Gen an jî bohêl (bi înglîzî: gene) yekeya bingehîna zanyariyên bomaweyî (genetîkî) ye, ji bavanan diguhaze bo weçeyan. Gen ji koma nukleotîdên li ser ADN-yê pêk tê . Gen paketa zanyariya bomaweyî ye ko di xaneyê de proteîn û ARN dide berhemkirin.

Li ser ADNyê ne yek lê gellek gen heye

Cihê her genek li ser kromozomê de taybet e. Ev cihên genan wekî lokus tê navkirin. Hemû zîndewer xwediyê genan e. Xaneyên navikrasteqîn (êkaryotî), genan li ser ADN ya nav navika xwe da digirin.

ADN û proteîna hîston, kromozoman çê dikin. Li ser kromozomek dibe ku bi hezaran gen hebin. Tevahiya genên zîndewerek an jî xaneyek wekî genom bi nav dibe. Hemû reaksiyonên li nav xaneyê, li gor zanyariyên li ser genan bi re ve diçin. Van salên dawî,zanyar li ser xebata projeya genoma mirov de hewl didin ku tevahiya genen mirov binasin û li gor vî zanyariyê li pêş hin nexweşiyan bigirin. Li gor xebata li ser genoma mirov, her mirovek xwediyê 20000 (bîsthezar) genan ne. Mirov genan ji de û bavê xwe, bi navbeynkariya hêk û spermê digire. Xirabûna gen dibe sedema mutasyonê. Mutasyon pir caran an mirov nexweş dike an jî dikuje.