Wîkîpediya:Gotara hefteyê/2012
Hefte: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 |
Hefte: 1
Şanghay, navê bajarê herî mezin ê Çînê ye û herwiha di cîhanê de bi mezinahiya xwe yê heştemîn e. Mîna şaredariyê tê birêve birin. Li kêleka çemê Yangtze hatiye avakirin. Di sala 2005an de Şanghay bûye bendera kargoyê ya herî mezin a cîhanê. Şanghay ji aliyê aborî ve zûka bi pêşde diçe. Di sala 1990an de reformên pêşvebirina aboriya bajar ji aliyê Deng Xiaoping ve hatin danasîn û bi awayekî lezgîn bi ser ketin. Jixwe îroj Şanghay weke nîşana berbiçav a peşveçûna aboriya Çînê tê dîtin.
Şanghay bi tîpên çînî ji 上 (banî, ser) û 海 (derya) pêk tê ku ev tê wateya Serê Deryayê an jî Li Ser Deryayê. Dîroka vî navî digihîje sedsala 11an ku di bin serweriya Xanedaniya Song de bû. Her çiqasî gengeşî hebe jî di derbarê dîroka nav de, bi gelemperî wisa tê pejirandin û li gorî dîroknasên çîn, ji ber vî navî tê gotin ku Xanedaniya Tang li ser deryayê hatibû avakirin (bêhtir…)
Hefte: 2
Finik an xirbeyên Finikê cihêkî dîrokî yê kevnare ye nêzîkî gundê Basan ê Şirnexê (Bakurê Kurdistanê).
Xirabeyên Finik, 35 km yan li aliyê başûrê rojavayê Şirnexê ye. Di dewama çiyayê Gabar de, di cihê hevbirîna çiyayê Gabar û ava Dîcle, di devê niwalekê de, beriya zayînê 4 hezar salan ji aliyê Gudîyan ve hatiye avakirin. Bermayên wê gihane heta salên me yê paşî. Bi kevirên sipî hatiye avakirin. Kelhe, bi seraya di nava xwe de, zindan, serhinç û kûna di daxwûşê ser avê ve ciyek yê rûniştinê yê antîk e. Di zemanê dawî de bi texrîbatan derbeyên mezin xwarîne. Di salên 1990an de, demê ji aliyê dewletê ve hate valakirin, eserên dîrokî hêjî bêhtir hatin texrîbkirin (bêhtir…)
Hefte: 3
Ibn Betûte yan jî Ebû Ebdula Muhemmed ibn Betûte (bi erebî: أبو عبد الله محمد بن بطوطة, lat. Abu Abdullah Muhammad ibn Battuta), jdb. 24ê sibata 1304an (703ê koçî) li Tence, Mexribê − m. 1368/1378 (770/780î koçî) li Mexribê, dadrês, qadî û gernasekî bi eslê xwe berberî ko di sedsala 14an de jiyabû. Ew wexta ko 21 salî bû çûbû Hecê li Mekeyê. Pîştî hecê ew dest bi gerê xwe dike û bi temamî çûna xwe ya dorê 120.000 km, di welatên misilmanan de bi dawî vedigere welatê xwe. Ew di pirtûka xwe ya bi navê "Ger" (bi erebî: تحفة النظار في غرائب الأمصار وعجائب الأسفار, Tuhfat an-nuzzar fi ghar'ib al-amsâr wa'ajâ'ib al-asfâr), bi kurtî Rihle (bi erebî: الرحلة) de ew serboriyên xwe dinivise.
Lê bo ko ji xeynî pirtûka wî, tu çavkaniyên ko qala serboriyên wî dikin tune ne hin caran mirov dikeve şibhê ka ew rast qala serboriyên ko di gera xwe de dînî dike, an ew yên ko bihîstînî an bixwe xeyal kirinî dikeye (bêhtir…)
Hefte: 4
Xelfêtî (bi tirkî: Halfeti) yek ji navçeyên Rihayê ye. Navçeya Xelfetiya Rihayê di nava axa Mezopotamya da xwedî xweserî û mîmariyek taybet e. Navçe bi dîrok û erdnîgariya xwe wekî bihûştek biçûk tê binavkirin. Piştî çêkirina Bendava Bêrecûgê gelek gund û piraniya bermahiyên dîrokî di bin avê de man. Herwiha, ev navçeya wekî bihûşta gula reş jî tê nasîn.
Niviyê axa bajarê ku 120 km li Bakurê Rojava dikeve, piştî projeya GAPê di bin bendavê de ma.
Rûniştvanên herêmê dibêjin ku bajar û navçe navên xwe ji efsaneyeke stendine. Ew efsaneya xemgîn behsa du ciwanên ku berê evîndara hev bûne dike.
Berî demeke kevn du ciwanên bi navê « Xel » û « Fatê » gelek ji hev hezkirine, lê malbata herduyan nehîştine ew du evîndar bigihêjin hev. « Xel » û « Fatê » jî ji ber vê yekê xwe çekirine ava Ferêt û bi wî awayî di mirinê de gihîştine hev. Ji wê demê bi şundê bajar wek warê « Xel » û « Fatê » tê nasîn û bi derbasbuna demê bûye « Xelfetî » (bêhtir…)
Hefte: 5
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 6
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 7
Yanka Kupala (jdb. 7ê tîrmeha 1882an li Wyazînka, nêzîkê Mînsk; m. 28ê hezîrana 1942an li Moskow, navê berê Îvan Damînîkavîç Lusevîç) dramatîker, weşanger, wergervan û helbestvanê neteweyî yê Belarûs e. Bi tevî Yakub Kolas û Maksîm Bahdanovîç di hişyarbûna neteweyî ya belarûsiyan de roleke sereke lîstiye. Bi belarûsî ji vê pêvajoyê re Ji nû ve bûyîn (Адраджэнне) dibêjin.
Di malbateke xizan de tê jiyanê. Dema dibistana amadeyî ya gel bidawî dike, di karên cuda de dixebite. Salên 1903/04ê de yekem car bi polonî helbestan diweşîne. Yekem helbesta wî ya bi zimanê belarûsî di kovara Naşa Nîva de tê weşandin (bêhtir…)
Hefte: 8
Wan navê navçe û bajarekî Bakurê Kurdistanê ye. Mirov ji Wanê ji ser rêya Payîzava û Elbakê re xwe digihine Gever û Colemêrgê. Her wiha ji ser rêya Geverê ya dewletê re jî mirov dikare xwe bigihine Îranê. Termînala otobûsan bi qasî 4 km’yan dûrî navendê ye. Çûyîn û hatin bi rêya mînîbusan pêk tê.
Îstgeha trênê bi qasî 5 km’yan ji bajêr dûr e. Çûyîn û hatina ji bo trênê bi mînîbusan pêk tê. Balafirgeh jî 7 km’yan ji navenda bajêr dûr e. Çûyîn û hatin bi mînîbûsan û serwîsa saziya THY’ê pêk tê.
Evliya Çelebî di seyahatnameya xwe de diyar dike ku Îskenderê Mezin navê mabedeke di Kela Wanê “Vank”ê li bajêr dike. Li gorî rîwayeteke din: Ji ber ku Wan bajarekî gelekî kevn e di B.Z salên 1900’an de Semîramîsa Keybanûya asûrî bi navê Kurd Meryem Şah bi nav kiriye (bêhtir…)
Hefte: 9
Pêjgeha fransî (bi fransî: Cuisine française) pêjgeha neteweyî ya Fransayê ye. Taybetiyên pêjgeha fransî, sala 2010'ê ji aliyê UNESCO'yê wekî dewlemendiyeke cîhanê hat îlankirin û ket bin parastinê.
Xwarin-vexwarinên fransî di cîhanê de navdar in. Fransî bi dewlemendiya xwarinên xwe, dab û nêrîtên servîskirinê, kalîte û kibariyê tên naskirin. Bo fransiyan xwarin karekî girîng e û di jiyana mirov de cihekê wê yê girîng heye. Fransî bo têrxwarinê naxwin, hewl didin ku destexaneyê (sifre) bixemilînin, xwarinên çêjdar bixwin û xwarinê şên bikin.
Hîmên pêjgeha fransî bi giranî di serdema navîn de hatine danîn. Fransiyan bi sedsalan kolonyalîstî kirine. Ji seranser cîhanê xwarinên koloniyan anîne, di pêjgeha xwe de ceribandine (bêhtir…)
Hefte: 10
Pêjgeha Ewropayê, yan bi gotineke din pêjgeha rojavayî, binavkirineke giştî ya ji bo xwarin û vexwarin, çand, teknîk, dab û nêrîtên pêjgeha parzemîna Ewropayê ye.
Sînorên Ewropayê û pêjgeha Ewropayê hevûdu nagirin, lewra ev binavkirin ji bo hêsankirinê ye, mirov nikare pêjgehan bi sînorên welatan ên fermî re bisînor bike. Bo mînak bakurê Amerîkayê jî bi giranî ji pêjgeha Ewropayê dixwe lê herçendî parçeyeke axa Tirkiyeyê di Ewropayê de ye, pêjgeha Tirkiyeyê gelek cuda ye. Herwiha ya Rûsyayê jî.
Bingeha xwarin vexwarinên ewropayî jî Asya ye. Pêjgeha Asyayê kevintirîn û dewlemendtirîn e. Gelek hevparî hene. Bi pêşketina teknîkên aşpêjiyê ve, fastfood, bikaranîna xurdemeniyên di fabrîkan de hatine hilberîn û hêsan, xwe didin pêş. Bi taybetî li Ewropa û bakurê Amerîkayê wisa ye (bêhtir…)
Hefte: 11
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 12
Kawayê Hesinker, kesê sereke yê mîtolojiya Newrozê ye. Li gorî mîtolojiyê, Kawayê Hesinker, li dijî serdarê zordest Dehak serî hil dide piştî ku Dehak têk dibe agirekî mezin ku ji her çar aliyê welat ve tê dîtin dadide. Ji wê rojê ve ye her tim gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. Ev roj rastî 21ê adarê tê û navê wê Newroz (Roja Nû) e. Li Kurdistanê her sal di 21ê adarê de tê pîrozkirin.
Bi efsaneya Kawayê hesinker re dîrokeke mezin tê ser ziman. Berî zayînê di deme Medan de keyê Asurî yê bi navê Dehaq êrîşî Mediyan dike û wan dike bindestê xwe de. Wan dike ku bike koleyên xwe. Lê medî li ber xwe didin. Di nav kurdan de ji deme Naîriyan ve li gor nêzîkatiyeke konfadarasyonî xwe birêxistin kirin heye (bêhtir…)
Hefte: 13
Cezayê mirinê, cezayê herî giran ê li mirovekê bê birrîn e û bi pirranî vê biryarê dewlet didin. Bi gotineke din, peyva îdamê ji bo îdamên dewletan tê bikaranîn, ji bo îdamên kes an kom dikin, bêhtir "kujtin" dibêjin. Di zimanê kurdî de cezayê mirinê, berdarî yan dardekirinê bibîrdixîne, lewra bi sedan salan in, ev awayê îdamê hebûye.
Cezayê îdamê divê gorî zagonan bê bicihanîn. Îdam her dem ji bo jiholêrakirina mihalîf an dijberan hatiye bikaranîn. Di bingeha cezayê îdamê de dijminî û jiholêrakirin heye. Li Kurdistanê bi hezaran kurd, ji ber ku doza mafên kurdan kirine, ji aliyê dewletên Kurdistan parve kirine ve hatine îdamkirin. Pirranî bicihanîna van îdaman bêî zagonan wan jî bûne. Bo mînak diviyabû serokê kurd Seyîd Riza nehatiba îdamkirin, lewra qanûnên romiyan (tirk) jî dest nedida mirov temendirêjek îdam bike. Lê li ser kaxezê salên Seyîd Riza biçûk dikin û wê darde dikin.
Ji aliyê dewletên nûjen ve heya nêzîkan li kesên sîxurî (cesûsî), îxanet bi welat re kirine û li dijî dîsîplîna leşkeriyê û di demên şer de guh nedane fermanan, cezayê îdamê hatiye birrîn. Niha li gelek welatan cezayê mirinê heye. Li welatên ku Kurdistan parve kirine Îraq, Îran û Sûrî îdam heye û bi qanûnî ye. Tirkiyeyê di salên 2000î de cezayê mirinê rakir (bêhtir…)
Hefte: 14
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 15
Fraşokeretî, frehîtî, firehketî, di pirtûka pîroz a Zerdeştîtiyê Avestayê de, ji encama herî dawî ya ol û jiyanê re tê gotin. Di kurdî de ev bêje hêj jî heye: Frehîtî, firehiyê ketin. Fraşokeretî yan fraşo ketî, di îraniya kevn de dihatiye bikaranîn. Piştdawî, axretî, felatî, bicihanîna peywirdariyan e. Her ol hedefeke wê heye. Di îslamê de bawermend gorê emelên xwe tên bixelatkirin an cezakirin. Heger gunehên wan pirr bin, diçin dojeh, xêr pirr bin, diçin pardêzê (bihuşt).
Zerdeştî beriya cihûtî, xrîstiyanî û îslamê ye û bandoreke mezin li van olan kiriye. Bo mînak têgînên dojeh, pira siratê, bihuşt, yekxwedayîtî hwd beriya van olan, di Zerdeştiyê de hebûn.
Li gorî baweriya Zerdeştîtiyê, Xwedê gerdûn têkûz û baş afirandibû. Ti xirabî, pisrgirêk nebû. Ji bo qîmeta xêr û başiyê bê fêhmkirin, Xwedê nebaşî û xirabî jî afirand, daku mirov bikaribin bidin berhev, ji başiyê fêhm bikin, cudatiya xêr-bedê bizanibin. Xwedê vîna, îradeya mirovan azad kir. Mirov jî, milyaket jî gorî emelê xwe muameleyê dibînin. Mirov bi îradeya xwe, îradeya mirovan jî bi gerdûnê ve girêdayî ye. Ango zagonên biçûk, girêdayî zagonên mezin in. Sînorên wan hene. Zagonên jiyan û gerdûnê hene. Di dawiyê de başî biserdikexe, xirabî ji holê radibe. Kê tevlî vê karwana têkoşîna biserxistina başiyê bû, ruhê wê tê bixelatkirin, ebedî dijî (bêhtir…)
Hefte: 16
Îslam, îslamîtî, îslamiyet an jî misilmantî (bi erebî: إسلام, lat. îslām) navê dîn û ayîneke yekxwedayî ya Îbrahîmî ye, ku kitêba wê ya pîroz Quran e. Li gorî baweriya îslamê Quran gotina Xwedê ye û ji ber vê hindê nehatiye guhartin. Li gorî îslamê pirtûkên Încîl, Tewrat û Zebûr jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guhartin. Sune yanê kirin û gotinên pêxember Mihemed jî di jiyana bawermendên misilman de rolek girîng dilîzin. Piraniya hadîsan di pirtûkên Muslîm, Tirmizî û Bûharî de hatine komkirin.
Hejmara bawermendên îslamê li cîhanê 1,3 - 1,5 milyar kes e.
Mihemed Pêxember di sala 570an de li bajarê Meke li Erebistana Siyûdî ya îro hatiye dinê. Bi 40 saliya xwe ango di sala 610an de Cebraîl ayetên yekem yên Quranê ji wî re anî. Ji wê rojê şûn de di navbera 23 salan de ji Pêxember Mihemed re hemû Quran ayet bi ayet tê. Îslam ola Xwedê ya dawî û neguhertî ye û ji ber vê yekê misilman xwe mîna warîsên Mesihî û Mûseviyan dibînin. Hz. Mihemed Pêxemberê dawî yê cîhanê ye û bi vî avayî muhira hemû pêxemberên li berî xwe ye. Misilman hemû pêxemberên ku di Incîl û Tewrat ê de tên navdan wekî pêxemberên Xwedê nas dikin û hurmetê nîşanê wan didin (bêhtir…)
Hefte: 17
Kurdên Azerbaycanê navê yek ji komên diyasporayên kurdên li Qefqasyayê ye.
Dîroknas dibêjin ku hebûna kurdên li Azerbaycanê digihêje heta 9emîn sedsalê. Li gorî vê yekê eşîrên kurd ên koçer di sedsala 9em de xwe li herêma di nava Qerebax û Zengezur de bi cih kirine. Di wê demê de 600 malbatên kurd di bin pêşgirtina Mihemmed Sefî Siltan de ji împeratoriya îranî koçî xanişîna Qerebaxê dikin. Herwiha, komeke din a kurd di sala 1885an de ji Împeratoriya Osmanî koçî heman herêmê kirine. Îhtîmal e ku ev kom bi awayeke fireh li herêmê belaw bûne (bi taybetî li Laçîn, Kelbajar û Qubadlî) û bi vî havî pirraniya kurdên ku îro li Azerbaycanê dijîn ji wan pêk tê.
Wek kurdên Xorasanê, kurdên Azerbaycanê jî misilmanên şiî ne. Ji ber ola hevpar a di nava gelê azerî û kurdên Azerbaycanê de û ji ber hin perçeyên wekhev ên hunerê gelheya kurd a li Azerbaycanê zû rastî asîmîlasyonê bûn. Lewra pirraniya wan di dawiya sedsala 19. de asîmîle bûn. Îstatîkên ji sala 1886an nîşan didin ku gelek kurdên li Cebrayil, Araş û Ciwanşêr zimanê azeriyê weke zimanê yekemîn/zikmakî bikaranîne. Piştî yekemîn jimariya gelheyê ya sovyeta sala 1926an, ji 37.200 kurdên Azerbaycanê tenê 3.100 (8%) bi kurdî axivîn (bêhtir…)
Hefte: 18
Mohsen Namjoo (jdb. 1976 li Turbeta Cem, bi farisî: محسن نامجو) stranbêj, muzîsyenê setarê û nivîskarekî îranî ye.
Mohsen Namjoo di sala 1976an de li Turbeta Cem, li bajarekî biçûk ê li bakûrê rojhilatê Îranê, hate dinyayê û di hundirê malbateke gerdîşî de mezin bû. Namjoo ji zarokatiya xwe pê ve dildariya muzîk û edebiyatê ye. Lewra kêfa wî bi xwendina Quranê gelek dihat û ew wek kilambêjekî ciwan tevlî hinek çalakiyên hunerî dibe.
Wextê ku bavê wî jiyana xwe ji dest dide, Mohsen hê 12 salî ye. Dayik û birayê wî yê mezin biryar didin ku wî bişînin dibistaneke muzîkê. Mohsen li wir ji aliyê Nasrollah Massehpoor perwerdehiya muzîkê distîne. Malbata wî naxwaze ew bibe stranbêj, lê ew mala xwe barî Tehranê dike, da ku li zanîngeha Tehranê beşa muzîkê bixwîne. Bo ku serlêdana wî ji aliyê zanîngehê bê qebûlkirin, divê wî karîbane li enstrumanekê bixe. Ji ber rewşa xwe ya qels a aborî ew biryar dide ku hînî lêxistina setarê bibe.
Serlêdana wî ya bo zanîngeha Tehranê di sala 1994an de tê qebûlkirin. Bi vî havî Mohsen dest bi xwendina xwe ya muzîk û şanoyê dike. Ew di çarçoveya xwendinê de, xwe di derheqê zanista şanoyê û dramaya klasîk de agahdar dike û van tiştan ji bo kilam û xebatên xwe yên hunerî bikartîne (bêhtir…)
Hefte: 19
Nûr Elî Îlahî an jî Ustad Îlahî (jdb. 11ê îlona 1895an - m. 19ê çiriya pêşîn a 1974an) fîlozof û îcatkerê tembûra modern, hizirvanê ruhanî, hunermend û dadgerê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê ye ku jiyana xwe li ser lêgerîna metafîzîkî ya hebûna mirovan bûrandiye.
Feylezofê kurd ê îranî Ustad Îlahi, di sala 1895an de li gundê kurdan Ceyhûnabadê (wê demê gundek bû) ku nêzîkê Kirmaşanê ye ji dayîk bûye. Ew lawê kurdê derwêş ê bi navê Hacî Nemat e ku bavê wî ji bo bawermendên Yaresan weke ezîz tê qebûlkirin. Piraniya jiyana xwe, ligel malbata xwe li bajarên wek Kirmaşan û Sinê yên Rojihalatê Kurdistanê borandiye. Xususiyeteke Ustad Îlahî jî heye ku heta dawiya jiyana xwe, qet di konserek û civakêk de muzîka xwe pêşkêş nekiriye. Wî hertim, muzîka xwe di civakeke teng de ku ji nas û dostan pêkhatiye de pêşkêş kiriye.
Hunermend hê di zaroktiya xwe de hînî tembûrvaniyê dibe û li gor agahiyan, tembûrvanî şopeke malbatî ya malbata wî ye. Lê, Ustad Îlahî vê tembûrvaniya malbatî nûjen dike û bi teknîkeke nûjenî, deh teliyên her du destên xwe jî bikar tîne. Muzîka wî, bi melodiyên mîstîk e û helbestên wî jî, ji şopa kevnare tên.
Ustad Îlahî, di zaroktiya xwe de bi dîsîplîneke ruhanî perwede dibe û ligel perwerdeyiya klasîk dersên olî jî werdigre. Îlahî, di 24 saliya xwe de ji malbatê vediqete û diçe li Tehranê kolêja dadgeriyê dixwîne û di sala 1933an de kolêja dadgeriyê xilas dike (bêhtir…)
Hefte: 20
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 21
Sakîna Teyna ango Sakîna (jdb. 1973, li Gimgim) stranbêj, rojnamevan û nivîskareke kurd e.
Sakîna di zarokatiya xwe de bala xwe dide muzîkê û di ciwantiya xwe de perwerdehiya muzîkî û ya dengê distîne. Di salên 90î de ew dibe endama Navenda Çanda Mezopotamyayê û bi vî rengî dest bi kariyera muzîkê dike. Li ser navê navendê tevlî gelek bernameyên welêt dibe. Wek hemû endamên navendê, ew jî ji ber gotinên stranên xwe yên bi kurdî rastî zext û zordariyên dewletê tê, ji ber ku di wan salan de ziman û hunera kurdî bi tevahî qedexe ye. Ji ber zext û zordariya li ser nasnameya kurd hinek rêhevalên wê yên hunermend tên kuştin.
Li dijî vê tahlûkeyê Sakina dev ji muzîkê bernade û hunera xwe bi konserên îllegal dimeşîne - ta ku neçar dimîne û mecbûr dibe ji zext û zordariya dewleta tirk bireve. Heya demekê wê jiyan û xebata xwe li Ermenistanê meşand, piştre derbasî başûrê Kurdistanê dibe û wek aktîvîsteke azadiyê şoreşa xwe ya hunerî li wir didomîne.
Piştî çend salan ew koçî Viyana, Awistriyayê dike û hê jî jiyana xwe li wir dimeşîne. Sakîna û hevalên wê yên hunermend bi muzîka kurdî û teknîkên eksperîmantel sentezeke di nava kevneşopî û modernîteyê de didamezirînin. Ew li ser şopa çanda xwe muzîka kurdî ji nu ve keşf dikin û bi awayeke cûda tînin ziman (bêhtir…)
Hefte: 22
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 23
Charles Spencer Chaplin (jdb. 16ê nîsana 1889an – m. 25ê kanûna pêşîn a 1977an) aktorê komediyê, derhêner û bestekarê navdar ê li Îngilistanê hatiye dinyayê ye. Karakterê sînemayê yê bi navê Şarlo, kir ku li seranserê cîhanê navê wî belav bibe, ev karakter ji aliyê wî ve li Hollywoodê hate afirand. Di fîlmên xwe de tundî û neheqiyên li ser mirovên ji rêzê bi zimanekî qerfî û dem bi dem jî bi xemgînî raberî mirovan kir. Di fîlmên wî de hezkirina mirovan li pêş bû. Her wisa di fîlmên wî de têgihîştineke bêmînak a rexnekirinê jî hebû.
Razên pîşeya Chaplîn ew bûn ku gavên xwe ji hev vedikirin û dimeşiya, dikaribû hestên xwe bi rûyê xwe nîşan bide û laşê xwe bi hosteyî bi kar bîne. Dema ku Chaplîn bi Fred Karno re dixebitî, ev fêr bûn.
Piştî fîlmê xwe yê pêşî yê bi navê Making A Livingê (Daborandin, 1914) ku Henry Lehrmanî derhênerî kiribû û bi Nobel Normandî re lîstibû, di fîlmê bi navê Kid Auto Races at Venice (Li Venedîkê Pêşbaziya Otomobîlan, 1914) de ew cilên ku ew navdar kir li ber xwe kirin. Tê gotin ku Chaplîn berê ev cil nesêwirandine; li Keystonê cilên lîstikvanên din li ber xwe kirine. Şalê fireh yê Fatthy Arbuckleyî ye, çakêtê teng yê Charles Avery ye, şewqeya melon yê xezûrê Arbuckleyî ye (bêhtir…)
Hefte: 24
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 25
Simkoyê Şikak an Smayîl Aẍayê Şikak an jî Simko (jdb. 1887 Kela Çariyê - m. 30ê hezîrana 1930an Şino) serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû. Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin nîrê aẍatiyê de bû, pêkhat.
Piştî şoreşa Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880an), serhildana Smayîl Axayê Şikak di rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn. (dûmahîk…)
Hefte: 26
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 27
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 28
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 29
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 30
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 30
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 31
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 32
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 33
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 34
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 35
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 36
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 37
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 38
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 39
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 40
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 41
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 42
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 43
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 44
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 45
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 46
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 47
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 48
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 49
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 50
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 51
- Nehatiye çêkirin.
Hefte: 52
- Nehatiye çêkirin.