Pîtîn

bûyera ku ji bo çêkirina organîzmayekî nû yekbûna xaneya hêkê bi ya spermê

Pîtîn (bi înglîzî: fertilization) karê yekbûna gametên bavan, ango yekbûna navika sperm û hêkexaneyê bo çêbûna weçeyek nû.

Sperm hêkexaneyê dipîtîne

Piraniya ajal û riwek tenê bi pirbûna zayendî zêde dibin. Mirov û hemû zîndewerên bi pirbûna zayendî zêde dibin, bi yek xaneyek, bi hêkexaneya pîtandî dest bi jiyanê dikin.[1]

Du bingehên pirbûna zayendî heye, miyoz û pîtîn.[1] Bi dabeşbûna miyozî, ji xaneyên dîploîdî, sperm û hêkexaneyên haploîdî peyda dibe. Bi pîtînê, ferên kromozomên haploîdî yên ji nêr û mêyê tên ba hev û ji xaneya hêkê, xaneyek dîploîdî ango zîgot peyda dibe.[2]

Bi dabeşbûna mîtozî ji zîgotê xaneyên nû peyda dibe bi vî awayî weçeyek (bi înglîzî: offspring) nû geşe dibe diperise.

Du cor pîtîn heye, pîtîna derekî û pîtîna navxweyî.

Pîtîna derekî biguhêre

 
Ajalên bejavî bi pîtîna derekî pir dibin.

Pîtîna derekî (bi înglîzî: external fertilization) bi taybetî di nav zîndewerên avî de rû dide. Ajalên ko bi pîtîna derekî pir dibin, endamê cotbûnê (çûk û ) lixwe nagirin.[3] Pirbûna zayendî ya bejaviyan (bi grekî: amphibian) û piraniya masiyan mînak e bo pîtîna derekî. Ji bo pîtîna derekî divê hawirdor avî be, bi vî awayî hêkexane ziwa û hişk nabe û sperm jî dikare di nav şileyê de ber bi hêkê ve bilive.[2] Beq ji pola bejaviyan e. Beqa mê û nêr gametên xwe (hêk û sperm) bi hemdemî (senkronî) ber didin nav avê, sperm û hêk li derveyî laşên zîndewer, di nav avê de digihîjin hev. Herwisa pirraniya masiyên bihestî jî mîna beqan bi pîtîna derekî pir dibin. Di pîtîna derekî de egera li hev rasthatina hêk û spermê gelek kêm e, loma beqa mê an jî mesiya mê bi hezaran hêk berdide avê. Bi vî awayî egera pîtîna hêkan zêde dibe.

Bi awayekî destkarî pîtîna derekî ji bo pirbûna mirovan jî tê bikaranîn. Ji dê û bavê hêkexane û sperm tên berhevkirin. Hêkexaneyên dayikê û spermên bavê li derveyî laşê dayikê tên pîtandin, paşê çend hêkên pîtandî di malzaroka dayikê de tên çandin û ducaniya asayî dest pê dike.[4]

Pîtîna navxweyî biguhêre

 
Di laşê mirov de pîtîn, di coga hêkê de rû dide.

Xişok, balînde û memikdar (şîrder) bi pîtîna navxweyî (bi înglîzî:internal fertilization) zêde dibin. Pîtîn di laşê mêyê de rû dide, loma şansê rastîhevhatina hêk û spermê zêde ye. Xişokên wekî mar û kûsî her carê bi qasê 30 heta 100 hêkan ber didin. Balînde bi gelemperî 4-5 hêk ber didin. Herî kêm şîrder hêk ber didin. Mînak, mirov bi gelemperî tenê yek hêkek ber dide bo pîtînê. Ji ber ko pîtîna hêkê, geşe û perisîna korpeleyê di laşê mêyê de rû dide, şansê geşebûna korpeleyê li gor ajalên din zêdetir e.[1]

Hin taybetmendiyên pîtînê biguhêre

  • Ajal û riwek bi gelemperî bi pirbûna zayendî zêde dibin. Pîtîn yek ji bingehînên serekî yê pirbûna zayendî ye.
  • Hêkexane û sperm wekî gamet tên navkirin û bi dabeşbûna miyozî çêdibin, loma xaneyên haploîdî ne.
  • Bi pîtînê, zîgot ji herdu bavan jî kromozom werdigire, loma zîgot xaneyek dîploîdî ye.
  • Bi gelemperî qebareya hêkexane ji ya spermê zêdetir e.
  • Bi gelemperî hêkexane westar in, ji bo cihguherinê qamçî lixwe nagirin.
  • Spermên ajalan qemçî lixwe digirin. Sperm bi alikariya qamçiya xwe, dikare bi awayekî çalak ber bi hêkexaneyê bilive û ajnî bike.
  • Gellekî sperm di rêya ber bi hêkexaneyê de dimirin û xwe nagihînin hêkexaneyê, loma ji bo zêdekirina egera pîtînê, di laşê zîndeweran de her car bi milyonan sperm tên derdan.
  • Di pîtîna derekî de divê sperm û hêkexane di heman demê de werin derdan.
  • Bi pîtînê, weçe ji herdu bavan jî zanyariyên bomaweyî(genetîk) werdigire loma weçe dişibe herdu bavanan.
  • Ji bo pîtîna derekî an jî pîtîna navxweyî pêdivî bi avê heye. Ji bo rûdana pîtînê divê hawirdora hêkexaneyê û spermê avî be. Sperm û hêkexane di hawira avî de dikarin bi hêsanî bilivin û cih biguherin. Herwisa di nav avê de hêkexane û sperm ji bandorên neyînî yên hawirdorê tên parastin. Dibe ko ev av bi qasî ava deryayê mezin an jî ji dolopek piçûktir be.

Pîtîna hêkexaneya mirov biguhêre

 
Hêkexane bi pêkhateyên parêzger dapoşrav e.

Di têkiliya zayendî de bi qasî 500 milyon sperm dikeve nav zêyê, lê ji wana tenê bi qasî çend hezar sperm digihîjin cogên hêkê. Hinek ji spermên nav zêyê, di nav 30 heta 60 xulekan de ji zêyê ber bi jor ve tên guhaztin.[5] Sperm ji zêyê derbasî malzarokê dibin, ji malzarokê jî derbasî nav cogên hêkê dibin. Di nav cogên hêkê de, heta beşa nêzikê kotahiya cogê tên guhaztin. Xaneya hêkê û sperm di beşa kûp (bi grekî: ampulla) a coga hêkê de rastê hev tên.[6] Hêkexaneya ji hêkdankê hatiye berdan, dikare bi qasî 24 saet zindî bimîne û were pîtandin[7]. Loma divê di dema hêkdananê an ji çend saet piştî hêkdananê di coga hêkê de sperm hebin. Sperm dikarin bi qasî 5 rojan di coga hêkê de sax bimînin. Li gor van esasan ji 4-5 roj berê hêkdananê heta çênd saet piştê hêkdananê egera rûdana pîtînê heye[7]. Ango ji bo mirovan, ji her çerxa mehaneyê de tenê 4-5 roj guncav e ji bo ducanmayînê.[6]

Pîtîn yek ji du cogên hêkê de rû dide. Guhaztina sperman bi alîkariya girjbûna masûlkeyên malzarokê û yên cogên hêkê rû dide. Masûlkeyên malzarok û yên cogên hêkê ji ber prostaglandînên nav tovavê han dibin.[8] Herwîsa di dema orgazma mê yê de ji hîpofîza paş a mêyê de hormona oksîtosîn (bi inglîzî: oxytocin) tê derdan, ev hormon jî masûlkeyên malzarok û cogên hêkê han dike bo girjbûnê.

Piştî hêkdananê, hêkexane di nav coga hêkê de, di qonaxa bêdengiyê de ye. Gava parzûnên xaneyê yên sperm û hêkexaneyê digihîjin hev û bi hev ve dizeliqin, dawî li bêdengiya hêkexaneyê tê. Ji endamokên nav hêkexaneyê, kalsiyum tê derdan, bi vî awayî xestiya kalsiyuma nav sîtoplazmaya hêkexaneyê zêde dibe. Kalsiyum dibe peyamber ji bo destpêkirina gelek guhertinan di çalakiya proteînan de.

Hêkexaneya nepîtandî bi pêkhateyên parêzger dapoşrav e. Pêkhateyên parêzger ên hêkexaneyên hemû zîndeweran ne heman e. Wekî mînak hêkexaneya jûjiyê avî (bi înglîzî: sea urchin) bi çînek jelatînî û perdeya vîtellînî (bi înglîzî: vitelline envelope) dapoşrav e. Hêkexaneya mirov û memikdarên din, bi çîna navçeya zelal û çîna xaneyên granuloza dapoşrav e. Ji bo rûdana pîtînê, divê sperm ji nav van pêkhateyên parêzger derbas bibe û bigihîje parzûna xaneyê ya hêkexaneyê. Ango di laşê mirov de, pîtîn bi sê qonaxên serekî rû dide[3];

1. Vekirina rêka spermê,

2. Yekbûna parzûnên xaneya sperm û hêkê,

3. Yekbûna navikan.

Divê sperm pêşî di nav xaneyên taca tîrojî de derbas bibe, paşê xwe bi navçeya zelal ve girê bide û bi alîkariya enzîmên xwe yên herisê, di nav navçeya zelal de rêkek ve bike ko derbasî nav hêkexaneyê bibe.[6]

Li beşa serî ya spermên mirov de endamokek kîsîkî ya bi navê akrozom (acrosome) heye. Akrozom enzîmên herisê lixwe digire[9]. Di navçeya zelal de wergirên bo girêdana sperman heye. Wergir taybet e ji bo cora zîndewerê.[10] Wekî mînak wergirên bo girêdana spermê yên hekexaneya masîyan û beqan ne yek in. Loma spermê masiyan nikare bi hêkexanya beqê ve were girêdan û pîtîn rû bide. Gava sperm nezîkê çînên parêzgêr dibe, xwe bi van wergiran ve girê dide û ji akrozomê enzîm der dide. Enzîm navçeya zelal têkdişkîne bi vî awayî ji bo derbasbûna spermê, kunikek ve dibe. Sperm di nav kunikê de xwe digihînê parzûna xaneyê ya hêkexaneyê.[7] Parzûna xaneyê ya spermê bi ya hêkexaneyê ve dizeliqe. Ser û navendeparçeya spermê dikeve nav hêkexaneyê, kilik (qemçî) li derve dimîne. Heta pîtinê, hêkexaneya negihîştî di qonaxa oosîta duyem de ye. Hema bi pîtînê re, dabeşbûna miyozî didome, oosîta duyem dabeş dibe, hêkexaneya gihîştî û cemseretena duyem (bi înglîzî: second polar body) peyda dibe. Cemseretena duyem tê avêtin. Bi vî awayî hêkexaneya gihîştî ya bi 23 kromozoman, hewla pîtandinê dike. Di heman demê de di nav hêkexaneyêde serê spermê dihele û 23 kromozomên spermê li ba kromozomên hêkê rêz dibin, hêka pîtandî ya bi 46 kromozomî, ango zîgot peyda dibe.[5]Temasa spermê ya bi hêkê, ji bo perisîna korpeleyê, di hêkê de hin karlêkan (reaksiyonan) dide destpêkirin.[2]

Bi kirdara pîtînê, hêkexane li gel 23 kromozomên spermê, sentrozoma spermê jî werdigire.[11] Di nav navendeparçeya spermê de hinek mîtokondrî jî dikevin nav hêkexaneyê, lê hêkexane van mîtokondriyan bi kar naîne û tevlê zîgotê nake.[10] Ango ji nêrê bi navbeynkariya spermê, 23 kromozom û sentrozomek derbasî zîgotê dibe. Li gel 23 kromozoman, hemû endamok, sîtoplazma û xurek ji hekexaneya mêyê derbasî zîgotê dibe. Mîtokondriyên xaneyên mirov kopyayên mîtokondriyên dayikê ne.[12]

Rêgirtina firespermîyê biguhêre

Gava spermek bi parzûna xaneyê ya hêkexaneyê ve dizeliqe, pêvajoya rêgirtina firespermiyê (bi înglîzî: polyspermy) dest pê dike. Bi vê pêvajoyê, rê li ber spermên din tê girtin ko nekevin nav hêkexaneyê.

Bi du rêbazan rê li ber firesperiyê tê girtin.

Bi guherîna cogên sodyumê berbesta yekem a bi lez tê avakirin. Girêdana sperma yekem a bi hêkexaneyê ve, dibe sedema vebûna cogên sodyumê. Sodyum ber bi nav hêkexaneyê diherike û cemseriya parzûna xaneyê hildiweşe, ango berevajîbûna cemsergiriyê (bi înglîzî: depolarization) rû dide. Gava di parzûna xaneyê ya xêkexaneyê de berevajîbûna cemsergirî rû dide, êdî spermên nû nikarin xwe bi hêkexaneyê ve girê bidin. Rebaza yekem a rêgirtina sperman bi lez rû dide, di nav xulekek de cemsergiriya xêkexaneyê disa tê avakirin û rebaza yekem bêbandor dibe.

Di dema berevajîbûna cemsergiriyê de, li gel sodyumê, îyonên kalsiyumê jî diherrikin nav sîtoplazmaya hêkexaneyê. Kalsiyum rêbaza duyem a rêgirtina firespermiyê han dike.

Ji bo rêgirtina derbasbûna sperman, rebaza duyem wekî karlêka tûkilî (bi înglîzî: cortical reaction) tê navkirin.

Li aliyê navî, li nezîkê parzûna xaneyê ya hêkexaneyê de, danikên tûkilî (bi înglîzî: cortical granules) heye. Danikên tûkilî enzîmên taybet lixwe digirin. Piştî sperma yekem bi wergirên ser hêkêxaneyê ve tê girêdan, hêkexane han dibe bo derdena kalsiyumê. Ji retîkûlûma endoplazmî kalsiyum tê derdan, di nav sîtoplazmaya hêkexaneyê de xestiya kalsiyumê zêde dibe. Ji ber xestiya kalsiyume danikên tûkilî enzîmên xwe der didin navbera parzûna xaneyê ya hêkexaneyê û navçeya zelal. Enzîmên danikên tûkilî wergirên bo girêdana spermê hildiweşînin, bi vî awayî spermên nû nikarin xwe bi parzûna xaneyê ya hêkexaneyê ve girê bidin.[8]

Ji bo pîtîna hêkê tenê pêdiviya bi yek spermek heye. Lê di têkiliya zayendî de her carê bi avêtinê bi milyonan sperm di nav zêyê de tên berdan. Gelo çima evqas sperm tên berhemkirin û avêtin?.

Sedema yekem, di laşê mêyê de mirina sperman e.

Coga zaûzê ya mêyê (zê, malzarok û cogên hêkê) hawidorek neguncav e ji bo sperman. pH ya hawirdorê û bergiriya xirokên spî dibin sedema mirina gellek sperman. Herwisa di laşê mêyê de du cogên hêkê heye, lê di her çerxa mehane de bi hêkdananê, tenê yek hêkexane tê berdan. Ango nîvê sperman ber bi coga hêkê ya vala diçin û dimirin. Dawiya dawî ji milyonan sperman tenê çend sed sperm digihîjin hêkexaneyê.

Sedema duyem jî ji bo têkşikestina navçeya zelal e.

Spermek bi tena serê xwe nikare navçeya zelal kun bike û jê derbas bibe. Ji bo derbasbûna spermek divê ji gellek sperman, enzîma akrozomê bêne derdan ku navçeya zelal were têkşikestin.[8]

Gava sperm ji laşê nêrê tên avêtin û di coga zaûzêya mêyê de ne, hê bi têra xwe negihîştî ne û nikarin hêkexaneyê (oosîta duyem) bipîtînin. Divê sperm werin tiwanekirin( bi înglîzî: capacitation). Tîwanekirina sperman di coga zaûzêya mêyê de di çend saetan de pêk tê.[13] Di dema tiwanekirina spermê de, qatek glîkoproteîn û hin proteîn ji parzûna plazmayê ya ser beşa akrozomê tên avêtin.[9]Bi vî awayî derdana enzîmên akrozomî hêsantir dibe. Her wisa bi tiwanekirinê, çalakiya qemçiya spermê jî zêde dibe, sperm hê bi leztir ber bi hêkexaneyê ajnî dike.[14]

Pîtîn li cem ajalan biguhêre

Pîtîn li cem riwekan biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b c Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  3. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  5. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  6. ^ a b c Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  7. ^ a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  8. ^ a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  9. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  10. ^ a b Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  11. ^ Gilbert SF. Developmental Biology. 6th edition. Sunderland (MA): Sinauer Associates; 2000. Gamete Fusion and the Prevention of Polyspermy. Available from: [1]
  12. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  13. ^ Ruffenach, Stephen, "Sperm Capacitation". Embryo Project Encyclopedia ( 2009-07-07 ). ISSN: 1940-5030 https://hdl.handle.net/10776/1938
  14. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.