Pêşveçûn, werar, peresan, peresîn, ew bîrdoza guhertina taybetmendiyên genetîk ên gelheyê cureyan dike, yên ku derbasî cisn û nijadên nû dibin.

Dîroka ramanê peresînê

biguhêre
 
Charles Darwin nîgarek kir ser pirtûkê xwe ku pê re bi navê Orîjin an Jêdera Cureyan ku hatibû nasîn.[1]

Bîrdoza peresînê ya ku behsa bijareya siruştî an xwezayî dike cara ewil bi awayeke berfireh ji aliyê Charles Darwin ve di pirtûka xwe ya ji sala 1859an de tê qalkirin. Di salên 1930î de bijareya xwezayî ya Darwin bi rêzikên mendelî yên irsîtiyê ve hatin girêdan. Bi vê yekê bîrdoza sentetîk a peresîn derket holê.

Genetîka

biguhêre

Li gorî vê, gen rastî guhertinan tên û bi rêya çiftbûnê (yekbûnê) derbasî nijadên nû dibin. Bi riya mutasyonê guhartoyên cuda yên wan genan derdikevin holê û ew dikarin bibin sedema derketina taybetiyên nû. Fermo, ew varyant û rekombînasyon an nûyekbûn dibin sedema cudahiyên genetîk di nava kit an ferdan de.

Gava bi vî awayî guraniya van taybetiyan di nava gelheyekî de pirtir an kêmtir dibin, meriv qala peresînê dike. Guranî yan ji ber bijareya siruştî an xwezayî pêk tê (şansên cuda yên mucadeleya jiyanê û rêjeya yekbûnê) yan jî rasthatinî bi rêya cihêbûn û guherandina genetîkê.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Darwin, F. (1909). The foundations of the origin of species, a sketch written in 1942 by Charles Darwin (PDF). Cambridge University Press. r. 53. Ji orîjînalê (PDF) di 16 gulan 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 îlon 2013.

Girêdanên derve

biguhêre