Kufteya Norxanê, kufteya hêkê, kufteyeke pêjgeha kurd e. Norxan navê navçeyeke Sêwasê ye ku navê wê bi romî (tirkî) kirine Yildizeli. Kufteyê navê xwe ji vê navçeyê girtiye. Li Rihayê pirr tê xwarin. Rihayî jê re kufteya hêkê yan kufteya bi hêk dibêjin.

Aşpêjekî Norxanî ev navdar kiriye? biguhêre

Li pirraniya herêmên Kurdistanê tê zanîn û xwarin. Lê li aşpêjxaneyeke Norxanê aşpêjekî ev navdar kiriye. Vî zilamî gelek biharbêhnên teze (biharat) bikardianiye, kufteyên wî deng vedane. Ev agahî ji gotin û suhbetên civakê ye, çendîn rast û bingeha xwe heye, nayê zanîn.

Berkeliya variyanta Rihayê biguhêre

  • 4 hêk
  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) pîvaza hûrkirî (gelek hûrik)
  • 1/2 SA bexdenûsa hûrkirî
  • 1 SA girara hûrik a kufteyê
  • 100 gr pîvaz (pîvazeke mezin)
  • 4 dd (dendik) sîr
  • 1 KŞ (kevçiê şîraniyê) îsota sor (pûlpelî, tûj)
  • 1 KŞ îsota reş
  • 1 KŞ xwê (solin)
  • 1 KŞ mergeya fringiyê (salçeya bacanê sor)
  • 1 KŞ mergeya îsotê
  • 6 KX (kevçiyê xwarinê) rûn

Çêkirin biguhêre

Îsota tûj bi kevçiyekê avê şil bikin, bi qasî 5 deqeyan bila di nava avê de bimîne. Pîvaz û bexdenûsê hûrbikin, sîrê bikutin. Li ser sêniyekê girar, pîvaz, sîr, xwê, îsota reş û sor, mergeya fringî û îsotê bistrên.

Di rûnbirêşkê de rûn bihelînin, hêkan li rûn bixin. Hêk qeliyan, jê bigirin, rûnê wê jî berdin ser kufteyan, hinekê bi wê rûnê jî bistrên. Bexdenûsê (li ser daxwazê hinekê pîvaza hêşîn jî) tevlî bikin, pirr hindik bistrên. Hêkên qelandî jî bersin navê.

Kufteyên mezin ên bi qasî oranjê (portajal) çêbikin, li binikan belav bikin. Rûnê wê çiqas pirr be, ewqas baş e. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).