’ dide.
  • Yasna 43,5
  • Yasna 43,4
  • Çemeke li (Vaejah)-ê ye.
  • Dahak: Ejdehayekî bi sê se-riyan, sê devan û şeş çavan e.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Dastur, Francoise (1 kanûna paşîn 1996). Death: An Essay on Finitude (bi îngilîzî). A&C Black. ISBN 978-0-485-11487-4.
  2. ^ Nigosian, S. A.; Nigosian, Solomon Alexander (1993). Zoroastrian Faith: Tradition and Modern Research (bi îngilîzî). McGill-Queen's Press - MQUP. ISBN 978-0-7735-1133-0.
  • Manfred Hutter, Religion in der Umwelt des Alten Testa-mentes, Stuttgart, 1996
  • Die Gatha’s des Awesta, übersetzt von Prof. Christian Barthlomae, Strasburg, 1905
  • Udo Tworuschka, Heilige Schriften, Beitrag von Man-fred Hutter, Darmstadt, 2000
  • Fritz Wolf, Avesta übersetzt, Strassburg, 1910
  • Michael Stausberg, Die Re-ligionen der gegenwart, 1996