Gregor Mendel

Bavê zanista genetîkê

Gregor Johann Mendel (1822-1884) yekem kes bû ko bi rêkûpêk lêkolîn kir li ser veguheztina taybetmendiyên bomaweyî ji bavan bo weçeyan (nifşên nû).

Gregor Mendel
Image dans Infobox.
Gregor Johann Mendel (1822-1884)
Serqeşe (en)
-
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hynčice (en) (Austrian Silesia (en), împeratoriya Awistiryayê (en))Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (61 salî)
Brno (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cihê goristanê
Gora terîqata Augustinî li goristana navendî ya Brnoyê (d), Gorîstana navandî ya Brno (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Gregor Johann MendelLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bernav
Bavê bomawezaniyê
Kurteya nivîskar a botanîk
MendelLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cisleithania (en), împeratoriya Awistiryayê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Perwerde
Palacký University Olomouc (en)
Zanîngeha Viyanayê
Dibistana amadeyîLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Qeşe, biyolog, bomawezanist, mêşvan, matematîkzan, riweknas, meteorolog
Karder
St Thomas's Abbey (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Roja imadkirinê
Terîqeta dînî
Augustinians (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Xelat
Order of Franz Joseph (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Wêneyê goristanê

Mendel xebatên xwe li ser riweka polkeyê (bezelye) kir û encamên taqîkirinên xwe bi rêbazên matematîkî şîrove kir. Bi van xebatên xwe Mendel bû damezînerê qanunên bingehîn ên bomaweyî yê.

Johann Mendel di 22ê tîrmeha, 1822 de, li Heinzendorf, ko wê demê beşek ji împaratoriya Hapsburgê (niha Hynčice, Komara Çek) bû, hat dinê. Bavê wî wek cotkarekî gundî debara malbata xwe dikir. Mendel, hestê hezkirina riwekan, ji diya xwe girtîbû. Du xwîşkên Mendel hebû, yek mezintirê Mendel, a din jî ji Mendel piçûktir bû. Mendel hê di piçûktiya xwe de dabû nîşankirin ko mereqdarê zanistê ye.[1]

Di sala 1833yê de mamosteyê wî pêşniyar kir ko Mendel biçe dibistanek pêşketîtir a bi navê “Dibistana Navîn a Piarist” a li Leipnikê. (niha Lipnik). Pêşweçûnên Mendel di warê akademîk de berdewam kir, û di 1834ê de xwe li Gymnasium a li Troppau (Opava), tomar kir. Dilê Mendel hebû bibe mamoste. Piştî qedandina şeş salan li Gymnasiumê, hê divê du sal jî felsefe bixwenda ko mafê tomarkirina xwe ya zanîngehê bi dest xista. Lê dêûbavên wî nikaribûn pere dabîn bikin ji bo xwendina wî ya pêşdetir. Xwişka wî ya piçûk beşek ji cihêzê xwe da ko Mendel bikaribe xwendina xwe bidomîne. Herwisa Mendel di heman demê de ji bo qezenckirina pere, mamostetiyê jî kir û dersên taybet da hin xwendekaran. Di sala 1841ê de Mendel dest bi perwerdeya xwe ya Enstîtuya Felsefeyê ya Olmütz (niha Olomouc) kir. Mendel bi taybetî bi zanistên xwezayî re eleqedar bû.[1]

Piştî du salên li Enstîtuya Felsefeyê, êdî mafê xwetomarkirina zaningehê bi dest xistîbû, lê ew ji ber aboriya xwe ya nebaş, ji xwendina li zanîngehê dilsar bibû. Loma ji bo debara jiyana xwe, biryara serîlêdana Keşîşxaneya Augustinian ya St.Brünn (niha Brno) da. Pêşniyara profesorê wî ew qas erênî bû ko Mendel bêyî hevpeyivîn, ji bo keşîşxaneyê hate pejirandin. Johann Mendel di cotmeha 1843yê de di keşîşxaneyê de dest bi ceribandinê(staj) kir, herwisa di vê demê de navê Gregor girt.

Di dirêjiya dema qonaxa stajê de, Mendel bi gelemperî mijarên klasîk dixwend, lê di demên xwe yê vala de xwendina xwe ya li ser riwek û mîneralan domand. Ji ber ko xwedîkirina pez, çandina fêkî û şerab bingeha aboriya Brno bû, wî di heman demê de pirtûkên di derbarê zanista çandiniyê jî xwend.

Serqeşeyê keşîşxaneyê C. F. Napp, lêkolînên serbixwe teşwîq dikir loma li keşîşxaneyê baxçeyek teqîkarî û herbariumek (herbarium) da avakirin.

Di sala 1847ê de Mendel wek qeşe (keşîş) hat destnîşankirin. Wî heta sala 1848ê xwendina îlahiyatê domand, di wê demê de ew bû qeşeyê civata keşîşxaneyê. Lêbelê, Mendel pir şermok û hesas bû ko bi awayekî bibandor ji civatên nexweş û êşkêş re xizmet bike, û bi nexweşiya koendama demarê ket. Gunehê serqeşeyê keşîşxaneyê bi Mendel hat, wî tayîn kir ko li bajarê Znojmo (Znaim), li başûrê Moravyayê, dersên klasîk û matematîkê bide xwendekarên pola heftemîn.

Mendel karên xwe baş bi cih anî û di sala 1849ê de li Gymnasiumê Znojmo wek mamosteyê cîgir hat erkdarkirin.[1] Ew mamosteyekî bêhnfireh bû û bi xebatên xwe li fakulteyê bandorek erenî kir. Lêbelê, ji bo ko Mendel bibe mamosteyê asayî, divê ji ezmûnek jêhatîbûnê derbas biba û bida nîşankirin ko zanyariyên wî ji bo mamostatiyê bes e.

Mixabîn, bidestxistina sertîfîkaya mamostetiyê de astengî derket. Mendel di ezmûnên xwe yên fîzîk û meteorolojiyê de bi ser ket lê di beşên zoolojî û jeolojiyê de bi ser neket.

Sedemê biserneketina wî ev bû ko ew ji avantajên xwendina zanîngehê bêpar bû. Herwisa hewl dabû ko bi tena serê xwe amadekariya azmûnê bike, lê ji ber ko wekî mamosteyê cîgir dixebitî, pirraniya demên wî bi dersdayînê derbas dibû, loma ji bo azmûnê nikarîbû bi têra xwe xwe amade bike. Digel vê bêhêvîbûnê, Mendel wek mamoste, xwedî navûdengek baş bû.

Salek şûnve wî li Dibistana Teknîkî ya Brno de li dewsa mamosteyekî nexweş, dest bi mamostetiyê dersên dîroka xwezayî kir. Di dema vê karê xwe de, Mendel bû endamê awarte ji bo beşa Zanistên Xwezayî ya Civaka Çandiniyê.

Dema ko Mendel 29 salî bû, Serqeşeyê keşîşxaneyê C. F. Napp wî şand Zanîngeha Viyanayê da ko ji bo ezmûna mamostetiyê xwe bêtir amade bike. Di heyama 1851-1853yê de, Mendel bi piranî fîzîk dixwend, lê di heman demê de dersên matematîk, kîmya, zoolojî, botanîk, fîzyolojiya riwekan û paleontolojî jî girt. Ew bi taybetî bi botanîk û duregkirina (hîbrîdkirin) riwekan re eleqedar bû, lê xwendina wî ya di warê fîzîk û matematîkê de jî bandorek mezin li xebata wî ya paşîn kir. Di fîzîkê de wî sadetiya qanûnên xwezayî keşf kir, û di matematîkê de fêrî bikaranîna teoriya egerê (îhtîmal) û analîza îstatîstîkî bû.

Piştî ko perwerdeya xwe li Viyanayê qedand, Mendel di tîrmeha 1853yê de vegeriya keşîşxaneyê. Nayê zanîn ko çima wî di heman demê de dubare serî li ezmûne mamostetiyê nekir.

Li dibistanek teknîkî ya bi navê Realschule de ji bo Mendel karê mamostayî peyda bû. Mendel 14 sal li wir fêrî fîzîk û dîroka xwezayî kir. Mendel di heman demê de berpirsiyariya koleksiyonên zanistiya xwezayî jî girt.

Mendel di sala 1855ê de hewl da ko ji nû ve serî li azmûna mamostatiyê bide, lê ew di cara duyemîn jî têk çû. Dibe ko nexweşiya wî rê li ber serketina wî girtî be. Mendel karê mamostetiyê berdewam kir, lê, wî ne tam lê nîv mûçe werdigirt.

Bomawe di riweka polkeyê de biguhêre

Mendel demên xwe yê vala terxan kir ko li keşîşxaneyê çend lêkolînên serbixwe pêk bîne. Di destpêka salên 1850yê de, wî di riweka polkeyê, Pisum sativum de dest bi xebatên perîna destkarî kir, da ko diyar bike ka çawa sîfet ji nifşek diguhaze bo nifşên nû.

Di sala 1854ê de Mendel bû endamek resen a Beşa Zanistiya Xwezayî ya Civata Çandiniyê li Brno, ko navê wê paşê wekî Civata Zanistiya Xwezayî hat guhertin. Li civînên civakê de mijara duregkirina riwekan ji aliyê aboriyê ve dihat nîqaşkirin.

Mendel bi riweka polkeyê dest bi rêza taqiyan kir û hewl da ko çawaniya veguheztina taybetmendiyan di navbera nifşan de diyar bike. Encamên taqiyên Mendel rê li ber damezrandina qanunên bomaweyê ve kir. Mendel encamên xebatên xwe û dîtinên xwe, li ber Civata Zanistên Xwezayî de bi du konferans, di sibat û adara 1865ê de pêşkêş kir.

Mendel bi baldariyek mezin, riweka polkeyê hilbijart ko taqîkirinên xwe yê derbarê çêbûna nifşên nû saz bike.

 
Mendel ji bo taqîkirinê, 7 sîfetên polkeyê hilbijart û çawaniya veguhaztina sîfetan ji bavan bo weçeyê çavderî kir.

Hin taybetmendiyên riweka polkeyê,

  • Riweka polke xwediyê gellek corên cihêreng e.
  • Çerxa jiyana wê kurt e.
  • Çandina wê hêsan e, pirraniya tovên wê bi serkeftî zîl didin.
  • Riweka polkeyê di xwezayê de bi perîna xweyî zêde dibe lê perîna wê dikare were kontrolkirin. Mendel xebatên xwe de bi awayekî destkarî, perîna têkel bi kar anîbû.

Mendel bi qasî du salan xebat li ser polkeyê kir û piştrast kir ko 34 celebên polkeyê yên wê di taqîkirinê de werên bikaranîn yekreg in (bi înglîzî: true breeding).[2] Ango Mendel di destpêka xebatên xwe de ji bo her sîfetek diyarkirî polkeyên yekreg bi dest xist.

Mendel ji bo taqîkirinê, 7 sîfetên polkeyê hilbijart û çawaniya veguhaztina sîfetan ji bavan bo weçeyê çavderî kir. Mendel sîfetên wisa hilbijartîbû ko rûxsarê wan di weçeyê de bi hêsanî dihat dîtin. Wekî mînak, dirêjiya qedê ( kurt - dirêj ), rengê tov (kesk - zer), rûyê tov (lûs- qurmiçî) rengê kulîlkê ( spî - mor) , cihê kulîlkan (li kotahiya qedê - li tewereyê qedê), rengê meweyê (kesk- zer), şeweyê mêweyê (givaştî – werimî).[3]

Mendel bi mêjerek gellek zêde dane berhev kir ko şansê bandorên hawirdorê bêbandor bihêle. Di heyama heft salan de, wî çandin û lekolîna bi qasî 30,000 riwekê polke kir.[4] Di taqîkirinên xwe de her carê çavderiya sîfetek kir.

Mendel bi perîna destkarî, riwekên polkeyê yên rûyê tovê wan lûs, bi tozkulîlkên (polen) ji rîweka polke ya rûyê tovê wî qurmiçî ve lêk da. Riwekên ko bi vî lêkdanê peyda bibûn, hemû tovên wan lûs bû. Dema ko Mendel lêkdana beravajî pêk anî, ango riwekên tovên wan qurmiçî bi tozkulîlkên riweka tovên wê lûs ve lêk da, encam neguherî, hemû weçe bi tovên lûs peyda bûn. Weçeyên bi lêkdana destpêk peyda bûne, dureg in û wekî nifşa yekem (F1) (bi înglîzî: F1 generation) tên navkirin.

Di qonaxa duyem a taqîkirinê de Mendel tovên dureg ên lûs çand baxçeyê û hîşt bo perîna xweyî rû bide. Weçeyên ji lêkdana bavanên dureg peyda bûne wekî nifşa duyem (F2) (bi înglîzî: F2 generation) tê navkirin. Ji lêkdana perîna xweyî 5474 tovên lûs û 1850 tovên qurmiçî peyda bû. Her çend ko tovên qurmiçî di nifşa berê de (F1) winda bûbûn, lê di nifşa duyem de (F2) ew ji nû ve xuya bûn.

Mendel, rûxsara ko di lêkdana yekem de hebûna xwe domand û winda nebû, wekî “zal” (bi înglîzî: dominant) bi nav kir. Herwisa rûxsra ko di nifşa yekem de winda bibû û di nifşa duyem de dîsa peyda bibû jî wekî “bezîw” (bi înglîzî: recessive) bi nav kir.[5]

Mendel xebatên xwe domand û taqîkirina şeş sîlfetên din ê riweka polkeyê jî kir. Mendel ji hemû ceribandinan heman encamê bi dest xist. Her carê, ji bo her sîfetê, rûxsarek zal rûxsara din jî bezîw bû. Ya balkêştir, di hemû weçeyên nifşa F1ê de rêjeya hokara zal a bi hokra bezîw 3 : 1 bû. Ango rûxsara zal ji rûxsara bezîw sê car zêdetir xuya dibû. Ev encam gellek girîng bû, ji ber ko heta wê rojê zanyar bawer dikirin ko taybetmendiyên bomaweyî yên bavan têkilê hev dibin, piştî têkilbûnê zanyariyên bomaweyî bi şêweyek nû lê bi heman rêjeyê de di weçeyê de xuya dibin. Encamên xebata Mendel bi awayekî zelal da nîşankirin ko rûxsarên deûbav di rûxsarên dureg de tevlihev nabin.[6]

Mendel lêkolînên xwe domand, û rê da ko perîna xwêyî ya riwekên nifşa duyem (F2) rû bide û ji wan nifşa F3 peyda bibe. Mendel hemû weçeyên nifşa F3yê kontrol kir û encamên taqîkirinê bi hûrgilî tomar kir. Ji daneyên bi destxistî, Mendel pê derxist ko rêjeya 3 :1 a rûxsarên nifşa F2yê de xuya bibû, bi eslê xwe rêjeyek 1:2:1 a veşatî bû.

Mendel bi van xebatên xwe, hin agahiyên nû bi dest xist. Encama taqîkirinên wî dabû nîşankirin ko her sîfetêk zîndewerê bi hevkariya cotek yekeyên ji hev cihê peyda dibe.(îro êdî ev yeke wekî allel tên navkirin). Her dêûbav ji bo her sîlfetek, yekîneyek diguhazîne bo weçeyê, bi vî awayî weçe ji bo her sîfetê du yeke lixwe digire. Yeke bi navbeynkariya xaneyên zayendê (gamet) tên guhaztin bo weçeyê. Ji ber ko her dêûbav ji bo her sîfetek taybet du allel lixwe digire, her yek ji van allelan bi egera % 50 ji bavan diguhaze bo weçeyê.

Mendel rêbazeke nîşankirina alfabetîk afirand ko îro jî tê bikaranîn. Her yeke an allel bi tîpek hate nîşankirin. Mînak, wî "A" ji bo rûxsarê tovên lûs û qurmiçî bikar aniye. Tîpa mezin "A" allelê zal nîşan dide, di vê rewşê de, allelê ko rûxsara (fenotîpa) lûs kod dike. Tîpa piçûk "a" jî rûxsara bezîw nîşan dide, di vê mînakê de allelê ko rûxsara qurmiçî kod dike. Ango riweka polke ( herwisa hemû zîndewerên firexaneyî) cotek allel lixwe digire, rûxsara sîfetê (tovê lûs an tovê qurmiçî) ji aliyê van herdu allelan ve tê diyarkirin.

Di polkeyê de egera hebûna yek ji sê bomawebabet (genotip) mimkin e. Ango divê allelên polkeyê yek ji sê corê van allelan bin. AA, Aa, aa. Ji vana herdu allelên ko ji heman yekeyê pêk tên (AA, aa) wekî yekreg (bi înglîzî: homozygous) tê navkirin. Allela ko ji du yekeyên cuda pêk tê (Aa) jî wekî dureg (bi înglîzî: heterozygous) tê navkirin. Bomawebabeta (genotîp) dureg dibe sedema peydabûna rûxsarebabeta (fenotîp) zal. Bi gotinek din, polkeyên bi bomawebabeta Aa xwediyê tovên lûs in.

Ji bo allelan bikaranîna nîşan û termînolojiyê, hêsantir kir ko mirov tiştên ko dema Mendel lêkdana polkeyan kir, rave bike. Mendel bi polkeyên yekreg dest bi xebatên xwe kiribû, ango bomawebabeta polkeyan AA an jî aa bû.

Gava mendel lêkdana bavanên yekreg kir, wekî mînak, gava lêkdana polkeyên bi tovên zer bi polkeyên tovê kesk ve kir (AA x aa), hemû weçeyên nifşa yekem dureg bûn û bomawebabeta tovê wan Aa , rûxsarebabeta tovê wan jî zer bû.

Di qonaxa duyemîn a lêkdanê de, Mendel weçeyên dureg ên ji nifşa yekem (F1) wekî bavan hilbijart û lêkdanê di navbera wan da kir (Aa xAa). Ji ber ko evan herdu bavan jî xwediyê herdu alelan bûn, wan karîbûn ko alelê zal an jî allalê bezîw biguhazînin weçeyên xwe. Li gor vê rewşê di nifşa duyem de (F2) egera çêbûna sê cor bomawebabet hebû: AA, Aa û aa. Bomawebabetên AA û Aa herdu jî kar dikin ji bo peydabûna rûxsarebabetazer, lê bomawebabeta aa dibû sedema peydabûna rûxserebabeta bezîw, ango tovên kesk peyda dibû. Tovên kesk di nifşa yekem de winda bibûn lê di nifşa duyem de dîsa peyda bibûn. Rûxsarebabeta F2 wekî: 3 zer : 1 kesk bû.

Mendel xwedan têgihîştinek berbiçav bû ko bomawebabeta 1 AA: 2 Aa: 1 aa ya di nav rûxsarebabeta 3:1 de veşartî nas bike.

Ji bo piştraskirina bomawebabetan, Mendel lêkdana taqîkarî (bi înglîzî: test cross) bi kar anî. Mendel weçeya nifşa yekem( F1) a rûxsarebabtê zer bi bavanê xwe yê bezîw (aa) ve lêkda. Ji ber ko bavana yekreg a bezîw tenê dikare allelê bezîw biguhazîne weçeyê, divê hêmû weçe bi rûxsarebabeta zer peyda bibana, lê weçeyên rûxsarebabetê kesk jî peyda bû. Peydabûna rûxsarebabetê bezîw (kesk), dide nîşankirin ko bavanê din ê bi rûxsarebabetê zer, dureg e.

Bi kurtasî, Mendel bi vê lêkdana taqîkarî de piştrast kir ko hemû weçeyên nifşa yekem a bi lêkdana bavanên AA x aa peyda bûne, dureg in û bomawebabetê wan Aa ye.

Mendel piştî gellek taqîkirinan, qanuna cudabûnê (bi înglîzî: law of segregation) pêşkeş kir.

Li gor vê qanunê (zagon), cota allelan di dema çêbûna gametan de (bi dabeşbûna miyozê) ji hev cihê dibin û diçin gametên cuda. Dema pîtînê, bi yekbûna gametên mê û nêrê bi awayekî rasthatinî (tesadufî) tên ba hev û dîsa cota allelan pêk tînin.[5]

Mendel piştî gellek taqîkirinan, rêbaza guhaztina sîfetek bo weçeyan fam kiribû. Paşê di hişê Mendel de pirsek peyda bû, gelo ne yek lê heke du sîfet di carekî de were lêkdan wê encam bi çi awayî be?

Ji bo taqîkirinê, Mendel du sîfetê yekreg bijart, rengê tovê û rûyê tovê. Riweka bi tovê wê zer û rûyê tovê wê lûs (AABB) bi rîweka tovê wê kesk û rûyê tovê wê qurmiçî (aabb) ve lêk da. Bi lêkdana van polkeyan nifşê yekem (F1) peyda bû, hemû weçe bi rûxsarebabeta zal bûn, ango rengê tovan zer, rûyê tovan jî lûs bû. Mendel têgihîşt ko bomawebabeta wan AaBb ye, ango hemû weçeyên yekem ji bo herdu sîfetan jî dureg bûn. Mendel tovên weçeyên dureg çand û di polkeyên nû bi perîna xweyî rû da. Perîna xweyî ya weçeyên bi du sîfetên dureg, wekî lêkdana coteduregbûn (bi înglîzî: dihybrid cross) tê navkirin.

Mendel bi taqîkirina lêkdana coteduregbûnê, di weçeyên duyem (F2) de tovên bi çar cor rûxsarebabet bi dest xist. Rêjeya rûxsarebabetên tovan: 9 lûs û zer : 3 lûs û kesk : 3 qurmiçî û zer : 1 qurmiçî û kesk bû. Ango dema bala xwe bidî rûxsarebabetên herdu sîfetan, ji bo her sîfetek rêjeya rûxsarebabet dîsa 3:1 e.

Ji bo ko di derheqê bomawebabetên weçeyên duyem (F2) de agahdarî werbigire, Mendel bo perîna xweyî rê da polkeyên F2. Ji vê ceribandinê, mendel dît ko di weçeyên F2 de neh bomawebabetên cihêreng hebû ko bi rêjeya 1 AABB: 2 AABb: 1 Aabb: 2 AaBB: 4 AaBb: 2 Aabb: 1 aaBB: 2 aaBb: 1 aabb pêk dihatin. Her sîfet serbixwe hema mîna lêkdana tekeduregbûn (bi înglîzî: monohîbrîd cross) allalên xwe digûhezîne weçeyan. Guheztina allelan bo sîfatek, bandor li ser guhaztina allelên sîfeta duyem nake.[7]

Mendel heman taqîkirinê bi cotên hemû sîfetên din jî kir. Her carê cihêbûna sîfetan di weçeyên duyem (F2) de bi rêjeya rûxsarebabeta 9:3:3:3 û bi rêjeya bomawebabeta 1:2:1:2:4:2:1:2:1 pêk hat. Zanyariyên ko Mendel ji van taqîkirinan bi dest xistî, îro wekî qanuna dabeşkirina serbixwe (bi înglîzî: law of independent assortment) tê zanîn.

Qanûna dabeşkirina serbixwe diyar dike ko her cotek allel di dema peydabûna gametan de bi awayekî serbixwe dabeş dibin û ji hev cihê dibin. Îro em dizanin ko ev qanûn tenê dema ko du sîfetên ko têne lêkolînkirin li ser heman kromozome nebin, li ser kromozomên cihê bin, an jî heke li ser yek kromozomê bin jî divê ev herdu sîfet bi têra xwe ji hev dûr bin ko şertên qanunê were cih.

Zanyariyên ko Mendel di sala 1865ê de li ber Cîvata Zanistên Xwezayî pêşkeş kiribû, salek şûnve, di 1866ê de di kovara Civaka Zanistên Xwezayî de hatin weşandin.[8] Ne pêşkeşên Mendel ne jî gotara li kovarê eleqeyek mezin nekişand. Kovar ne kovarek bi navûdeng bû loma bala kesî nekişand. Herwisa, ne endamên civakê û ne jî mirovahî ji aliyê rewşenbîrî ve ji bo metodolojiya matematîkî an jî encamên dûrûdirêj ên lêkolîna Mendel amade nebûn. Dîroknas dizanin ku teorîsyenê peresanê Charles Darwin kopiyek ji kovarê wergirtiye, lê dibe ku wî gotara Mendel qet nexwendîbe.

Sernavê gotara Mendel a di Kovara Civaka Zanistên Xwezayî de “Taqîkirin di duregkirina riwekan“ bû.[4]

Kurteya hin beşên girîng ên gotarê wekî ya li jêr bû.

  • Di xwezayê de diyarkerên bomaweyî taybet e ji bo her zîndewerê. Îro evan diyerkeran êdî wekî “gen” tên naskirin.
  • Hebûna genan bi cot in. Her riwekek pêgihîştî ji bo her sîfetek taybet, du kopî an jî allelên genan lixwe digire.
  • Allel dibe ko du cor bin, zal an jî bezîw.
  • Di kesek de dibe ko du alellên heman corê an jî kopiyek ji her yekê hebe.[6]
  • Cotên genan di dema diristkirina gametan de bi awayekî yeksan ji hev cihê dibin û belavê gametan dibin. Ji ber vê yekê, her gamet tenê yek endamêk ji cota genê hildigire.
  • Yekbûna gametan, ango pîtîn tesadufî ye.

Ev têgîn prensîbên bingehîn ên bomawezaniyê pêk tînin. Lê ji dema Mendel heta îro gellek rewşên îstîsnayî hatine kefşkirin.

Qanunên Mendel ên bomaweyê biguhêre

Qanuna cudabûnê (bi înglîzî: law of segregation) biguhêre

Li gor vê qanunê (zagon), di zîndewerên dîploîdî de ji bo rûxsarek diyarkiri du allel heye. Her allelek li ser kromozoma homolog e. Di dema çêbûna gametan de (bi dabeşbûna miyozê) kromozomên homolog, herwisa alellên li ser wan ji hev cihê dibin û diçin gametên cuda. Dema pîtînê, bi yekbûna gametên mê û nêrê allelên ji dê û bav bi awayekî rasthatinî (tesadufî) tên ba hev û dîsa cota allelan pêk tînin.[5]

qanuna dabeşkirina serbixwe (bi înglîzî: law of independent assortment) biguhêre

Qanûna dabeşkirina serbixwe diyar dike ko her cotek allel a ji bo sîfetek cuda, di dema peydabûna gametan de bi awayekî serbixwe dabeş dibin û ji hev cihê dibin. Cihêbûna cota allelên bo sîfetek diyarkirî bandor li ser cota allelek din a sîfetek din nake. Ango bomaweya genek, bandor li ser bomaweya genek din nake.

Qanuna dabeşkirina serbixe di metefaza yekem a miyozê de rû dide. Îro em dizanin ko ev qanûn tenê dema genên du sîfetên ko têne lêkolînkirin li ser heman kromozome nebin, li ser kromozomên cihê bin, an jî heke li ser yek kromozomê bin jî divê genên ev herdu sîfetan bi têra xwe ji hev dûr bin ko şertên qanunê were cih.

Qanuna zalbûnê (bi înglîzî: law of dominance) biguhêre

Ji bo sîfetek diyarkirî, ji herdu allelên ji bavan hatiye wergirtin, allela bi rûxsara zal, her tim rûxsarebabaeta weçeyê de xuya dibe, allela bezîw jî veşartî dimîne. Îro êdî tê zanîn ko hin kêmasiyên vê qanunê hene. Hin caran ji bo sîfetek diyarkirî ne rewşa zalbûna tam, lê zalbûna netemam an jî hevzalbûn jî rû dide.

Meteorolojî û Mêşvanî biguhêre

Her çend ew bi taqîkirinên xwe yên di çandiniya riwekan de herî navdar bû jî, Mendel di warê meteorolojiyê de jî wekî kesek zanyarê meteorolojiyê dihat hesibandin.

Mendel endamê Civata Meteorolojiyê ya Viyanayê bû û li keşîşxaneyê çavdêriyên rojane dikir.

Di destpêka sala 1857an de, wî bi hûrgulî daneyên wekî germahiya hewayê, baran, pestoya hewayê û asta ozonê tomar kir, Herwisa Mendel di heman demê de aresteya bayê û hêza bayê jî tomar kir.

Mendel xebatên xwe di sala 1862yê de bi şeweyê grafîkan, pêşkêşî Civata Zanistên Xwezayî kir.[1] Mendel analîzên xwe ji bo pêşbînîkirina hewayê bi kar anî û bi cotkaran ve parve kir. Di 1863 de Mendel bû endamê Civata Çandiniyê ya Brno.

Di sala 1868ê de serqeşeyê keşîşxaneyê C. F. Napp mir, li şûna wî Mendel wekî serqeşeyê keşîşxaneyê hate hilbijartin.[1] Erkên pozîsyona wî ya nû pir wextê wî digirt, loma ji bo lêkolînên wî re hindik wext dima. Nêrînên wî yên li ser gellek mijarên siyasî ji nêrînên hikûmetê cuda bû, loma Mendel bi gelemperî kesayetiyek pir populer nebû.

Mendel di sala 1870yê de beşdarî Komeleya mêşvanan bû û li ser bomaweyiya mêşhingivan xebat kir. Wî dil dikir ko zanyariyên ji taqîkirana riweka polkeyê bi dest xistibû, li ser bomaweyiya mêşhingivan jî bi kar bîne. Lê ji ber ko reftarê cotbûna mêşhingivan aloz bû, hewldanên wî bi ser neket.

Her çiqas ew qet nezewicî bû jî, lê ji bo Mendel malbat girîng bû. Bi xwarziyên xwe re ji lîstina satrancê kêfxweş dibû. Bi hemû endamên malbatê ve di nav têkiliyêde bû. Mendel ji bo perwerdeya zaningehê ji bo sê xawrziyên xwe re pere dabîn kir. Bi vî awayî deynê xwişka xwe ya piçûk, a ku ji bo piştgirîkirina perwerdeya Mendel cihêzê xwe firotûbû da.[1]

Tenduristiya Mendel di dawiya sala 1883 de xera bû. Gurçik û dilê wî têk çûn. Di 6ê çileya1884 de mir. Mendel beyî ko ji bo xebatên xwe yên girîng ên li ser qanunên bomaweyi ve were nasîn mir. Laşê wî li goristana Keşîşxaneyê ya li Goristana Navendî de hat veşartin.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c d e f g Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  2. ^ Olby, Robert. "Gregor Mendel". Encyclopedia Britannica, 6 Oct. 2022, [1]. Accessed 23 December 2022.
  3. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  7. ^ Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  8. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).