Zalbûn (bomawezanî)

rewşa ko di zîndewerek dureg de allelek di rûxsarebabetê de xuya dibe û rê li ber xuyabûna allelela din digire

Zalbûn (bi înglîzî : dominance), rewşa bomaweyî ya ko di zîndewerek dureg de, allelek di rûxsarebabetê de xuya dibe û rê li ber xuyabûna allelela din a heman sîfetê digire.

Allela ko dibe sedema çêbûna zalbûnê û di rûxsarebabetê de xuya dibe wekî allela zal (bi înglîzî: dominant allel), allela ko veşartî dimîne û F1 de xuya nabe, wekî allela bezîw (bi înglîzî: recessive allel) tê navkirin.

Corên Zalbûnê biguhêre

Zalbûna temam biguhêre

 
Allela mor li ser allela spî zal e.

Bi gelemperî peyva zalbûnê ji bo zalbûna temam tê bikaranîn. Zalbûn ji aliyê Gregor Mendel ve hat keşfkirin. Mendel bi taqîkariyên xwe yên li ser riweka polkeyê de, çawaniya rûdana zalbûna temam şîrove kir.[1] Li gor bomaweya Mendelî (bi înglîzî: Mendelian inhertance) ji bo her sîfetek, cotek allel kar dike, dibe ko herdu allel wekhev bin (yekreg) an jî ji hev cuda bin (dureg) . Wekî mînak di riweka polkeyê de sîfeta rengê kulîlkê bi du rûxsaran xuya dibe, spî an jî mor. Heke allelan sîfeta rengê kûlîlkê ji hev cuda bin, mînak; yek ji bo rengê mor, a din ji bo rengê spî be, rûxsarebabeta zîndewerê bi rengê mor peyda dibe. Ango allela bo rengê mor li ser allela rengê spî zalbûn ava dike, rengê spî veşartî dimîne.

Mendel di xebatên xwe de ji bo nîşankirina hokara (allel) zal tîpa mezin, ji bo hokara bezîw jî tîpa piçûk bi kar anî.[2] Wekî mînak, Ji bo hokara rengê mor tîpa "P" û ji bo hokara rengê spî jî tîpa “p” bi kar anî. Mendel gava polkeyên kulîlkmor ên yekreg bi polkeyên kulîlkspî yên yekreg ve lêk da, hemû weçeyên yekem (F1) bi rûxsarebabeta mor peyda bûn. Menel ji van lêkdanan pê derxist ko hokara (allel) rengê mor zal e.[3] Mendel weçeyên yekem bi perîna xweyî pir kir. %75ê weçeyên duyem (F2) bi rûxsarebabeta mor, %25ê weçeyên duyem jî bi rûxsarebabeta spî peyda bû. Ango rêjeya rûxsarebabeta F2yan wekî 3 mor : 1 spî peyda bû. Hemû 7 sîfetên riweka polkeyê ko Mendel li ser wan xebat kir ji du allelên cuda pêk dihatin, allelek zal a din jî bezîw bû.[4]

Zalbûna netemam biguhêre

 
Rûxsarebabeta weçêya dureg, navinciyê rûxsarebabeta herdu bavanên yekreg e
  Gotara bingehîn: Zalbûna netemam

Her çiqas guhaztina hin sîfetan bo weçeyê li gor qanuna zalbûnê ya bomaweya Mendelî rû bide jî, ev qanun ne ji bo hemû sîfetên ajal û riwekan e. Xebatên li ser bomaweya sîfetên gellek zîndeweran daye nîşankirin ko cota allelên cuda yên bo heman sîfetê, dibe ko li hember hev zalbûnek temam nîşan nedin.[5] Di zalbûna netemam de, di weçeyên dureg de, ji herdu allelan yek li ser a din zal nîn e[6], loma rûxsarebabeta weçêya dureg, navinciyê rûxsarebabeta herdu bavanên yekreg e.[7]

Wekî mînak, di riweka berêvarê (bi înglîzî: four-o’clock plant) de guhaztina sîfeta rengê kulîlkê ne li gor bomaweya Mendelî rû dide. Di riweka berêvarê de kulîlka sor û kulîlka spî yekreg in.[8] Heke riweka kulîlksor bi perîna xweyî were lêkdan, hemû weçeyên yekem (F1) bi kulîlkên sor peyda dibin. Heke riweka berêvarê ya kulîlk spî bi perîna xweyî were lêkdan, vê gavê hemû weçeyên yekem bi kulîlkên spî peyda dibin.[9] Bi lêkdana riweka kulîlksor bi ya kulîlkspî ve weçeyên pembeyî yên dureg peyda dibin.[7] Rengê pembeyî rûxsarebabeta navencî ye.

Hevzalbûn biguhêre

 
Du allelên cuda yên heman sîfetê di rûxsarebabeta weçeyan de bi heman rêjeyê xuya dibin.
  Gotara bingehîn: Hevzalbûn

Hevzalbûn di riwek û ajalan de rewşek bomaweyî ye ko du allelên cuda yên heman sîfetê di rûxsarebabeta weçeyan de bi heman rêjeyê xuya dibin. Ango herdu allel jî her wekî allela zal dixebitin, lê bi eslê xwe di navbera van allelan de zalbûn û bezîwbûn tune.[6] Di hevzalbûnê de rûxsarebabeta weçeyan, rûxsarebabeta herdu bavanan jî lixwe digire.

Mînakek ji bo hevzalbûnê; bi lêkdana riweka kulîlksor a yekreg bi ya kulîlkspî ve, hemû weçe (F1) bi kulîlkên belek, bi renge sorûspî peyda dibin. Ango rengê herdu bavanan jî di rûxsarebabeta weçeyê de xuya dibe.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "Mendelian inheritance". Encyclopedia Britannica, 13 Jan. 2023, [1]. Accessed 13 February 2023.
  2. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  4. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ a b Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  7. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  8. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  9. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.