Zoolojî

çiqilekî zanistê

Zoolojî

Şaxên Zoolojiyê

Ekînodermolojî

Wormolojî

Koelenteratolojî

Spongîolojî

Malakolojî

Artropodolojî

Protozoolojî

Ornîtolojî

Herpetolojî

Mammalojî

Îxtiyolojî

Zoolojî[a] zanista biyolojîyê ye ku li ser heywanan lêkolînê dike. Hemû heywanên di dîrokê de jiyane lê vêga cureyên wan ji holê rabûne û yên îro li ser cîhanê dijîn mijara lêkolîna zoolojiyê ne.

Dîroka hewldana lêkolîna heywanan gelek kevn e. Beriya her tiştî raman û belgeyên nivîskî yên li ser lêkolînkirina heywanan di çandên misir, îranî û yewnanî de têne dîtin. Bi pênase û fonksiyona sade ya heywanên berê, pêşkeftina embryonîk, xwarin, tenduristî, tevger, rakend û pêşkeftina wan; dest bi vekolîna hawîrdora wan û têkilî û pêwendiya wan bi zindiyên din re kir.

Etîmolojî

biguhêre

(Yewnanîya kevn; ζῷον, zōion ('heywan', 'lawir'), û λόγος, logos ('zanîn', 'zanist')

  • ζῷον-λόγος, zōion-logos ('zanîna heywan', 'zanistê heywan')
 
Berhema Conrad Gesner (Historia animalium) destpêka zoolojiyê ya nûdem tê hesibandin.

Mirovên pêşdîrokê ji bo ku bijîn, neçar bûn ku li ser heywan û riwekên li dora xwe lêkolîn bikin. Ji bo dîtina rê û rêbazên sûdwergirtina ji van heywanan û riwekan, mirovan li ser van jîndara lêkolîn kirine. Li Fransayê wêneyên şikeftan, gravur û peykerên 15.000 sal berê hene ku gamêşa kûvî, hesp û ask bi hûrgulî nîşan didin. Wêneyên bi heman rengî yên ji deverên din ên cîhanê nîşan didin ku heywanên hatine lêkolînkirin, xêzkirin, berhemkirin bi piranî ji heywanên ji bo xwarinê dihatin nêçîr kirin pek tê.

Şoreşa Neolîtîk a ku gelemperî bi kedîkirina heywanan tê naskirin, di tevahiya Antîk de berdewam kir. Kiryar û teknîkên sewalkariyê her wiha masîvanî û nêçîrvaniyên li Rojhilata Nêzîk, Mezopotamya û Misirê bi saya teswîrên realîst ên heywanên kovî û sewal têne hezrkirin. Piştî dahênandina nivîsê, bandorên zoolojiyê bi bikaranîna şayesên heywanan di hiyeroglîfên misrî de jî xuya dike.

Her çiqas têgîna zoolojiyê wekî beşek yekane pir pişt re derketibê jî, zanistê zoolojî ji "dîroka xwezayî" derketiye holê û digihîje xebatên biyolojîk ên Arîstotelês û Galen di heyna antîk ê greko-romen de. Arîstotelês, berî zayînê di sedsala çaran de li ser bastûr, peresîn û fenomenên jiyanî yên heywanan lêkolîn kir. Ajalan li du koma belav kir, "heywanên bixwîn" movikdarên îroyîn û "heywanên bêxwîn" bêmovikên îroyîn.

Çarsed sal şûnda, nijdarê romayî Galen ji bo lêkolîna anatomî û fêmkirina erkên lebatan, heywana laşkolî (bi inglîzî: dissection) kir lewra ku di wê demê de laşkolîna mirovan qedexe bû.

Di piştî serdema post-klasîk de, zanist û nijdarîya Rojhilata Navîn li cîhanê ya herî pêşkeftî bû lewra têgînên ji Yewnanistana kevnare, Roma, Mezopotamya û Îran û herwiha kevneşopiya kevnar a hindî ya Ayurveda, di heman demê de gelek pêşkeftin û nûbûn pêk anî. Îro berhema Conrad Gesner ê "Historia Animalium" destpêka zoolojiyê nûjen tê hesibandin. Piştî vê demê gelek zoolog derketin holê û li hemû beşên zoolojiyê de dest bi xebat kirin û gelek agahiyên nû li mirovatiyê re diyarî kirin.

Zoologên navdar

biguhêre

Arîstotelês (348 b.z. – 322 b.z.) yek ji fîlozofên herî tê naskirin e. Ew jî şagirtê Platon bû û paşê bû mamosteyê Îskenderê Mezin. Her çend nasnameya Arîstoteles a zoolog kêm tê zanîn jî, wî bi yekem polandina heywanan tevkariyên mezin di zanista zoolojiyê de kir. Li gorî Arîstoteles heywanan bê xwîn û bi xwîn ji hev vediqetehan. Di lêkolînên xwe de, nêzîkî 450 cureyên heywanan lêkolîn kir û di berhemên xwe de qala wan kir. Nêzîkî 50 heywanan jî bi hûrgulî lekolîn kir. Li ser heywanên ku bi hûrgulî lêkolîn kir jî laşkolî kir û bastûrên wan ên hundurîn lêkolîn kir. Arîstoteles her weha berhemên zoolojîk nivîsand ku ev berhama îro wekî bingehên zoolojiyê tên hesibandin. Ev berheman De Generatione Animalium, Historia Animalium û De Partibus Animalium in.

Jean-Baptiste Lamarck (1774 – 1829)

Polandina Zanistê

biguhêre

Beşên Zoolojîyê

biguhêre

Beşên Taksonomîkî

biguhêre

Movikdar

biguhêre

Xeynî Taksonomîkî

biguhêre
  1. ^ Herwiha carinan wekî ajalnasî, heywannasî, giyanewernasî jî tê zanîn.

Çavkanî

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre