Open main menu
Bihuşt li gorî nîgareke keşmîrî (1808).

Bihuşt, di dînên birahîmî de, beravajiya dojehê ye. Cinnet, cennet jî dibêjin lê ev ji zimanê erebî tê. Bihuşt bi kurdî ye.

Di gelek bawerî û olan de derbasdibe. Mirovên ku li jiyanê kiryarên erênî kirine, piştî mirinê ruhê wan tên mikafatkirin. Di bin bandora ola zerdeştî de di ola cihû, xristiyanî û îslamê de jî cih girtiye. Gorî her bawerî û olî şîroveya bihuştê kêm-zêde yek e.

Gorî Îslamê kesên ku ne kafir, muşrîk û minafiq in, heger Xwedê efû neke piştî sizakişandin li dojehê, diçin bihuştê. Li bihuştê jiyaneke bêdawî û xweş heye.

Bihuşt di dînên birahîmî deBiguherîne

Bihuşt li gorî cihûyanBiguherîne

Bihuşt li gorî mesîhiyanBiguherîne

Bihuşt li gorî misilmananBiguherîne

Bihuşt, di îslamê de, ew cihê ku Xwedê ji bendeyên xwe yê qencîkar ra piştî mirinê û dîsarabûnê (vejiyan) û hesab wekî xelatê amadekiriye û ew ji tiştên neberçav in (xeyb) yenî riya nazkirina wê tenê Qur´ana pîroz û fermûdên peyxember in. Baweriya bi bihuştê beşek ji beşên bawerbûna bi roja axretê (roja xelatûcelatê) ya ku ew jî yek ji şeş sitûnên baweriyê ye di îslamê de. Musilman bibawer in bê bihuşt wargeha xweşiyê ye. Tu kêmanî tê de tune ye û qet kes tê de xemgîn nabe û mêjî nikare wê xweşiyê berçav bike. Îdî Xwedê Te´ala di fermûd (hedîs)a pîroz de gotiye: Min ji bendeyên xwe yên qencîkar re tişkî amade kiriye, tişkî ne çav dîtiye û ne jî guh bihîstiye û ne jî li ser dilê mirovan derbas bûye. Heger hûn bixwazin gotina Xwedayê cîhanê bixwînin.

Herwiha bawermendên musilman bibawer in ku buhişt ji bawermendên muhed re xwedanê karên baş amade bûye. Û yê ku muhed be û xwedanê karên kirêt û xirab be, ewê têkeve agir (dojeh) û piş re ewê têkeve buhiştê de. Û yê ku ibadeta tişkî din kir ji bilî Xwedê, yan jî hevpar ji Xwedê re çêkir, ew bêparê buhiştê ne, yan jî buhişt li ser wan heram e. Herwiha tê bawerkirin bê ew tijî ye bi kanî û çem dar û mêweyan û her tiştê ku mirov şad dike û ew ê derbasî wê bibin bi baştirîn wêne (sûret) û bi xweşiyên wê dilşad dibin. Û ew pileyên di ser hev re ne, li gorî karên baş û tê gotin, bê hejmara pileyan wek hijmara ayetên Qur´ana pîroz in. Û dergehvanê wê Ridwan (Rezvan) e.

Û hate belgekirin ji Peyxemberê Xwedê sas. bê buhişt behs dike û bi dojehê re ket guftûgoyê de

Bawermendên musilman bawer dikin bê kes bi karên xwe derbasî wê nabe, lê tenê bi dilovaniya Xwedê û qenciya wî, wek ku ew ne buhaya kar e, lê belê kar sedema derbasbûna wê ye. Peyxember sas. gotiye: "Tu kes derbasî buhiştê nabe bi karê xwe, gotin û ne tu jî ey Peyxemberê Xwedê? got: na, û ne ez jî tenê heger Xwedê dilovanî û qenciya xwe li ser min bibarîn e".

Bihuşt li gorî dînên dinBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne