Bi lêkdana bavanên yekreg ên ko ji bo sîfetek diyarkirî rûxsarên wan dijhev in, peydabûna weçeyên dureg ên bi rûxsarebaeta navencî ya bavan, wekî zalbûna netemam (bi înglîzî: incomplete dominance) tê navkirin.

Li gor bomaweya Mendelî, her sîfetek bi du allelan diguhazê weçeyê. Heke herdu allel ne wek hev bin, di navbera allelên sîfetê de pêwendiya zalbûn û bezîwbûnê çêdibe. Ango heke weçê ji bo sîfetek diyarkirî dureg be, allelek li ser allela din zalbûna tam ava dike û di rûxsarebabeta weçeyên yekem (F1)de xuya dibe. Rûxsara allela bezîw jî di weçeyên yekem de veşartî dimîne.[1] Ev rewş wekî qanuna zalbûnê (bi înglîzî: law of dominance) tê navkirin.

Di riweka polkeyê de 7 sîfetên ko Mendel li ser wan taqîkarî kir, ji bo her sîfetê, ji cota allelên cuda yek zal a din jî bezîw bû.[2]

Di zalbûna netemam de, di weçeyên dureg de, ji herdu allelan yek li ser a din zal nîn e,[3] loma rûxsarebabeta weçêya dureg, navinciyê rûxsarebabeta herdu bavanên yekreg e.[4]

Her çiqas guhaztina hin sîfetan bo weçeyê li gor qanuna zalbûnê rû bide jî, ev qanun ne ji bo hemû sîfetên ajal û riwekan e. Xebatên li ser bomaweya sîfetên gellek zîndeweran, daye nîşankirin ko cota allelên cuda yên bo heman sîfetê, dibe ko li hember hev zalbûnek temam nîşan nedin.[5]

Sîfetên wekî pileya (perde) dengê mirov, rengê çavê mirov û xingaliya porê mirov hin mînak in ko bi zalbûna netemam ve tên birêvebirin.[6] Herwisa di hin cor pisîkan de dirêjiya kilikê (doçik), di hin cor mirîşkan de çebûna rengê pûrtê û di hin riwekan de çêbûna rengê kulîlkê jî mînak in bo hin rûxsarebabetan ko bi zalbûna netemam tên rêkxistin..

Zalbûna netemam di riweka berêvarê de biguhêre

 
Heke di navbera weçeyên yekem ên bi kulîlkpembeyî de lêkdan rû bide, vê gavê weçeyên duyem (F2) ên bi 1/4 kûlîlkên sor, 1/4 kulîlkên spî û 2/4 kûlîlkên pembeyî peyda dibin.

Riwekek kulîlkdar heye, wekî riweka berêvarê an jî riweka saet çar (bi înglîzî: four-o’clock plant) tê navkirin. Ev riwek kulîlkên xwe dema esrê, nêzikê evarê ve dike, kulîlk heta serê sibehê vekîrî dimînin. Bi roj kulîlkên vê riwekê girtî ne.[7]

Bomawezanist û riweknasê Almanî Carl Correns di sala 1905ê de di riweka berêvarê de zalbûna netemam keşf kir.[8]

Di riweka berêvarê de guhaztina sîfeta rengê kulîlkê ne li gor bomaweya Mendelî rû dide. Di kulîlka berêvarê ya dureg de, di navbera herdu allelan de zalbûn û bezîwbûn rû nade. Rengê kulîlka weçeyê bi zalbûna netemam diyar dibe.

Di riweka berêvarê de ji bo rengê kulîlkê, rûxsarebabetên hevdij ên yekreg, ên herdu bavanan jî bandor li ser çêbûna rûxsarebabeta weçeyan dike. Kulîlkên Weçeyên F1ê bi rûxsarebabeta navincî peyda dibe. Ango rûxsarebabeta weçeyan ji ya bavanan cuda ye. Di zalbûna netemam de rûxsarebabetên nû peyda dibe.[6]

Di riweka berêvarê de kulîlka sor û kulîlka spî yekreg in.[8] Heke riweka kulîlksor bi perîna xweyî were lêkdan, hemû weçeyên yekem(F1) bi kulîlkên sor peyda dibin. Heke riweka berêvarê ya kulîlk spî bi perîna xweyî were lêkdan, vê gavê hemû weçeyên yekem bi kulîlkên spî peyda dibin.[9] Bi lêkdana riweka kulîlksor bi ya kulîlkspî ve weçeyên pembeyî yên dureg peyda dibin.[4] Rengê pembeyî rûxsarebabeta navencî ye.

Heke di navbera weçeyên yekem ên bi kulîlkpembeyî de lêkdan rû bide, vê gavê weçeyên duyem (F2) ên bi 1/4 kûlîlkên sor, 1/4 kulîlkên spî û 2/4 kûlîlkên pembeyî peyda dibin.[8] Ango rengê spî û sor di weçeyên yekem de têkilê hev nabin.[10] Di pêvajoya lêkdana duyem de di dema çêbûna gametan de, allelên weçeyên yekem li gor qanuna dabeşkirina serbixwe ji hev cihê dibin û belavê gametan dibin.

Di bomaweya Mendelî de, ango di zalbûna temam de de rûxsarebabeta weçeyên duyem 3: 1 e. Lê di zalbûna netemam de rêjeya rûxsarebabeta F2 (weçeyên duyem) 1:2:1 e, ango ne du cor lê sê cor rûxsarebabet peyda dibe. Di zalbûna netemam de rêjeya rûxsarebabet û ya bomawebabetê heman e.

Di zalbûna netemam de tenê allelek ji bo diristkirina proteînan kar dike, allela din neçalak e.[11]

Allela bo rengê sor ji bo berhemkirina pîgmenta sor, diristbûna proteînên pêwist rêk dixe. Di riweka sor de cotek allel kar dikin bo berhemkirina pîgmenta sor. Di kulîlka spî de cotek allelên neçalak heye, pîgment nayê berhemkirin loma kulîlk bi rengê spî xuya dibin.[12] Di weçeyên dureg de %50yê proteînan ji aliyê allela bo rengê sor ve tê diristkirin. Ji ber ko allela din neçalak e, mêjera proteîn ji bo berhemkirina pîgmenta sor têr nake, loma rûxsarebabeta weçeyên dureg bi rengê pembeyî peyda dibe.[8]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  4. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  7. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "four-o’clock". Encyclopedia Britannica, 13 Jan. 2020, [1]. Accessed 4 February 2023.
  8. ^ a b c d Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  9. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  10. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  11. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  12. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.