Sentromer (bi înglîzî: centromere) beşek ji zincîra ADNyê ye ko dema dabeşbûna xaneyê de ji bo kînetokoran wekî xala girêdanê kar dike.[1]

Di qonaxa metafazê de pêkhateya kromozomê.
Kromozom li gor cihê sentromerê tên dabeşkirin.

Di qonaxa metafazê ya debeşbûna xaneyê de kromozom ji du nivên hevcot pêk tê, ji van nîvan re tê gotin kromatîd. Xala ko herdu kromatîd bi hev re tên girêdan wekî sentromer (navendebeş) tê navkirin.

Peyva sentromer ji du peyvên grekî pêk tê, “kentron” û “meros”. Wateya kentron “navend” e, peyva meros jî ji bo peyva “beş” tê bikaranîn.[2] Li gel peyva sentromerê, di kurdî de ji bo vê pêkhateyê peyva “navendebeş” jî tê bikaranîn.

Sentromer di qonaxa metafazê de ,ango di kromozomên metefazê de baş xuya dibe. Kromozomê asayî yek sentromer lixwe digire.[3]

Beşa sentromerê ya ADNyê bi cota nukleotîdên A-T dewlemend e.[4] Her yekê kromotîdên xwîşk bi duhendebûna ADNyê çê dibin, loma kopyayê hev in.[5] Kromatîdên xwîşk bi navbeynkariya kînetokorê (bi înglîzî: kinetochore),di xala sentromerê de bi hev ve girêdayîne.[6]

Kînetokor proteînên bi şeweyê xapleyî ne. Her kromozom du kînetokor lixwe digire, her yekê wê di xala sentromere de bi kromotîdêk xwîşk ve giridayî ye.[7] Kînetokor di navbera sentromer û rîşalên teşiyê de cih digirin.[8].

Dema dabeşbûna xaneyê de rişalên teşiyê di xala kînetokorê de hildiweşin û kurt dibin bi vî awayî kromatîdên xwîşk ji hev diqetin û her yek ber bi cemserek xaneyê ve diçin.[9] Ango Sentromer di destpêka qonaxa anafaza mîtozê û anafaza duyem a miyozê de ji hev diqetin.[10]

Li gor cihê sentromerê, çar corê kromozoman heye.[11]

Kromozomên ko sentromer di naverastê wan de cih digire, wekî kromozomên metasentrîk (bi înglîzî: metacentric chromosome) tên navkirin.

Heke sentromer li kotahiya kromozomê de be,vê gavê ev kromozom wekî kromozoma telosentrîk (bi înglîzî: telocentric chromosome) tê navkirin.

Hin caran jî, cihê sentromerê di navbera naverast û koatahiya kromozomê de, nêzîkê kotahiya kromozomê de ye, vê gavê ev kromozom wekî kromozoma akrosentrîk (bi înglîzî: acrocentric chromosome) tê navkirin.[12]

Herwisa heke sentromer ne di naverastê lê nêzikê naverastê de cih bigire îcar şêweyê kromozomê wekî kromozoma submetasentrîk (bi înglîzî: submetacentric chromosome) tê navkirin.

ÇavkanîBiguhêre

  1. Clark, D. P. (2005). Molecular biology. Elsevier Academic Press.ISBN: 0-12-175551-7
  2. Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  3. Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  4. Murray, G., Murray, J., Granner, & MAYES. (2003). Harper's Biochemistry Illustrated (26th ed.). McGraw-Hill.
  5. McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  6. Rittner, Don, and Timothy Lee McCabe. Encyclopedia Of Biology. Facts On File, 2004.
  7. Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  8. Cheeseman, I., Desai, A. Molecular architecture of the kinetochore–microtubule interface. Nat Rev Mol Cell Biol 9, 33–46 (2008). [1]
  9. Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  10. Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  11. Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  12. Allison, L. (2007). Fundamental Molecular Biology. Blackwell Publishing Limited.