Kromozom (bi înglîzî: chromosome) pêkhateyek bi şeweyê dezî ye, ji kromatîn û proteînan pêk tê, kar dike ji bo embarkirin û guhaztina zanyariyên bomaweyî yên zîndeweran.[1]

Pêkhateya kromozoma metafazê.

Peyva kromozom ji du peyvên grekî, ji “khrōma” û “sōma” hatiye çêkirin. Di zimanê grekî de ji bo rengê çerm, an jî ji bo renk, peyva “ khrōma” tê bikaraîn. Herwisa peyva “sōma” ji bo laş an jî ten tê bikaranîn. Kromozom bi hin corên boyaxan bi hêsanî reng digire loma vê navê lê kirine.[2]

Gen (bohêl) rêza nûkleotîdan e û li ser kromozoman de cih digire. Dibe ko kromozomek bi deh hezaran gen lixwe bigire. Piraniya genan zanyariyên ji bo diristkirina proteînan lixwe digirin. Hinek ji genan jî kar dikin ji bo diristkirina ARN-yan.[3]

Pêkhate û cihê kromozoman dibe sedema cudahiya serekî di navbera navikseretayiyan (bi inglizi: prokaryotes), navikrasteqînan (bi înglîzî: eukaryotes) û vîrusan de. Vîrus pêkhateyên necandar in, kromozomên vîrusan ji ADN-yê an ji ji ARN-yê pêk tê û bi awayekî gellek şidandî di nav vîrusê de cih digire.

Kromozoma Bakteriyan

biguhêre

Bakterî zîndewerên navikseratayî ne, kromozomên bakteriyan ji ADN-yê pêk tê. Bakterî bi gelemperî tenê yek kromozomek bazineyî lixwe digirin. Kromozoma bakteriyê di nav sîtoplazmayê de cih digire.[1]

Li gel kromazoma bazineyî, bakterî plazmîd jî li xwe digirin. Plazmîd perçeyên xelekên piçûk ên ADN-yê ne û bi hejmarek hindik gen lixwe digirin. Bakterî bi alikariya plazmîdan, xwe ji guherînên xeter ên hawirdorê diparêzin.[4] Bi gelemperî %50yê bakteriyan yek an jî zêdetir plazmîdên bazineyî lixwe digirin.[5]

Kromozomê navikresteqîyan

biguhêre
 
nukleotîd < gen <ADN < nukleozom < kromatîn < kromozom

Kromozomên zîndewerên navikrasteqîn ji ADN û proteînan pêk tê û di nav navikê de cih digirin. Di xaneya navikresteqîn de her kromozomek ji molekulek ADN-ya dirêj û proteînan pêk tê. Proteîn şeweyê kromozoman rêk dixe û alîkarî dike ji bo çalakiya genên ser kromozoman.[6]

ADN xwe li ser proteînên hîston dipêçîne, bi vî awayî zincîrên ADN-yê sift dibe. Ne tenê proteîna hîston, lê proteînên ji bo duhendebûna ADN-yê, ji bo çakkirina ADN-yê û ji bo çalakiya genan jî bi kromozoman re hevkarî dikin.[7] Tevahiya kromozomê ji molekulek ADN-yê pêk tê.[8] Ango di laşexaneyê mirov de 46 kromozom an jî 46 molekul ADN hene.

Taybetmendiyek diyarker a her kromozomê siftbûyîna (bi înglîzî: compactness) wê ye. wekî mînak,di xaneyek mirov de 46 kromozom heye, heke hemû kromozom lidûhev werin rêzkirin, dirêjiya wan dibe 200 nm. (1mêtre= 1000000000 nanometre ye) Heke kromozomên siftbûyî werin vekirin, vê gavê dirêjiya kromozomên xaneyêk digihîje 2 metreyê. Siftbûyîna kromozoman, di dema dabeşbûna xaneyê de alîkarî dike ji bo rêkxistina hêmanên bomaweyî. Herwisa siftbûyin, di nav navikê de cihbûna kromozoman hêsantir dike.[9]

Hejmar, qebare û şêweyê kromozoman taybet e ji bo her corek zîndewer.[10] Wekî mînak, mirov zîndewerek 46 kromozomî ye, lê mêşên mêwe (bi înglîzî: fruit flies) zîndewerên 8 kromozomî ne, hesp zînderên 64 kromozomî ne.[3][11] Dibe ko hejmara kromozomên du cor zîndewer wekhev be, lê qabare, şêwe û genên du cor zîndewer tu car wekhev nabin.

Corê kromozoman

biguhêre

Zîndewerên ko bi pirbûna zayendî zêde dibin, du cor kromozom lixwe digirin; kromozomên zayendê (bi înglîzî: sex chromosomes) û kromozomên laş (bi înglîzî:autosomes).

Di laşexaneyê mirov de 22 cot kromozomên laş û du kromozmên zayendê heye. Di xaneyên mirovê mê de cota kromozozma XX, di haneyên mirovê nêr de kromozomên XY, kromozomên zayendê ne. Kromozomên zayendê, bi çêbûna zayenda zîndewerê ve pêwendîdar in, zanyariyên ji bo zayenda mirov lixwe digirin. Loma sifetên (bi înglîzî: character) derbarê zayendê ji aliyê kromozomên zayendê ve tên kontrolkirin.[9]Herwisa hin zanyariyên nezayendî jî li ser van kromozoman de cih digirin.

Kromozomên laş ji bilî sifetên derbarê zayendê, kontrola hemû sifetên bomaweyî dike.[9]

Zîndewerên bi pirbûna zayendî zêde dibin, di xaneyên laş (laşexane) de cotkomeleyên kromozom lixwe digirin û wekî “2n” tên navkirin. Cota kromozomên xaneyê, wekî kromozomên homolog tê navkirin. Kromozomên homolog (kromozomên lêkçûn), cotek kromozomên bi heman qebare, dirêjî û şêweyî ne. Cihê sentromerê û rêza genên li ser kromozomên homolog jî heman in.[12] Di xaneyên mirov de, ferek kromozoma homolog ji dayikê, fera din ji bavê tê.[6] Wekî mînak, di xaneyên mirov de 23 cot, an jî 46 kromozom heye, loma hêjmara kromozomên xaneyên laş wekî 2n= 46 tê nîşankirin. Li vir tîpa “n” cora kromozoman diyar dike.

Heke di xaneyê de ji her corê cotek kromozom hebin, ango kromomozom bi cot bin, vê gavê peyva “2n” tê bikaranîn û ew xane jî wekî xaneya dîploîdî tê navkirin. Bi kurtasî, divê peyva “xaneyên laşê mirov 2n= 46 kromozom lixwe digirin” wîsa were şîrovekirin; di xaneyên laşê mirov de 46 kromozom heye lê ji ber ko ji her corek du kromozomên homolog heye, bi eslê xwe xaneyên mirov 46 heb lê 23 cor kromozom lixwe digirin.[13]Ji xeynî xaneyên laş, di laşê mirovên bi temenê pêgehiştî de xaneyên taybet hene û wekî xaneyên zayendê an jî gamet tên navkirin. Di laşê mêyan de xaneyên gamet wekî hêk, di laşê nêran de xaneyên gamet wekî sperm tên navkirin. Gamet xaneyên haploîdî ne, bi miyozê çêdibin Di xaneyên zayendê, ango di sperm û hêk de komeleya kromozoman ne ji cota kromozoman lê ji tekan pêk tê,gamet ji her corê yek kromozom lixwe digirin. Ango di xaneyên zayendê de 23 kromozom heye û ev xane wekî xaneyên haploîdî tên navkirin.[14]

Kromatîn

biguhêre

Di dema navbera dabeşbûnan de (qonaxa înterfaz) kromozom bi şêweyê nepêçayî ne û wekî kromatîn tên navkirin. Kromotîn jî ji ADN û proteînan pêk tên. Kromatîn di navikê de belavbûyî ne û di bin mîkroskopê de baş xuya nabin.[15] Kromatîn duhendebûna ADN-yê hêsan dikin, bi vî awayê qonaxa dabeşbûna xaneyê dest pê dike. Piştî duhendebûnê ADN-yê, kromotin xwe li ser xwe dipêçin û, sift dibin, pêkhateyek kurtir û stûrtir a bi şiweyî darik an jî sosîs peyda dibe, ji vê pêkhateyê re tê gotin kromozom.[14] Ango bi eslê xwe kromozom û kromotîn heman molekûl in û heman genan lixwe digirin, lê ji ber pêçanên kromatînê, kromozom pêkhateyek kurt a darikî ye.[16]

Kromatîd

biguhêre

Di qonaxa înterfazê de ADN duhende dibe û hejmara ADN-yên xaneyê dibe du qat (herwisa hejmara kromatîn jî dibe du qat). Loma piştî duhendebûna ADN-yê lê berê dabeşbûna xaneyê, xaneya mirov ji her kromozomek du kopî lixwe digire. Her kopiyek kromozomê wekî kromatîdên xwîşk (bi înglîzî: sister chromatids) tê navkirin.

Kromozom bi mîkroskopê, herî baş di qonaxa metafazê de xuya dibin. Di vê qonaxê de kromozom wekî kromozomên metafazê (bi înglîzî: metaphase chromosome) tên navkirin. Kromozoma metafazê ji du nivên hevcot pêk tê, ji van nîvan re tê gotin kromatîd. Ji qonaxa metafazê heta destpêka qonaxa anafazê, kromotîdên xwîşk bi navbeynkariya sentromerê bi hevre girêdayî ne. Ji qonaxa S-ya înterfazê şûnve heta dawiya qonaxa anafazê, laşexaneyên mirov 46 kromozom lê 92 kromatîd lixwe digirin.[16]

Sentromer

biguhêre
 
Cora kromozoman li gor cihê sentromerê.
  Gotara bingehîn: Sentromer

Xala ko herdu kromatîd bi hev re tên girêdan wekî sentromer (navendebeş) tê navkirin. Sentromer beşek ji zincîra ADN-yê ye ko dema dabeşbûna xaneyê de ji bo kînetokoran wekî xala girêdanê kar dike.[8]

Kromozoma asayî yek sentromer lixwe digire.[17] Sentromer di destpêka qonaxa anafaza mîtozê û anafaza duyem a miyozê de ji hev diqetin.[6]

Li gor cihê sentromerê, kromozoman dabeşê çar coran dibe.

1. Kromozomên metasentrîk

2. Kromozomên telosentrîk

3. Kromozomên akrosentrîk

4. Kromozomên submetasentrîk

Beşên kromozomê yên ji herdu aliyên sentromerê dirêj dibin,wekî “mil”(bi înglîzî: arm) tên navkirin. Milên kromozoman, li gor cihê sentromerê wekî milên kurt an jî milên dirêj tên navkirin. Milê piçûk (kurt) bi tîpa “p” tê nîşankirin (bi înglîzî petite = piçûk). Ji ber ko di alfabeyê de li pey tîpa “p”, tîpa “q” tê, milê dirêj jî bi tîpa “q” tê nîşankirin.[3]

  Gotara bingehîn: Telomer

Li herdu serên kromozoman de, di beşa kotahiyê de molekula ADN-yê rêzek taybet a zincîra nukleotîdan lixwe digire, ev beşa ADN-yê wekî telomer tê navkirin. Telomer ji dubarebûna zincîrek kurt a nukleotîdan pêk tê. Di beşa telomerê de gen cih nagirin. Her telomerek mirov bi dubarebûna zincîra şeş nukleotîdan, ji TTAGGG pêk tê.[15] Dibe ko di telomerê de zincîra TTAGGG 100 heta 1000 caran li pêy hev dubare bibe.Telomer (ADN-ya telomerî) genên zîndewerê ji windabûnê diparêze.[18]

Karyotîp

biguhêre
  Gotara bingehîn: Karyotîp
 
Di xaneyên kesên bi sendroma Down de 47 kromozom heye.

Wêneyên bi mikroskopa ronakî hatiyê girtin ko tê de cotên kromozoman li gor qebare, dirêjî, şêwe û cihê sentromerên xwe, ji cota dirêj ber bi cota kurt ve rêzbûyî hatiye nîşankirin, wekî karyotîp (bi înglîzî: karyotype) tê navkirin.[19] [13].Karyotîp ji kromozomên metafazê tê çêkirin.[12]

Karyotîpa mirov de, 22 cotê kromozomên laş li gor qebareyên xwe, ji qebareya gir ber bi qebareya piçûk ve tên rêzkirin. Li gor vê rêzkirinê, cota kromozomên herî gir (dirêj) wekî kromozomên yekem, cota kromozomên herî piçûk (kurt) jî wekî kromozomên 22yem tên navkirin. Bi rêbaza karyotîpê, mirov dikare ji şêweyê neasayî an jî hejmara neasayî (kêmasî an jî zêdehî) ya kromozoman agahdar bibe. Hin nexweşiyên bomaweyî bi karyotîpê tên teşxîskirin. Wekî mînak, kesên bi nexweşiya sendroma Down in, ji kromozoma 21em ne cotek lê sê kromozom lixwe digirin.[19]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  2. ^ arper, Douglas. “Etymology of chromosome.” Online Etymology Dictionary, [1] Accessed 6 December, 2022.
  3. ^ a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. ^ David P. Clark, ... Michelle R. McGehee, in Molecular Biology (Third Edition), 2019
  6. ^ a b c Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  7. ^ Alberts, B., Johnson, A., Lewis, J., Morgan, D., Raff, M., Roberts, K., & Walter, P. (2014). Molecular Biology of the Cell (6th ed.). NY: Garland Science.
  8. ^ a b Clark, D. P. (2005). Molecular biology. Elsevier Academic Press.ISBN: 0-12-175551-7
  9. ^ a b c Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "chromosome".Encyclopedia Britannica, 20 Sep. 2022, [2]. Accessed 29 November 2022.
  10. ^ Allison, L. (2007). Fundamental Molecular Biology. Blackwell Publishing Limited.
  11. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  12. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  13. ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  14. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  15. ^ a b Berk, A., Kaiser, C. A., Lodish, H., Amon, A., Ploegh, H., Bretscher, A., & Krieger, M. (2005). Molecular Cell Biology (5th ed.). CA.
  16. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  17. ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  18. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  19. ^ a b Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.