Pêjgeha Ewropayê, yan bi gotineke din pêjgeha rojavayî, binavkirineke giştî bo xwarin-vexwarin, çand, teknîk, dab û nêrîtên pêjgeha parzemîna Ewropayê ye.

Nanê fransî
Meqarneya îtalî

Sînorên Ewropayê û pêjgeha Ewropayê hevûdu nagirin, lewra ev binavkirin ji bo hêsankirinê ye, mirov nikare pêjgehan bi sînorên welatan ên fermî re bisînor bike. Bo mînak bakurê Amerîkayê jî bi giranî ji pêjgeha Ewropayê dixwe lê herçendî parçeyeke axa Tirkiyeyê di Ewropayê de ye, pêjgeha Tirkiyeyê gelek cuda ye. Herwiha ya Rûsyayê jî.

Bingeha xwarin vexwarinên ewropayî jî Asya ye. Pêjgeha Asyayê kevintirîn û dewlemendtirîn e. Gelek hevparî hene. Bi pêşketina teknîkên aşpêjiyê ve, xwarina bilez, bikaranîna xurdemeniyên di fabrîkan de hatine hilberîn û hêsan, xwe didin pêş. Bi taybetî li Ewropa û bakurê Amerîkayê wisa ye.

Hin dab û nêrîtên destexaneya ewropayî

biguhêre
  • Li ser mase, kursî, rûniştek û kursîpalekan xwarinê dixwin, wekî ereb, japon û gelekan li erdê naxwin. Kurd li ser mase yan destexaneya glover dixwin.
  • Ewropayî kêm bi destan dixwin. Li bakurê Ewropayê carnan nan jî bi çetel, kêrê dixwin. Di vê babetê de fransî, spanî û rûs xwe aciz nakin, wekî kurdan biraşte, parî, bîftek, heşîniyên ser destexaneyê (sifre) û carnan jî kufte, kutilk, kiloran bi destan dixwin.
  • Li bakurê Ewropayê kêm be jî, carnan kêr heya çetel bi hevparî jî tên bikaranîn.
  • Bingeha alavên pê xwarin tên xwarin Asya ye. Ewropayiyan heya sedsala 17em çatel bikarneanîne, lewra nedizanîbûne. Bo wê şivikek darî yan metalî yê yektilî (yekbêçî) dianîne ser sifreyê. Bêjeya çatel ji çar tilîyê tê, xwerû kurdî/îranî ye. Derbasê romî (tirkî) jî bûye ku tirkçatal dibêjin. Kevçî jî derbasê tirkî bûye, bo kevçiyên mezin kepçe (ango hesk) dibêjin.
  • Bo pijandinê alkol jî tê bikaranîn.
  • Li Kurdistan û rojavayê Asyayê, di xwarinê de sîstematîkek heye, berê şorbe, xwarinên sivik û hêyavk tên xwarin, şîranî jî dawiyê de. Lê li Ewropayê ev sîstematîk kêm an nîne.

Pêjgehên Ewropayê

biguhêre