Guhaztina tozkulîlkan (bi înglîzî: pollen) ji porgê nêrîkê bo kospa mêyika heman cor kulîlkê, wekî perîn (bi înglîzî: pollination) tê navkirin.

Kulîlka ko endamên nerîneyê û mêyîneyê lixwe digire, wekî kulîlka nêremok tê navkirin.
Perîna xweyî rê li ber çeşiddariyê digire
Mêşhingiv perînerên sereke ne.

Tozkulîk danikên (bi înglîzî: granule) pir hûrikin, di porgê nêrikê de, di kîsikên tozkulîlkê de tên berhemkirin. Tozkulîlkek du heb xane lixwe digire, piştî perînê yek ji van xaneyan diguhere û dibe sperm.

Ji bo pîtina hêkê bi spermê ve, divê sperm û hêka riwekê bigihîjin hev. Ji bo pîtînek serkeftî rû bide, bi mîlyonan danikên tozkulîlk tên berhemkirin û belavkirin.[1]

Di jîngehê de perîna riwekan bi du şêweyê rû dide, perîna xweyî (bi înglîzî: self pollination) û perîna têkel (bi înglîzî:cross pollination)

Heke tozkulîlk ji porgê kulîlkê bo kospa heman kûlîlkê an jî bo kospa kulîlkek din a heman riwekê ve werin guhaztin, ev perîn wekî perîna xweyî tê navkirin. Ango di perîna xweyî de hekok ji aliyê sperma tozkulîlka heman riwekê ve tê pîtandin.[2]

Heke tozkulîlk ji porgê kulîlkek ber bo kospa kulîlka riwekek din a heman corê ve were guhaztin, ji vê perînê re tê gotin perîna têkel.[3] Di perîna têkel de sperm û hêk ne ji heman riwekê lê ji riwekên heman corê ne.

Perîna xweyî rê li ber çeşîddariyê digire, loma riwek bi gelemperî bi perîna têkel pir dibin.[2] Bi vî awayî çeşîddariya wêçeyan dabîn dikin ko weçe ji guherînên neyînî yên hawirdorê werin parastin.

Perîna ko di bin kontrola mirov de rû dide, wekî perîna destkarî (bi înglîzî: artificial pollination) tê navkirin. Gregor Mendel bi perîna destkarî li ser riweka polkeyê de taqiyên perîna xweyî û perîna têkel saz kir.[4]

Hokarên navbeynkariya guhaztina tozkûlîlkan dikin wekî perîner (bi înglîzî: pollinator) tên navkirin.[1] Di jîngehê de zîndewerên wekî mêşhingiv, hin corên kêzikan û balînde perînerên serekî ne ko tozkulîlkan ji porgê kûlîlkê diguhazînên bo kospa kûlîlkê. Li gel zîndeweran, hokarên nezindî yên wekî ba, baran, hêza erdkêşê û av jî tozkulikan belavê hawirdorê dikin.[5]

Riwek şîrîniyek a binavê nektar berhem dike û ji kûlîlkên xwe der dide.[6] Li gel rengê pelên tacokeyê, bêhn û çêja nektarê, perîneran han dike ko serdana kulîlkan bikin.[7][8]. Mêşhingiv yek ji perînerên sereke ne. Gava mêşhingiv li ser kulîlkê nektar û tozkulîlk berhev dike, hinek tozkulîlk ji porgê nêrikê li per (bask), pûrt û çîpên mêşhingivê dizeliqe. Mêşhingiv ji kulîlkê dîfîre ser yeka din û tozkulîlkên pê ve zeliqandî, dikişîne ser kospa kulîlkek din. Bi vî awayî spermên di nav tozkulîlkên kulîlkekê, bi hêkokên kulîlkek din ve tên pîtîn.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  2. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  5. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  7. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. ^ Meeuse, Bastiaan J.D.. "pollination". Encyclopedia Britannica, 17 Apr. 2022, [1]. Accessed 14 January 2023