Gulaş
Gulaş xwarineke quşxaneyê ye. Mirov dikare wekî hêyavk an şorbeyekê jî binavbike, lewra gelek cureyên wê hene.


Gulaş di pêjgeja gelek gelan de heye. Kurd jî dizanin û ji xwe paşpirtika +aş bi kurdî wateya xwarinê pê dixe. Peyv ji xaşandinê tê lewra bi kelînê goşt dixaşe. Di zimanê macarî de navê wê gulyás e û ew jî tê wateya gavan. Rojavayî bingeha vê xwarinê bi Macaristanê ve girêdidin, dibêjin ji wir belavbûye.
Standardeke wê nîne. Ji goştê pez an dewarê tê çêkirin. Goşt tê tîkekirin, pîvaza hûrkirî jî di nav de, tê biraştin. Sîra kutayî, reşke (kîmyon), îsota dirêj, kartol û fringî (bacanê sor, tomatos) jî dikeve navê. Li Macaristanê bi navê székely gulyás cureyekê wê yê din jî heye ku bi kremaya tirş tê çêkirin. Mirov dikare wê wekî xwarineke cuda jî binirxîne, lewra kelem, goştê berazê û biharat tê de heye.
Cureyên sereke yên gulaşêBiguherîne
GulyásBiguherîne
Gulyás cure şorbeyeke macarî ye.
Gulaşa dîzê (dîzil)Biguherîne
Bi macarî jê re Bográcsgulyás dibêjin. Di pîrozvahiyan te gelek tê xwarin. Xwê, biharat, sîr, kîmyon, îsota tûj (a pûlpelî) tehma xwe dide xwarinê.
Gulaşa loviyêBiguherîne
Xwarineke macarî ye, quşxaneyî ye. Lovî lê tê zêdekirin. Wekî terîfeya ya bi sêvaxînê ye, bes ji dêl wê lovî tê tevlîkirin.
Gulaşa sêvaxînêBiguherîne
Ji sêvaxînê (sêva binerdî) ye.
PörköltBiguherîne
Pörkölt nêzîkê Gulyásê ye.
EsterházygulaşBiguherîne
Silka zer, gizêr, kartolê xwêkirî lê tê zêdekirin, ji goştê dewarê, pirranî ji yê berazê tê çêkirin.
Gulaşên goştê dewarêBiguherîne
Gelek cureyên wê hene. Bi taybetî li Almanya û rojhilatê Ewropayê bi dehan cureyên ji goştê dewarê tên xwarin.
Li Almanyayê:
Szegediner GulaschBiguherîne
Jê re herwiha gulaşa biharatî jî dibêjin. Wekî cureyên klasîk tê amadekirin.
Gulaşa DebreczinerîBiguherîne
Ji sosîsa Debrecziner-Wurstê tê amadekirin.
Gulaşa golikêBiguherîne
Pîvaz û tîkegoşt heya zerayî pê ket tên biraştin. Beriya wê divê goşt bê biharatkirin û xwêkirin. Ard (arvan) pê tê werkirin. Piştre tê kelandin.
Gulaşa çîgananBiguherîne
Ji goştê dewarê yan berazê ye. Fringî (tomatos, bacanê sor) dikevê, herwiha kartol jî. Çima jê re ya çîganan gotine, nayê zanîn. Dibe ku bingeha vê xwarinê heya Hindistanê dûr be.
PaprikásBiguherîne
Versiyoneke Pörkölt a macarî ye. Bi biharatên tûj (no) tê çêjdarkirin, lewra jî jê re paprîkayî-îsotî gotine.
Gulaşa sosîs an beniyêBiguherîne
Li Almanyayê jê re Wurstgulasch dibêjin ku pirranî li herêmên berê yên DDRê tê xwarin. Merge, ketçap jî tê tevlîkirin. Pirranî bi meqarneyê tê servîskirin.
ÇavkanîBiguherîne
- Petra Foede, Lêgerîna terîfeyan: Dîroka gulaşê (almanî)
- Károly Gundel: Kleines ungarisches Kochbuch. - Pirtûkeke bêrikê ya terîfeyên macarî Corvina Budapest 1992. ISBN 963-13-3601-8 (almanî)