Hormona handerê çikildanê

Hormona handerê çikildanê (bi inglîzî: follicle-stimulating hormone (FSH)) yek ji gonoadotropînan e ko di hîpofîza pêş a mê û nêran de tê berhemkirin û derdan.

Derdana hormonên zaûzê yê nêr û mêyan

Pêkhateya FSHyê biguhêre

Koma hormonên ko di hîpofîza pêş de tên derdan û bandor li ser rijênên zaûzê (hêkdank an jî gun) dikin, wekî gonadotiropîn tên navkirin. Hormona handerê çikildanê (FSH) û hormona handerê tenê zer (LH), hormonên gonadotropîn in.[1] Ji bo hormona handerê çikildanê kurtenavê FSH tê bikaranin.

FSH hormonek proteînî ye, ji zincîra polîpeptîdan pêk te, lê ji ber ko koma karbohîdrat jî li zincîra polîpeptîdan girêdayî ye, FSH wekî hormona glîkoproteînî tê navkirin.[2] Glîkoproteîna FSHyê ji du polîpeptîdan pêk tê; bêşa- α û bêşa- β . Bêşa- β ji 118 asîdên amînî, bêşa- α jî ji 92 asîdên amînî pêk tê.[3] FSH bi bandora hormona derpirandinê (bi înglîzî: gonadotropin-releasing hormone (GnRH)) di hîpofîza pêş de tê berhemkirin û derdan.[4] Temenê nîvbûnê (bi înglîzî: half-life) bo FSHyê bi qasî 3 heta 4 saet e.[3] Ango FSH di laş de tê têkşikestin û her 3-4 saetan carek, mêjara wê dadikeve nîvê. Bi vê awayê bandora wê jî kêm dibe.

FSH li nêran û mêyan de bi temenê pêgihîştênê şûnve, di heman cihê de; di hîpofîzê de tê berhemkirin û derdan, lê endama armanc ji bo FSHya mê û nêrê ne yek e.

FSH navê xwe ji erkê xwe ya di laşê mêyan de digire. Di hêkdankan de bandor li ser perisîna çikildanan dike, loma ev hormon wekî hormona handerê çikildanê tê navkirin.[5] Bi temenê pêgihîştinê şûnve di laşê mê û nêran de rêjeya FSHyê zêde dibe. Ji bo derdana FSHyê, ji hîpotalamusê hormona derpirandinê (GnRH) tê derdan, ev hormon hîpofîzê han dike bo derdana FSH. Hormona handerê çikildanê ji hîpofîzê, bi navbeynkariya xwînê ber bi rijênên zaûzê ve tê veguhêztin.

Erkê FSHyê di laşê nêran de biguhêre

Ji bo FSHya nêran endama armanc gun e. FSH ji hîpofîzê bi navbeynkariya xwînê tê guhêztin bo gunan.

Di gunên nêran de bandora FSHyê li ser xaneyên Sertolî yên li dîwarê spermeborrîkeyan e. FSH bi wergirên ser xaneyên Sertolî ve tê girêdan û spermatogenesîsê dide destpêkirin.[6] FSH û testosteron bi hev re kar dikin bo perisîna xaneyên spermê. Herwisa FSH xaneyên Sertolî han dike bo derdana hormona înhîbîn. Înhîbîn bandor li hîpofîzê dike û rê li ber derdana FSHyê digire, bi vî awayê derdana FSH tê rêkxistin.[2]

Erkê FSHyê di laşê mêyan de biguhêre

Endama armanc a FSHya mêyan hêkdank e. FSH di nav xwînê de ji hîpofîzê digihîje hêkdankan. FSH di hêkdankan de perisîna xaneya hêkê û çikldanan han dide.[7] Xaneyên hêkê bi xaneyên granuloza dorpêçî ne. Li ser xaneyên granuloza wergirên taybet hene ji bo FSHyê. FSH bi wergirên li ser xaneyên granuloza ve tê girêdan û perisîna xaneya hêkê û çikildanê dide destpêkirin. Her wisa FSH ji çikildanan, derdana hormona êstrocen jî han dike.[8] Ji xaneyên çikildanê li gel hormona êstrocenê, hormona înhîbîn jî tê berhemkirin. Înhîbîn derdana FSHyê kêm dike.[9]

Rêkxistina asta FSHya xwînê biguhêre

Rêjeya FSHya nav xwînê bi rêbaza paş ragîhandinê tê rêkxistin.

Di laşê mêyan de biguhêre

Di mêyan de derdana FSH ji aliyê hormona êstrocen (bi înglîzî: estrogen), procesteron (bi înglîzî: progesterone) û înhîbîn (bi înglîzî: inhibin) ve tê rêkxistin. Gava rêjeya êstrocen a nav xwînê piçek nizm be, ev rewş hîpotalamusê han dike bo derdana FSHyê, eva paşragihandina erenî ye (bi înglîzî: positve feedback). Lê dema asta rêjeya êstrocen an ji înhîbîna xwînê bilind dibe, vê gavê bi paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback) rê li ber derdana hormona derpirandinê tê girtin.[10]

Yek ji rêbazên rêgirtina ducaniyê jî bi navbeynkariya heban, avakirina paşragihandina neyî ya destkarî ye. Dermanên ji hormona êstrocen û procesteron pêk tê, bi şêweyê heb tên bikaranin. Gava ev heban tên xwarin, di xwîna mêyê de rêjeya êstrocen zêde dibe. Bi kêmbûna FSH û LHê xaneya hêkê û çikildan naperisin, bi vî awayê egera rûdana dûcaniyê namîne[11].

Di laşê neran de biguhêre

Heke di xwînê de asta rêjeya testosteron bilind bibe, ev rewş rê li ber hîpotalamusê digire ko hormona derpirandinê der nede. Bi kêmbûna derdana hormona derpirandinê, ji hîpofîzê derdana FSH jî kêm dibe. Herwîsa zêdebûna testosteronê jî bandora paşaragihandina neyînî dike ji bo derdana FSH. Heke asta testosteronê ya nav xwînê bilind be, testosteron bi tena serê xwe dikare jî hîpofîzê derdana FSHyê rawestîne.[12] Gava xaneyên Sertolî tên handerkirin, ji van xaneyan hormona Înhîbîn tê derdan. Hormona înhîbîn bi paşragîhandina neyînî derdana FSHyê dide rawestandin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Utiger, Robert D.. "gonadotropin". Encyclopedia Britannica, 24 Jan. 2012, [1]. Accessed 21 January 2022.
  2. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  3. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  4. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  5. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  6. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  7. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  8. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  9. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  11. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  12. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).