Çîgê goşt, çîk, kutilka Rihayê, kufteya çîkê, Ecîn, cure xwarineke ji koma xwarinên riz û savarê ye. Bi bandora tirkî, niha kurd jî êdî jê re çîg kofte (çîkufte) dibêjin. bi piranî goştê xav tê çêkirin. Ew bi kevneşopî ji goştê sor hûrkirî, kêm-rûn têne çêkirin. Guhertoya vejeteryanê ji genim, paste tomato, îsotê yên hêrandî, û biharatên din pêk tê.

Ecîn, kutilka Rihayê, çîk

Dîrok biguhêre

Li gorî rîwayetek, tê gotin ku diya pêxember Birahîm dema ku ji bilî Sawer û goştê gazelekê pê ve tiştek tune bû, hate dahênandin. Li gorî kevneşopiyek din, Çiğ Köfte di dema Birahîm de li Rihayê (Urfa) hate dahênandin. Gava ku Nimrod ji bo kevirek sersaxî (qedaga bû) agir berhev dikir, jina nêçîrvan neçar bû ku goştê xav bi bulgûr, giha û biharatan tevlihev kir, û pê destar ê kevirî bikar anî da ku tevlihevê heya ku tamxweş bibe.

Berkelî biguhêre

Berkelî ji bo xwarina heşt kesan hatiye hesabkirin.

  • 1 serî sîr
  • 2 serî pîvaz
  • 10 ta pîvaza heşîn
  • Nîvê lîmonek
  • 4 stegan (qedeha avê) savara kufteyê
  • Kevçiyek îsota reş
  • Nîv kg goştê bêrûn ê kutayî û hêrayî
  • 6 kevçî îsota hişkkirî
  • Pirnagek (demet, qevçe, baq) bexdenûs
  • Kevçiyek merge (ava firingiyan, ava bacanan)

Çêkirin biguhêre

Bexdenûs û tayên pîvazê bo bikaranînê tên ristekirin, hûrkirin. Teşt tê danîn û îsota hişkkirî, xwê, îsota reş, merge, serîpîvaza tîkekirî, sîra kutayî û goştê dixinê. Bi hêza tiliyan baş tê strîn.

Paşê savar kulm bi kulm dikeve navê û bêî sekinandinê tê strîn. Av nakevê ku têkel bi ava xwe kewa xwe bigire lê hin kes avê jî didilopînînê. Heya savar wekî hevîrê nerm bû strandin didome.

Piştre têkela berê hatibû amadekirin a ji bexdenûs û pîvazê tevlî dibe û dîsa tê strîn. Kutîlk tên çêkirin û wan radixin ser destexaneyê. Dora destexaneyê şelên xiyarê, pirpar, kahû, pûjan û tevrik (tivir) û li ser daxwazê kûpikên biharbêhnê (biharat) tên danîn.

Pirranî bi dewê dixwin. Kutîlka Rihayê ne tenê li Rihayê navdar e, li Dîlok, herêma Tolhildanê û li Amedê jî pirr tê xwarin.