Pêjgeha Moldovayê parçeyek ji pêjgeha Romanyayê ye. Gelên li peravên Deryaya Reş cihwar in, pirranî xwarinên hevpar dixwin.

Mămăligă

Bandora xwarin-vexwarinên slavî, yewnanî, romî (tirkî) li yên moldovî bûye. Di nava herêmên Moldovayê de kêm cudatî hene. Penîrê mihê û lazût pirr tên bikaranîn. Herçendî lazût di sedsala 17em de li herêmê belav bûye jî, moldovî lazûtê wekî xwarineke neteweyî binavdikin. Lazûtê di helîse (pure), şorbe û şîranîyê de bikartînin. Lê moldovî ji nanê lazûtê na, yê genimê hez dikin.

Li Moldovayê gelek zad û zebze tên çandin. Nîsk, îsot, frîngî (bacanê sor, tomatos, pamîdor), fasûlî (lobiye, lovî) hema li her herêmê tên çandin, hêyavk û şorbeyên wan tên kelandin. Xwarinên bigoşt ên moldovî bêî şeraba sor û mergeya fringiyê nabin, ango bêî wê naxwin. Ji goştê yê dewar, kedanî (mamir, permalî) û berazê bêhtir dikevin malên moldoviyan. Bandora pêjgeha Tirkiyeyê xurt e.

Vexwarina şeraba spî, sor, lîkorên Nistriju û Doina divê mirov jibîr neke.

Wekî xurînî û xwarinên sivik, şorbeyên hinekê bi biharbêhnên (biharat) tûj, şorbeya Potroace ya ji nav-dile goştê kedaniyê, şorbeya ji jajiyê, drop (girikên hevîrê hi nav-dilê pezê dagirtî), benî û sosîsên klasîk, tiyanên (tawe) goşt û kartolê, kilor û xingalên herêmî ûêd ji tehm û rengên pêjgeha moldovî ne.

Sosên (çênc) moldovî biguhêre

  • Kesad (sûravk, şorav, salamûra)
  • Sosên ji sîr û ava goştê (mûşdej)
  • Skordolja, bi sîr, sirke, rûn, kakilê gûzê û nanê spî
  • Mergeya frîngiyê bi kremayên tirş

Çavkanî biguhêre

  • Pochljobkin, W. W.: Nationale Küchen. Die Kochkunst der sowjetischen Völker - Pêjgehên neteweyî. Hunera xwarinên gelên Sovyetê. Moskow/Leipzig 1984, S. 101 - 113 (wergera almanî)