Open main menu

Feqe Reşîdê Hekarî (z. 1725 an 1793 ? - m. ?) helbestvan û nivîskarekî Kurd ê klasîkî ye.

Mixabin derheq jiyana wî de agahdariyeke bi nivîs bi dest neketiye. Herweha dema jiyana wî jî, di taritiya dîrokê de temartî maye. Tenê pirtûkeka wî ya bi navê "Sirmehşer" li holê heye. Wekî din berhemên wî nehatine dîtin. Li ser vê berhema Feqe Reşîd, agahdarî tune. Lê tenê li ser ruyê wê yê pêşî ev nivîs heye: "Dibêjin ji koçerên Hekariya ye."[1]

Cegerxwîn di helbesta xwe ya bi mavê "Hozan û Şayîrên Kurd" de, van her çar rêzên li jêrê, derbarê Feqe Reşîdê Hekarî de gotine.

Yekî dî dibêjine wî Feqe Reşîd
Di zarê kurdî fêris û egîd
Niviştek wî heye bi navê Sermehşer
Zarokên kurdan dixwînin ezber"

Sirmehşer, bi naveroka xwe wek eqîdeyê ye. Lê zêde qala hatina Îsa pêxember a di dawîlêhatina dinyayê de dike ku tê û li Şamê bi Decal re şer dike. Piştî kuştina Decal, ew sazûmana şerîeta Îslamê serrast dike, heta ku dinya bi temamî xirab dibe û heşir radibe, ji her kesî hîsab tê pirsîn û Pira Siratê tê vegirtin.

Pirtûk ji 24 beş û 556 beytan tekûz e. Her sernavek li ser babeteke cuda hetiye nivîsandin û di wî warî de agahdarî dide.

Lê hinek ji wan beşan, qala rawestina li hember mafê mirovan û parastina heqên madî-manewî dikin. Xasma lêmêzekirina sêwîyan zêdetir derxistiye pêş û weha gotiye: "Ew alîkariya bi sêwiyan re xêr û xweşiyeka pir zêde digîjîne xwediyê xwe."

Piraniya helbestên pirtûkê bi yazde kiteyan dikişin, tev bi kêş û qafiye ne û hinek jî çarîne ne, rêz bi heşt kiteyan dikişin. Qafiyeya asasî tune, lê di beytan de wek Mewlûda Kurmancî qafiya her du rêzan bi yek tîpê ye.

Feqe Reşîdê Hekarî di destpêka beşa dawîn a pirtûkê de weha gotiye: "Ey Feqî tarîxî benda te temam."

Îjar ji vê rêzê tê zanîn, ku niviskar wê tarîxa kutakirina nivîsandina pirtûka xwe bi hesabê ebcedê (Cemel) gotibe. Çewa Melayê Cizîrî ku tarîxa jidayikbûna xwe û hin tarîxên din bi hisabê Ebcedê di Dîwana xwe de beyan kirine. Herweha Feqiyê Teyran jî, bi vî hesabî hin tarîx di hin helbestên xwe de gotine. Eger eva Feqe Reşîd jî ji wan babetan be, eger em tarîxa kutabûna nivîsandina pirtûkê ji bêjeya "tarîx"ê wek reqem bigirin, dike 1211ê Koçê. Ew jî li hember ya Zayînê dike 1793. Lê eger em ji hevoka "Benda te temam" bigirin, tarîx dike 938ê Koçê, li hember ya Zayînê dike 1528.

Îjar eger em yek ji van tarîxên li jorê ji xwe re rast bidêrin, li gor dîtina min, wê ya pêşî (1793) rastir be. Çimkî Feqe Reşîd di malikeka xwe de weha gotiye: "Ela ey Feqiyê sanî, heta kengê bikî dewran?." Ji vê gotina wî tê zanîn, ku wî jî mîna Feqiyê Teyran, xwe bi "feqe"tiyê navdar kiriye. Herweha bi bêjeya "sanî" (duwem) eşkera dibe, ku wî xwe ji Feqiyê Teyra re , feqiyê duwem hesibandiye. Çimkî Melayê Cizîrî jî, xwe ji Şêxê Sin'anî re wek şêxê duyem navdar kiriye. Çewa ku Melê gotiye "Di işqê de şêxê Sanî me". Lewra Melayê Cizîrî, di evînê de Şêxê Sin'anî wek "şêxê yekem" û xwe jî wek şêxê duyek hesibandiye.

Lê îcar tarîxa jidayikbûn û mirina Feqiyê Teyra jî rastirîn ku pê bawerî tê kirin ev e: 1590-1660.

Ev hawayê ku li jorê hate gotin, berê di nav helbestvan û evîndaran de xuyekî belavbûyî bûye ku yekî xwe bi yekê li pêşiya xwe, bi nav dikir û xwe jê re dikir kesê duyem, yan siyem û hê bêtir. Xasma ji helbestvan û milûk û siltanan, pir kes navên hevdu li xwe kirine û xwe bi navên hev navdar kirine. Ev hawe ji xwe di nava Kurdan de hêjî berdewam e. Çewa ku navê yekî (mesela) eger Rostem be, navê torinê wî jî datînin Rostem.

Pirtûka Sirmehşer, cara pêşî di 26 ê Adara 1984 an de bi destê Mele Ehmedê Qoxî û bi tîpên erebî hatiye nivîsandin. Ji xeynî vê, Qoxî li ser pirtûka Mele Xelîlê Sêrtî ya bi navê Nehcilenam şerhek nivîsiye û navê wê kiriye rehberê ewam. Piştre ew herdu pirtûk bi yek cildê li devereke ne diyar daye çapkirin.

Pirtûka Sirmehşer di sala 1986 an de bi desên min ketiye. Min ew digel şerha wê ji tîpên Erebî veguhaztin tîpên Latênî û Komela Yekîtiya Demokratên Kurdistanê ku ew çax li Elmanyaya Rojava dima, di 1990î de çap kiriye.

Ev çend malik in:

Eya ey waizê we'zê
Xwe hişyar ke bi vê lehzê
Me borandin bi vê terzê
Ji hed zêde gelek însan


Wan kirin malê yetîman her telef

Lew bûye îro li wan agir elef ...

Wan ji xelqê ra digotin pur xeber

Lew kî îro bûne riswa serteser

...

Ev ew in hebû li nik wan şahidî

Weqtê de'wayê digotin "me nedî

Şahidî dane bîla heq wan heman

Ew dibûn şahid bi derew her zeman

...

Wan kirin hîle di nav kod û şehîn

Kêm kirin dirhem li huqqe d'gel mêzîn

...

Bibin guhdar ku ez bêjim, temaşa kin bi qelb û can

Yekayek tev beyan kim ez, bibînin hûn ecaîban

...

Ey Feqî tarîxê benda te temam

Heq te'ala mexfîret ke fîl qiyam

Min nivîsî ev kîtab leyl û nehar

Lew ji bo îxwanê dîn ra yadîgar.


Pirtûkên WîBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne