Pîtandin

yekbûna navika hêkê bi navika tovê(sperm) ve wekî pîtandin bi nav dibe. Hêka pîtandî jî wekî zîgot tê navkirin. Piştê pîtandina hêkê, zîgot dest bi dabeşbûna mîtozî dike û hejmara xaneyên zîndewer zêde dibe

Yekbûna navika hêkê bi navika spermê ve wekî pîtîn an jî pîtandin bi nav dibe. Hêka pîtandî jî wekî zîgot tê nav kirin. Piştê pîtandina hêkê, zîgot dest bi dabeşbûna mîtozî dike û hejmara xaneyên zîndewer zêde dibe. Pîtandin yek ji bingehînên serate yên pirbûna zayendî ye. Du corê pîtandinê heye; pîtandina dererekî (bi înglîzî: external fertilization) û pîtandina navxweyî (bi înglîzî:internal fertilization).

Hêk bi spermê tê pîtandin

Pîtandina derekîBiguherîne

 
Pîtandina derekî

Bi taybetî zîndewerên avî yên wekî masî û beq bi pîtandina derekî pir dibin. Ji boy pîtandinê, beqa mê û ya nêr gametên xwe (hêk û sperm) bi hemdemî (senkronî) berdidin nav avê, sperm û hêk li derveyî laşên zîndewer digihîjin hev. Di pîtandina derekî de egera li hev rasthatina hêk û spermê gelek kêm e, loma beqa mê bi hezaran hêk berdide avê. Bi vî awayê egera pîtandina hêkan zêde dibe.

Pîtandina navxweyîBiguherîne

 
Di pîtina navxweyî de sperm di nav coga hêkê de rastê hêkê tê û hêkê dipitîne

Zîndewerên bejayî û hin zîndewerên avî bi pîtandina navxweyî pir dibin. Ango pîtandin di hindirê laşê mêyê de pêk tê. Firsenda pîtandina hêkê gelek zêde ye, loma di rêya hêkê de tenê hêkêk gewrebûyî heye.

Girêdanên derveBiguherîne