Liklikî
navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Liklikiya Rihayê jî dibêjin, lewra li Rihayê navdar bûye
Liklikî, liklikkufte navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Liklikiya Rihayê jî dibêjin, lewra li Rihayê navdar bûye. Li hin herêmên din ên Kurdistanê jî tê zanîn û xwarin. Tê gotin ji wir 100 sal berê li bajarê Bidlîsê deng vedaye, wê demê wekî xwarineke bidlîsî hatiye binavkirin.
Berkeliya liklikiyê biguhêre
Çêkirin biguhêre
Dûmê hûrik hûrik hûrbikin an li makîneyê bidin. Kakilê gûzê bi kêrê hûrbikin, bi tevî biharbêhn, xwê û dûmê mihê de bistrên. Ji vê têkelê kufteyên hûrik (gilolik) çêbikin û bavêjin sarincê bila sar bibin.
Ji têkela kufteyê ya Rihayê bigirin, di nava destê xwe wekî qalikê hêkê dirûvê bidinê û gilolikên xwe têxin navê. Ango kufteyê ji kufteyê dabigirin.
Vana di nava ava şor de bikelînin, bixaşînin. Bi germî bînin ser destexaneyê (sifre) û servîs bikin.