Nukleotîd yekeya asidên nukleyî (ADN û ARN) û adenozîna trîfosfatê (ATP) ne.

Asîdên nukleyî heyşt cor in.

Di nav xaneyên zîndeweran de heşt corê nukleotîdan heye. Ji vana çar cor di çêkirina ADNyê de, çar cure jî di çêbûna ARNyê de cih digirin. Di pêkhateya ATPyê de tenê yek cor nukleotîd heye.

Beşên nûkleotîdê

biguhêre
 
Pêkhatina nukleotîdan

Nukleotîdek ji sê bêşan pêk tê.

Koma fosfatî

biguhêre
 
ADN (asîda deoksîrîbonukleyî) ji nukleotîdan pêk tê

Ji bo hemû corên nukleotîdan, tenê yek corek koma fosfatî heye. Koma fosfatî ji asîda fosforî (H3PO4) pêk te, dema bi şekira pentoz ve tê girêdanê, hîdrojen jê diqete û dibe PO4 -2. Tu bandora komeleya fosfatî li ser corebûna nukleotîdan tune ye.

Şekira pênckarbonî (pentoz)

biguhêre

Du corên şekira pênckarbonî heye. Di nukleotîden ADNyê de navê şekira pênckarbonî (pentoz) deoksîrîboz e. Di nukleotîdên ARNyê de navê pentozê rîboz e. Di Şekira ADNyê de oksîjenek kêm e. Loma ev pentoz, wekî rîboza kêmoksîjênî (deoksîrîboz) tê navkirin.

Formula kîmyayî ya şekira rîbozê C5H10O5 e. Formula kîmyayî ya şekira deoksîrîbozê C5H10O4 e. Loma ev şekir kêmoksîjenî ye.

Baza nîtrojenî

biguhêre

Bazên nîtrojenî yên nukleotîdan penc cor e. Adenîn, tîmîn, guanîn, sîtozîn, urasîl

Adenîn û guanîn molekulên cot xelekî ne, van herdu bazên nîtrojenî wekî purîn tên navkirin. Ev herdu baz hem di pêkhateya ADN hem ji di ya ARNyê de cih digirin. ATP baza adenînê li xwe digire.

Pîrîmîdîn

biguhêre

Sîtozîn, urasîl û tîmîn molekulên yek xelekî ne, van hersê bazên nîtrojenî wekî pîrîmîdîn tên navkirin. Sîtozîn hem di pêkhateya ADN hem ji di pêkhateya ARNyê de cih digire.

Adenîn di pêkhateya ADNyê û ATPyê de, urasîl jî tenê di pêkhateya ARNyê de cih digire.

Girêdanên derve

biguhêre