Kolostîko mastîko
Kolostîko mastîko, kolostîko bi mast navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Pirranî li parêzgeha Semsûrê tê xwarin û ji wir belav bûye. Ev nav derbasê romî (tirkî) jî bûye, kirine Kolotiko Yogurtlu Turk Koftesi lê di zimanê romî de ti wateya xwe nîne û ev jî ne xwarineke romiyan e.
Wateya navê kufteyê
biguhêreKolostîk ango kolosê tîk, kolosê xilçkî, ji şibandinê ye. Bo mînak kufteya kolostîk navê xwe ji bacanreşkên ku wekî kolosê mêran ê tîk sekiniye, digire. Kurd gelek xwarinan bi şibandin, rengdêr û henekên civakê binavdikin. Mastîko jî li dengê kolostîko hatiye anîn, tê wateya "bi mast".
Berkelî
biguhêreAmadekirin
biguhêreSavara hûrik û dan bi qasî 1/2 SA avê şil bikin, xwê pê werbikin. Devê wê bigirin, heya hinekê nepixî (gij bû), bihêlin. Ard tevlî bikin, bistrên.
Kufteyên hûrik çêbikin, di nava ava dikele de bixaşînin. Mastê di nava ava kufteyan de ron bikin. Sîrê bi xwê bikutin, tevlî mast bikin. Kufteyan li binikên servîsê parve bikin, sîrmastoka xwe berdin ser binikan.
Di nava rûn de pûjanê biqijilînin û berdin ser xwarinê. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |