Galen

bijîşkê yewnanî

Aelius Galenus an jî Claudius Galenus ( yewnanî: Κλαύδιος Γαληνός; îlon z. 129 –  m.. 200 an 216). Navê wî yê herî navdar Galenê Pergama ye. (îro Bergama ). Galen li Împeratoriya Romê de bijîşk , birînsaz û feylefos bu. Di serdema antîkê de aliyê lêkolinê de herî serkeftî bêguman Galen bu. Galen bandorek mezin li ser dîsiplînê zanîstiyên ciyawaz wek anatomî , fîzyolojî , patolojî, farmakolojî û norolojî yê kir. Li ser feylesofî û mentiqê da jî bandora wî hebû.

Galen
Galen
Galen
Navê rastî Aelius Galenus
Rojbûn îlon z. 129
Bergama
Mirin m. 200 an 216
Roma
Esil  Yewnanî
Bav Aelîus Nîcon
Pîşe Bijîşk, fîlozof
biguherîneBelge

Galen kurê Aelîus Nîcon e. Aelîus mîmarek dewlemed bû. Zanîstî bala wî pir dikişand. Galen perwerdeyek berfireh hilda ku ew perwerde rêya feylesofî û bijîşkî da kariyerên biserkeftî jê re vekir. Galen bajarê Pergama yê kevnar (İro Bergama, Tirkiye) da hat dinê . Galen berîya cîhêbûna Romayê pir gerîya û teorîyên ciyawaz li ser bijîşkî hin bû. Paşê jî romayê de bijîşkê arîstokrat û çend împarator bû.

Têgihîştina Galen ya anatomî û bijîşkî li serî da bandora teorîya humorîmzê de (Teorîya humorîzm an jî bi navê teoriya çar şile tê zanîn; zerava reş, zerava zer, xwîn , belxem ) û bi bandora bjîşkên pêşketî wekî Hîpokrat de ma. Ramanên Galen herî kêm 1.300 sal bandorek mezin li ser zanîstiya bijîşkî li rojavayê kir. Agahdariya anatomîya galen li ser dîseksîyon û analîza laşên beraz û meymûn pêk dihat. lêkolin û dîseksiyonên li ser mirovan vê demê qedexe bû jİ ber vê bo fehmkirina anatomiya mirov teşrîh û dîseksiyonên ajalan dikirin. Galen bo bêtir fêmkirin û naskirinê laşê mirov, ji xwendakarê xwe re her dem bo nêrîna û çûyîna cem laşê gladyatorên mirî an jî bi nêrîna mirîyên ku were şuştin, cesaret dida. Ceribandina herî muhîm ya Galen ku di nav gel de çêkiriye qîjkirina beraz bû. Cerribandina qîjkirine beraz ew bû ku dema Galen berazek jê dikir beraz qîjkirinê dest pê dikir û vê demê galen Jêyê dengê wî jê dikir an jî demarê wê jê dikir. Ji ber ku xelqê re nişan bide ku ew der kontorla dengê dike an ciyê deng e. Agahdarî û melûmatên der heqê laşê mirov hetanê sala 1543ê bênîqaş li ser agahdarîya Galen ma. Piştre dîseksiyonê mirovan bi dizî û eşkere hate çê kirin dema ku berhem û wêneyên laşe û organan hatin çixêzkirin û çap kirin agahdarîyên Galen pirsîyar dibû . Dema Andreas Vesalius di sala 1543 de Berhemek binnavê De humani corporis fabrica [1]çap kir û otorîyeta Galen pirsîyar bû û cerrahibandin û lêkolinên nû despê kir.

Teorîya Galenê der heqê fîzyolojiya Sîstema gera xwînê jî hetanê sala 1242 bênîqaş ma. Dema Îbn Nefîs pirtûkê xwe ya ‘’’Şerh tasrih el-Qanûn li’îbn Sina ‘’’( ravekirin û şîroveya qanuna Îbn Sîna) çap kir, agahdarîyên nû li ser sistema gera xwîne û Gera xwînê ya pişikan de hate nivîsandin.[2] Em bi pirtûkê wî va dizanin ku Galen xwe him bijîşk him jî wek fîlozof dibîbîbû. Sernave pirtûkê xwe re jî Bjîşkên Herî Baş Him Fîlozof e. kirîbu..[3][4][5]

Nîqaşa navbera rêbaza rasyonalîst û eksprîmentalistan bala galen pir dikişand. [6]Rêbaza galène li nav rebazên zanîstîyên ciywaz de çavnêrî kirin , dîseksiyon , vîvîseksîyon nav vekirin û nêrîn bû. Piraniya berhemê wî ji yewnaniya kevn da hatiye nivîsandin û zimanê dinê re ji yewnanî hatîye wergerandin. Hin berhemên wî jî xira buye û hatîye qeyb kirin. Herçiqas li ser dîroka mirina wî de nîqaş hebe jî , dema mirinê de galen herî kim heftê salî bû.

Salên Pêşî; PZ 129–161Biguherîne

Navê Γαληνός, Galēnos jî peyvê γαληνός “aramî, rehetî” hatîye dariştin. Galen jiyana xwe ‘’li ser tesîra mêjî ‘’ de dişayesîne ku di îlonê pZ 129. de hatîye dinê. Bavê wî, Aelius Nicon, arîstokratek dewlemend, mîmar û avaker bû. Ji bilî kara xwe meraqê wî li ser fîlozofî , matematîk, mantiq, stêrnasî , cotkarî û wêje hebû. Galen bavê xwe wek “ gelek dilgerm, baş û xêrxwaz” taswîr dikir. Wê demê Pergamon (îro, Bergama, Tirkiye) bajarek çandayî, kulturî û merkeza rewşenbîra bû. Wek Îskenderiye pirtukxaneyê wî jî hebû. Galen di sala 14 de nêzîkî fîlozofên  stoaparêz û eflatunî bû,   pêrwerdeya her dû sîstema fîlozofîya esasî hilda û tê da sîstema fîlozofîya Arîsto û epîkûr hebû. Bavê wî bo galen karîyerekî   fîlozofî an jî sîyasî fikirî lê Galen dibêje nezîkê PZ 145 bavê wî xewnek dibîne û nav xewn de xwedayê bijîjkî ( Asclepius, Aesculapius) xwiya dibe û ferman dide ku Galen bişîne perwerdeya bijîşkî . Bavê Galen di sala 148 da dimre û galenê ew mîrasek mezin dihêle. Galen bi emrê xwe yê 19 de azad û dewlemed dimîne. Piştre rê û nesîhetê hîpokrat dişopîne û bo perwerdeya xwe diçe Smyrna(niha izmir), Corinth, CreteCilicia (niha Çukurova) û Cyprus(îro kibris )ê û li dawî de zanîngeha mezin ya skenderîye re diçe . Zanîngehên ciyawaz digere û êkolên cudahî fêr dibe. di 157 da, 28 salî verdigere bajara xwe ya Pergamon û bijîşkê gladyatoran dibe. Nava 4 salan ku li pergama dimîne ; giringîya dîyetê, tenduristî , paqijîzanî , tedbîrên pêşîgirtinê, anatomîya zindîyan, çaresarîya şikestin û trawmayê hîn dibe. Di vî demê de him jî bijîşkîya teorîk û fîlozofî xebitî

Salên Paşî; PZ 162–217Biguherîne

 
Heykelek modern yê Galenê li bajarê xwe , Pergamon

Galen di sala 162 da bo bikaranîna hûnere xwe ya bijîşkî çû Romayê . Bêtehemilîya û bêsebirîya wî li dijî bijîşkên din wî dixist nav talûke. Hin caran jî galenê tehdîd dikirin. xwepêşandina wî li cem bijîşkên kêmhûner de hestên dijmintî ava dikir. Dema ku dijîtîya wî li gel arîstokarên bijîşkê Romî cidî bû , Galen bo jiyanê xwe tirsîya û Romayê terk kir.[7] Roma di sala 161 de pir car daxilê şêrr bû. Marcus Aurelius û hevkarê wî  Lucius Verus li bakûrê de xelqê markomannî re şerr dikirin.[8] Li dema payîza 169 demê leşkerê romayê dizvirîbû Aquileia epîdemîyek weba destpê kir. împarator Galenê gazî kir ku bizivire romayê. Pişire bi fermana împarator li gel  Marcus and Verus çû almanyayê û li vir da wek bijîşkê dadgehê kar kir. piştê vî biharê împarator Galenê ji seferê azad kir lê li cem mîrasgîrê împaratorî (Commodus) wek bijîşkê împaratorî hişt. Li dadgehê da galen zef pirtûkên bijîşkî nivîsî. Lucius Verus di sala 169 da Marcus Aurelius jî sala 180ê da rûyê nexwaşîye webayê mir. Galen bijîşkê împarator Commodus ma û nexwaşîyê wîyê pak kir . Li gorî Dio Cassius , di sala 189 da li bin hukimranîya Commodus epîdemîyê weba qewimî û di Rome de rojek da 2000 kes kuşt. Ew îhtîmalekî mezin webayê çaxa hik Marcus Aurelius bû kû carek din dest pê dir. Piştre Galen di hukimranîya împarator Septimus Severus de jî bijîşkê împarator bû.

Berhemên ÇapkirîBiguherîne

 
De curandi ratione
 
Galenou apanta (1538)

Dibe ku Galen bi qasî 500 rîsale nivîsîye û [9] berhemên wî 10 milyon peyv dihundirîne. [10] îro em berhemên wî yê heyî binêrin 3 milyon peyv dihundirîne [11] lê em dizanin ku wexta hemû berhemê wî bihesibînin ew ji sisê da yek e. Di sala 191 da, li Perestgehê Aşitî da şewatek derket û gelek berhemên wî peyre bitaybetî berhemên wî yê fîlozofî şewitî .[12] Dewra Xelîfeta Ebasî de(piştê PZ 750) zanîstên ereb bala xwe dan ser nivîsen yewnanî yê kevnar û ji yewnanî wergerandin ser zimanê erebî. ji ber ku hin nusxeyên yewnanî hatîye qeyb kirin. [13][14] hin nusxe tenê bi zimanê erebî de heye. [15] Hin berhemên tenê bi latînî hin berhem jî bi zimanê yewnanîya kevin da heye   berhemên cudahî pir caran di nav berhemek berfireh da hate top kirin. yek ji wan berheman bi aliyê Karl Gottlobê Leipzig di nabera 1821-1833 hatîye çê kirin. Berhemê wî 122 risalê yê galen him bi latînî him jî yewnanî dihundirîne . Hejmana rûpelê Wî 20.000 zêdetir e û 22 cild e. Gelek berhemên Galen di pirtûkxaneya dijital de hatîye top kirin. Navê siteye ( Thesaurus Linguae Graecae,). Çavkanîyek dinê modern jî bi frensî Bibliothèque interuniversitaire de médecinee

ÇavkanîBiguherîne

https://en.wikipedia.org/wiki/Galen

  1. Andreas Vesalius (1543). De humani corporis Fabrica, Libri VII (in Latin). Basel, Switzerland: Johannes Oporinus. Retrieved 7 August 2010.
  2. West, John (1985). "Ibn al-Nafis, the pulmonary circulation, and the Islamic Golden Age". Journal of Applied Physiology. 105 (6): 1877–1880. doi:10.1152/japplphysiol.91171.2008. PMC 2612469. PMID 18845773.
  3. Claudii Galeni Pergameni (1992). Odysseas Hatzopoulos (ed.). "That the best physician is also a philosopher" with a Modern Greek Translation. Athens, Greece: Odysseas Hatzopoulos & Company: Kaktos Editions.
  4. Theodore J. Drizis (Fall 2008). "Medical ethics in a writing of Galen". Acta Med Hist Adriat. 6 (2): 333–336. PMID 20102254. Retrieved 7 August 2010.
  5. Brian, P., 1977, "Galen on the ideal of the physician", South Africa Medical Journal, 52: 936–938 pdf
  6. Frede, M. and R. Walzer, 1985, Three Treatises on the Nature of Science, Indianapolis: Hacket.
  7. D.E. Eichholz, 1951, Galen and His Environment, Greece & Rome 20 no. 59, Cambridge University Press, p. 60–71
  8. Elizabeth C. Evans, 1956, Galen the Physician as Physiognomist, American Philological Association
  9. James E. McClellan III; Harold Dorn. Science and Technology in World History: An Introduction. JHU Press; 14 April 2006. ISBN 978-0-8018-8360-6. p. 92.
  10. Philip van der Eijk: Translating Galen  Archived 2013-12-19 at the Wayback Machine
  11. Philip van der Eijk: Translating Galen Archived 2013-12-19 at the Wayback Machine
  12. Houston 2003, tr. 45-47
  13. Rosen RM. Review of Vivian Nutton (ed.) Galen. On My Own Opinions. Corpus Medicorum Graecorum 5.3.2 Galeni De Proprius Placentis. Bryn Mawr Classical Review August 24 2000
  14. Nutton, Vivian (7 March 1990). "The Patient's Choice: A New Treatise by Galen". The Classical Quarterly. 40 (1): 236–257. doi:10.1017/s000983880002694x. JSTOR 639325.
  15. "Galen - Internet Encyclopedia of Philosophy". www.iep.utm.edu.