Şile
Şile, şilavî an jî mayî, yek ji halên bingeh ên madeyê ye. Şile, madeyên ku şeklekî yê wan xuya nîn in e. Şile herkoyî in û nikarin bên dewisandin.
Qebareya şileyê pê germahî û pestana wê ve girêdayî ye. Şile gihîner in. Lê gihîneriyê wan bi madeyên ku tê hatiye xistin, karin biguherin. Şile ji madeyên req (hişk) pirtir xwediyê valayî ye. Lê li gorî gazê jî jê kêmtir xwediyê valayî ye.
Nimûne: Ava xwerû û ava bişekir negihîner(îsolator) in. Lê ava bixwê gihîner e.
Yekeyên pîvanêBiguhêre
Tebaba şileyan bi yekeyên qewareyê tê pîvandin. Yekeya qebareyê ya SI metre kûp e ( ) û bi giştî lître tê bikaranîn(1 = 1 L)
Gewşînên MekanîkBiguhêre
DewisandinayîBiguhêre
Şileyan pir hindik karin bên dewisandin. Di germahiya odeyê de pestana avê nêzîkî 4000 bar bê zêdekirin, di qewareya avê de bi tenê kêmasiyekî qasî %11î pêk dibe. Di kîmyayê de, şile bi giştî wek nepestanbar tê pejirandin.[1][2]
PestanBiguhêre
Di qada erdkêşeyekî de, pestana ku di şileyê de çê dibe, ber bi her hêlê ve tê veguhestin û ev pestan bi kûrahiya avê zêde dibe.Yanê kûrahiya avê çiqas zêde be pestan jî bi hevgirtî zêde dibe.
Li vir derê,
, bilindiya avê ya ku di derdanê de ye ye.
, tîrbûna şileyê ye.
, zûkahiya erdkêşê ye.
Belavbûna DengêBiguhêre
Di şileyan de leza dengê bi vê formûlê tê hesibandin:
Li vir derê,
K, modûla Bulkê ye.
ρ, pestan e.
Bo nimûne, deng di ava şêrîn û 25 °C'yê de leza wê qasî 1497 m/s ye.
Gewşînên MîkroskobîkBiguhêre
TermodînamikBiguhêre
ÇavkanîBiguhêre
Wikipedia-Werger
Ferhenga zaravên teknîkî
- ↑ http://hyperphysics.phy-astr.gsu.edu/hbase/tables/compress.html
- ↑ Intelligent Energy Field Manufacturing: Interdisciplinary Process Innovations By Wenwu Zhang -- CRC Press 2011 Page 144