Kufte (bi farisî: کوفته ‎, lat. kufteh, bi yewnanî: Κεφτές, lat. keftes, bi erebî: كفته‎, lat. kufta) navê komeke xwarinan e. Di pêjgeha kurd de xwedî cihekê mezin e. Bi taybetî li Meledî, Sêwas, Ezirgan, Gurgum, Riha û Dîlokê bi sedan cureyên kufteyê tên xwarin.

Kufteya Tewrêzê

Ji Balkan heya Hindistan, ji cîhana ereban heya Spanyayê kufte bi heman navê tê binavkirin û xwarin.

Li hin deverên Kurdistanê bi navê kutilk tê binavkirin lê kutilk navê cureyekê kufteyê ye, ne navê hemiyan.

Bingeha navê wê biguhêre

Ji bêjeya kutinê tê. Di hin devokên kurdî de lêker bi tîpên +f, +v tên dirêjkirin. Bo mînak serketin-serke(f)tin, ketin-ke(f)tin an ke(v)tin.[çavkanî hewce ye]

Ji ber ku kufte ji kutana, kutandina dan û berkeliyên din tê çêkirin, jê re gotine: kutin-kuftin-kute-kufte. Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin lê gelek aşkera ye ku ev xwarin ji gelên îranî (fars, kurd ûêd) belav bûye.

Di salên 1960-1970'yî de bi milyonan romî (tirk) bo xebatê li Ewropa bicih bûn. Ji ber wê tevahiya xwarinên kurd, fars, ereb û asyayê niha li Ewropa wekî "xwarinên tirkan" tên binavkirin.

Hin kufteyên sereke yên aşpêjxaneya kurd biguhêre

Çavkanî biguhêre