Çerxa mehane (bi înglîzî: menstrual cycle) navê pêvajoya bûyerên rîtmî ne ko di koendama zaûzê ya mêyan de, di destpêka temenê pêgihîştinê heta menopozê, mehê carek dûbare dibin.

Di laşê meyên temenê pêgihîştî de çerxa mehane 28 roja carek dubare dibe.

Hêkdank û malzarok du pêkhateyên bingehîn in ji bo koendama zaûzê ya mêyan. Ji bo rûdana ducanîbûnek biserkeftî, divê hêkdank û malzarok di nav têkilîyê de bin û bi awayekî ahengî kar bikin.[1]

Mînak: heke xaneya hêkê di hêkdankê de biperise û di coga hêkê de were pîtandin, lê navpoşê malzarokê bi têra xwe stûr nebe, hêkapîtandî nikare xwe li navpoşê malzarokê biçeqînê. Ango derfeta ducanîmayinê peyda nabe. Hemahengiya xebatên hêkdank û malzarokê ji aliyê hormonan ve tê rêkxistin.[2]

Çerxa mehane ya cara ewil, nîşana destpêka temenê pêgihîştinê (herzekarî) ye û bi gelemperî di temenê 12 - 14 salî de dest pê dike.[3]Destpêka temenê pêgihîştinê (bi înglîzî: puberty) ji ber zanyariyên bomaweyî û bandorên hawirdorê dibe ko li nav mirovan de ne yek be. Çerxa mehane heta temenê 45-50 salî bi awayekî asayî didome, paşê hêdî hêdî rîtma wê xira dibe, di salên menopozê de çerxa mehane bi awayekî mayînde radiweste.[4]

Çerxa mehane di roja yekem a xwîndîtinê dest pê dike heta roja yekem a xwîndîtina meha din didome. Ango hejmara rojên di navbera roja destpêk a xwîndîtinek heta xwîndîtina meha din, dirêjiya dema çerxa mehaneyê diyar dike.[5]

Dirêjiya dema çerxa mehaneyê bi gelemperî 28 roj e.[6] Lê dibe ko ji ber hin sedeman, dirêjiya vê demê biguhere bo 20 heta 40 rojan.[7] Di mêyan de du hêkdank heye, lê di her çerxa mehaneyê de yek hêkdank çalak dibe. Ango hêkdank dor bi dor di pêvajoya çerxa mehne ya de cih digirin.

Çerxa mehane ji du çerxên cuda; çerxa hêkdankê( bi înglîzî: ovarian cycle) û çerxa malzarokê (bi înglîzî: uterine cycle) pêk tê. Çerxa hêkdankê guherînên çikildanên hêkadankê rêk dixe, li gel karê perisîn û derdana hêkê, karê amedekirina şaneyên rijênan jî bi rê ve dibe. Çerxa hêkdankê ji qonaxa çikildanê, qonaxa hêkdananê û qona tenê zer pêk tê.

Çerxa malzarokê guherînên navpoşê malzarokê rêk dixe, karê amadekirin û domandina stûriya navpoşê malzarokê bi rê ve dibe.[8]Çerxa malzarokê ji qonaxa xwîndîtinê, qonaxa stûrbûne û qonaxa derdanê pêk tê.[9]

Her çiqas çerxa mehane ji çerxa hêkdank û çerxa malzarokê pêk were jî, bi gelemperî pêvajoya çerxa mehane di çar qonaxan de tê pêşkêşkirin. Ev çar qonax guherînên li hêkdank û yên li malzarokê lixwe digirin.

Qonaxa xwîndîtinê

biguhêre

Heke xaneya hêkê di coga hêkê de rastê sperman neyê, ango pîtîn rû nede, tenê zer hildiweşe[3]. Bi hilweşîna tenê zer, asta rêjeya hormonên procesteron û êstrocen ji nişka ve dadikeve. Ji ber kêmbûna hormonan, xwînberên firehbûyî yên navpoşê malzarokê (bi latînî: endometrium) teng dibin, herrika xwînê kêm dibe, navpoşê malzarokê ji xwînê bêpar dimîne. Kêmbûna herrika xwînê dibe sedema hilweşîna navpoşê malzarokê. Di heman demê de masûlkeyên malzarokê girj dibin. Xwîn ji xwînberan belavê nav şane û şileya navpoşê malzarokê dibe. Di encamê de xwîndîtin (bi înglîzî: menstruation) rû dide.

Şileya xwînditinê ji derdanên rijênên navpoşê malzarokê, xaneyên navpoşê malzarokê, xwîna ji xwînberên malzarokê û xaneya hêkê ya nepîtandî pêk tê.[3] Di qonaxa xwîndîtina asayî de bi qasî 25 heta 60 mîlîlître xwîn ji laş tê avêtin.[10] Pirraniya xwînê di sê rojên ewil a xwîndîtinê de tê berdan.[11]

Şileya xwîndîtinê ji malzarokê ber bi zêyê tê derdan. Qonaxa xwîndîtinê bi qasî 3 heta 5 roj didome[12], di heman demê de di hêkdankê de çikildanên nû dest bi perisînê dikin. Di roja yekem a xwîndîtinê de çerxa mehane bi dawî dibe û roja yekem a çerxa mehane ya nû dest pê dike.[13] Heke ducanî rû bide, çerxa mehane radiweste. Piştî zarokanînê heke dergûş tenê bi şîrê dayikê were xwedîkirin, dibe ko çerxa mehane heta ji şîr ve kirinê (dawî anîna mijandinê) dest pê neke.

Qonaxa çikildanê

biguhêre
 
Hormonên FSH û LH perisînan çikildanê didin destpêkirin

Guhrînên li hêkadankê

biguhêre

Çikildanên hêkdankê pêkhateyên derdanî ne û di tûkila hêkdankê de cih digirin. Her çikildanek dişibe kîsikek. Dîwarê kîsikê ji xaneyên granuloza pêk tê. Di hundirê kîsikê de xaneya hêkê ya negihîştî cih digire.[14] Di her hekdankek de bi hezaran çikildanên hêkdankê cih digirin. Di destpêka vê qonaxê de çikildanên hêkdankê ji çikldanên pêşîn û çikildanên yekem pêk tê[9] Qonaxa çikildanê bi qonaxa xwnîdîtinê dest pê dike heta roja hêkdananê didome.[15] Ango dirêjiya qonaxa çikildanê bi qasî 14 roj e.

Qonaxa çikildanê bi derdana hîpotalamusê dest pê dike. Ji hîpotalamusê hormona derpirandinê ya rijênên zaûzê (GnRH) tê derdan. Hormona derpirandinê hîpofîza pêş han dike bo derdana hinek FSH û LHyê. Hormona handerê çikildanê (FSH) bandor li çikildanên hêkdankê dike[13], bi qasî 20 çikildan diperisin.[16] Di roja heftan a qonaxa çikildanê de ji nav 20 çikildanan, çikildanek ji yên din hê pirtir diperise û dibe çikildana serdest.[4] Ji vê çikildanê hinek êstrocen û înhîbîn tên derdan. Êstrocen bi paşragihandina neyînî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike û rê li ber derdana FSH û LHyê digire, bi vî awayê di xwînê de rêjeya FSH û LH di astek nizim de dimîne. Kêmbûna xestiya FSHyê perisîna çikildanên din radiwestîne. Çikildana serdest hê pirtir diperise, gir dibe û êstrocen der dide. Xestiya êstrocena nav xwînê her diçe zêdetir dibe. Zêdebûna êstrocenê bi paşragihandina erenî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike bo derdana FSH û LHyê. Bi taybetî derdana hormona handerê tenê zer (LH) hê zêdetir dibe. Li ser xaneyên çikildanê, wergirên bo hormona LHyê hene. Bi bandora LHyê perisîna çikildanê didome û çikildanek pêgihîştî peyda dibe. Çikildana pêgihîştî ber bi rûyê derve yê tûkila hêkdankê dilive, qonaxa çikildanê dawî dibe û qonaxa hêkdananê dest pê dike.[13]

Oosîta yekem a çikildana serdest, di qonaxa çikildanê de pêvajoya miyoza yekemê diqedîne û oosîda duyem a haploîdî peyda dibe. Paşê di oosîda duyem de miyoza duyem dest pê dike, lê miyoza duyem di qonaxa metafazê de radiweste.[17] Ango gava xaneya hêkê ji hêkdankê tê derdan, miyoza duyem hê temam nebûye. Heke di coga hêkê de, xaneya hêkê rastê spermê were û pîtîn rû bide, miyoza duyem jî didome, lê heke pîtîn rû nede vê gavê, oosîda duyem beyî ko miyoza duyem temam bibe, ji laş tê avêtin.

Guherînên li malzarokê

biguhêre

Di nav xwînê de bilindbûna xestiya êstrocenê, birînên navpoşê malzarokê û xwînberên ziyangirtî yên ji çerxa mehaneya berê baş dike[2]. Herwisa êstrocen di xaneyên navpoşê malzarokê de dabeşbûna mîtozê dide destpêkirin. Derdana lincemade zêde dibe. Di vê qonaxê de rijênên malzarokê jî diperisin lê çalak nabin. Ji ber ko xaneyên navpoşê malzarokê pir dibin, lûleyên xwînê zêde dibin, dîwarê malzarokê stûr dibe û dişibe îsfencê, ev qonax wekî qonaxa stûrbûnê (bi înglîzî: proliferative phase) tê navkirin.[16] Qonaxa stûrbûnê di malzarokê de, qonaxa çikildanê jî di hêkdankê de di heman demê de rû dide. Qonaxa stûrbûnê li dawiya qonaxa xwîndîtinê dest pê dike heta hêkdananê, bi qasî 10 roj didome.[18]

Qonaxa hêkdananê

biguhêre
 
Bilindbûna xestiya LHyê hêkdananê han dike.

Berê hêkdananê, hormonên procesteron û êstrocen malzarokê han didin bo amadekirina çeqîna embriyoyê û destpêkirina ducaniyê[13] Di xwînê de zêdebûna xestiya êstrocenê, hîpotalamusê han dike ko hê zêdetir GnRH der bide. Zêdebûna GnRH bandor li hîpofîza pêş dike, bi vî awayê hê zêdetir hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. Xestiya LHyê zêde dibe, ji ber bandora LHyê çikildana pêgihîştî dipeqe, xaneya hêkê (oosîta duyem) û şileya çikildanê ji çikildana qelişî, ber bi coga hêkê tên berdan. Peqîna çikildan û avêtina hêkê wekî hêkdanan (bi înglîzî: ovulation) tê navkirin. Bi gelemperî qonaxa hêkdananê di roja 14mîn a çerxa mehaneyê de rû dide. Di qonaxa hêkdananê de êşa zik peyda dibe. Kîjan hêkdank çalak be ew beşa zik diêşê. Herwisa di dema hêkdananê de asta germahiya laş jî piçek bilind dibe[16]

Qonaxa tenê zer

biguhêre
 
Ji tenê zer procesteron tê derdan bo navpoşê malzarokê

Guherînên li hêkdankê

biguhêre

Piştê hêkdananê, paşmayiyên çikildanê (xaneyên çikildanê) diguherin bo pêkhateyek derdanî ya bi navê tenê zer. Bi hankirina LHyê, ji tenê zer hormona procesteron û êstrocen tê berhemkirin û derdan. Bi vî awayê her ko diçe rêjeya êstrocen û procesteronê zêde dibe. Zêdebûna van hormonan, bi paşragihandina neyînî bandor li hîpotalamus û hîpofîzê dike, derdana LH û FSHyê kêm dike. Temenê tenê zer 14 roj e. Qonaxa tenê zer ji roja 15mîn heta roja 28mîn a çerxa mehane didome.[4]

Ber bi dawiya qonaxa tenê zer, ji ber rêjeya kêm a FSH û LHyê tenê zer hildiweşe. Hilweşîna tenê zer dibe sedema kêmbûna xestiya êstrocen û procesteronê. Kêmbûna xestiya FSH û LHyê, hîpotalamus û hîpofîzê ji bandora neyînî ya van hormonan xilas dike. Bi vî awayê ji hîpofîzê bi têra xwe FSH tê derdan ko bandor li ser hêkdanê bike bo perisîna çikildanên nû.[13]

Guherînên li malzarokê

biguhêre

Bi bandora hormonên êstrocen û procesteronê, xwînberên malzarokê bi şêweyê lûlpêç fireh dibin, rijênên malzarokê gir dibin. Ji van rijênan bo embriyoyê şilemeniya xurek tê derdan. Şileya derdanê bi glîkocen dewlemend e.[5]Loma ev qonaxa malzarokê wekî qonaxa derdanê (bi înglîzî: secretory phase)tê navkirin.[17] Derdana xurek hê ko embriyo li nav diwerê malzarokê cih nebûye dest pê dike. Bi taybetî di xwînê de xestiya bilind a procesteronê hê pirtir bandor li ser qonaxa derdanê ya malzarokê dike.

Bi kurtî pêvajoya çerxa mehane

biguhêre
 
Çerxa mehane ji çerxa hêkdank û çerxa malzarokê pêk tê.

Di laşê mêyan de çerxa mehane bi destpêka salên temenê pêgihîştinê dest pê dike heta salên menopozê didome.

Di laşê mêyan de berhemkirina xaneya hêkê û amadekirina laşê mêyê bo ducaniyê, du erkên sereke yê çerxa mehane ye.

Çerxa mehane ji qonaxa xwîndîtine, qonaxa çikildanê, qonaxa hêkdananê û qonaxa tenê zer pêk tê.

Ji ber ko di qonaxa xwînditinê de ji zêyê xwîn tê, qonaxa xwîndîtinê qonaxa herî berçav a çerxa mehane ye.[9]

Roja yekem a dîtina xwînê wekî destpêka çerxa mehaneyek nû tê hesîbandin.

Her Çerxek mehane bi qasî 28 roj didome.

Di qonaxa xwîndîtinê de hêka nepîtandî, şaneya navpoşê malzarokê û hinek xwîn tê avêtin.

Qonaxa çikildanê bi derdana hormonên FSH û LHyê dest pê dike. Di hêkdankê de komek çikildan dest bi geşbûnê dikin û êstrocen der didin. Di heman demê de navpoşê malzarokê jî dest bi stûrbûnê dike.

Di xwînê de xestiya LHyê zêde dibe, di hêkdankê de çikildanek diperise û dibe çikildana pêgihîştî. Çikildana pêgihîştî dipeqe, xaneya hêkê ya nav çikildanê derbasê nav coga hêkê dibe.

Xaneyên çikildana peqiyayî di hêkdankê de dimînin û diguherin bo tenê zer.

Di qonaxa tenê zer de, ji tenê zer procesteron tê derdan, procesteron stûriya navpoşê malzarokê diparêze.

Heke xaneya hêkê di coga hêkê de rastê spermê were, pîtîn rû dide zîgot derbasê malzarokê dibe û xwe di navpoşê malzarokê de diçeqîne, bi vî awayê ducanî dest pê dike û çerxa mehane radiweste.

Na heke sperm tune be û xaneya hêkê neyê pîtandin, tenê zer hildiweşe, xestiya procesteronê kêm dibe loma navpoşê malzarokê ji rûyê malzarokê diqete, ango xwîndîtin rû dide. Bi dîtina xwînê çerxa mehaneyek nû dest pê dike. Xwîndîtin bi qasî 5 roj didome.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  2. ^ a b Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  3. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. ^ a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  5. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork
  8. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  9. ^ a b c Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  10. ^ Bruce A. Lessey, Steven L. Young, in Yen & Jaffe's Reproductive Endocrinology (Seventh Edition), 2014
  11. ^ Shlomo Melmed MB ChB, MACP, in Williams Textbook of Endocrinology, 2020
  12. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  13. ^ a b c d e Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  14. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  15. ^ Reed BG, Carr BR. The Normal Menstrual Cycle and the Control of Ovulation. [Updated 2018 Aug 5]. In: Feingold KR, Anawalt B, Boyce A, et al., editors. Endotext [Internet]. South Dartmouth (MA): MDText.com, Inc.; 2000-. Available from: [1]>
  16. ^ a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  17. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  18. ^ Clayton, Stanley George. "menstruation". Encyclopedia Britannica, 8 Aug. 2019, [2]. Accessed 18 February 2022.