Pirrezîz, pirr ezîz navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Ji goştê kişandî û rizê ye. Ji ber ku hundirê wê tê dagirtin, mirov dikare wekî kutilkê (dolmehê) jî binav bike.

Çima gotine pirr ezîz? biguhêre

Em dizanin li Kurdistanê riz (birinc) kêm e û kurd pirranî savarê dixwin. Savar erzan, birinc biha ye. Gelek xwarinên ku riz tê de heye hatine pesinandin, bo mêvanan hatine pêşkêşkirin.

Lê, ezîziya vê kufteyê ne ji rizê ye. Ev kufte, kufteya palasan (koşkan) e, para mirovên "ezîz" e. Tê de him goşt heye, him riza biha, him hêşînî, hêk, kartol hene, him jî mîr û keyan ev xwarine. Ango gelek tişt dikevinê, biha ye, mîran xwariye, lewra jê re gotine pirr ezîz.

Lêkolîneke zanistî li ser xwarinên kurdî nehatiye kirin. Heya niha 1-2 pirtûk hatine weşandin ku ew jî tenê terîf in.

Berkelî (bo çar kesan) biguhêre

Çêkirin biguhêre

Birinca xwe bikelînin û pîlawa xwe çêbikin. Di heman demê de goştê kişandî, nanê kartû, rûnê ron, xwê û biharatê tevlîhev bikin, bistrên. Ji viya girikên bi qasî hêkê çêkin, nava wan bi tiliyan vebikin û birinca we hazir kiribû têxinê.

Ser kufteyan (yan jî kutilkan) bi penîr, mergeyê por bikin, bavêjin firneyê (firûnê).

Dema we anî ser destexaneyê (sifreyê) hûn dikarin li ser daxwazê binikên xwe yên xwarinê bi kartol, gizêr, baqilê xatûnî (polik) ûêd bixemilînin.