Hevzalbûn (bi înglîzî: codominace) rewşa ko rûxsarebabeta bavanên yekreg bi hev re di rûxsarebabeta weçeyên dureg de xuya dibin. Di weçeyan de xuyabûna rûxsarebabetên bavan ne bi awayekî têkilê hev û navincî, lê bi awayekî belekî xuya dibin.[1]

Peydabûna golika belek ji ber hevzalbûna rengê spî û reş ê bavanan e.
Hezalbûna rengê sor û spî di kulîlkê bavanan de weçeyên belek ên sorûspî peyda dike.

Hevzalbûn di riwek û ajalan de rewşek bomaweyî ye ko du allelên cuda yên heman sîfetê di rûxsarebabeta weçeyan de bi heman rêjeyê xuya dibin. Ango herdu allel jî her wekî allela zal dixebitin, lê bi eslê xwe di navbera van allelan de zalbûn û bezîwbûn tune.[2] Di hevzalbûnê de rûxsarebabeta weçeyan, rûxsarebabeta herdu bavanan jî lixwe digire.

Di mirov de sîstema MN ya komeleya xwînê mînak e bo hevzalbûnê. Sîstema MN ya xwînê ji aliyê du allelan,allelên M û N ve tê birêvebirin. Kesên ko herdu allelên wî M ye, li ser xaneyên xirokên sor ên wan de dijetena M heye. Kesên ko herdu allelên wan N ye, li ser xirokên sor ên xaneyên xwîna wan de dijetena N heye. Ango kesên bi komeleya M an jî N yekreg in. Kesên dureg, ango kesên allelên M û N lixwe digin, li ser xirokên sor ê xaneyên xwîna wan de herdu dijenten, dijetena M û dijetena N cih digire.[3]

Herwisa di sîstema AB0 a komeleya xwînê de allelên A û B jî hevzalê hev in. Heke weçe ji bavanek allela A, ji bavanê din jî allela B werbigire, vê gavê komeleya xwîna weçeyê wekî AB tê navkirin.[4]

Hevzalbûn li gel mirovan, di riwekan de, di dewar, mirîşk û ajalên din de jî tê dîtin. Mînak heke çêlekek reş bi gayek spî re cot bibe, golikêk belek a reşûspî peyda dibe. Rengê golikê rengê herdu bavanan jî lixwe digire.

Heke weçeyên F1 ên ko di rûxsarebabeta xwe de hevzalbûn nîşan didin, werin cotkirin, ji van bavanên dureg, weçeyên(F2) yekreg û dureg peyda dibin. Rêjeya rûxsarebabetê di weçeyên nifşa duyem de bi aweyekî 1:2:1 peyda dibe. Herwisa bomawebabeta weçeyên duyem jî her wekî lêkdana tekeduregbûna bomaweyiya Mendelî, bi rêjeya 1:2:1 peyda dibe.[5]

Rûxasarebabeta weçeyê, cudahiya di navbera hevzalbûn û zalbûna netemamê nîşan dike. Di zalbûna netemam de, rûxsarebabeta weçeya dureg, navinciyê bavananên yekreg e. Lê di hevzalbûnê de, rûxsarebabetên herdu bavanên yekreg, rasterast di rûxsarebabetê weçeyên dureg de xuya dibe.[6]

Mînak ji bo zalbûna netemam: bi lêkdana riweka kulîlksor a yekreg bi ya kulîlkspî ve, hemû weçeyên yekem (F1) bi renge kûlîlkpembeyî peyda dibin. Pembeyî rengê navîncî ye di navbera sor û spî de.

Mînak ji bo hevzalbûnê: bi lêkdana riweka kulîlksor a yekreg bi ya kulîlkspî ve, hemû weçe (F1) bi kulîlkên belek,bi renge sorûspî peyda dibin. Ango rengê herdu bavanan jî di rûxsarebabeta weçeyê de xuya dibe.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  2. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  3. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  4. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "codominance". Encyclopedia Britannica, 17 Jun. 2020, [1]. Accessed 7 February 2023.
  5. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.