Pêjgeha Kîprosê

Kevneşopên pêjgehê yên qibrisî(yewnanî)

Pêjgeha Kîprosê yan xwarin-vexwarinên girava Kîprosê, şaxek ji pêjgeha Deryaya Navîn, parçeyek ji pêjgeha yewnanî e. Herwiha di bin bandora gelek xwarin û vexwarinên gelên herêmê de maye.

Helîme

Îro li girava Kîprosê 80 % ji gelheyê, yewnan, 20 % jî romî (tirk) in. Girav di çerxa dîrokê de di bin deshilatdariya romayî, bîzansî, asûrî, îranî (faris, kurd, gilakî ûêd), ereb û gelekan de maye. Sala 1571osmanî giravê dagir dikin, sala 1878'î jî brîtanî. 1960'ê girav serbixwe dibe.

Kîpros çendîn di bin dagirkeriyê de maye jî, hin tehmên taybet hene ku mirov tenê dikare li vir bibîne. Kîprosiyan biharbêhnên (biharat) tirkan, hêyavkên îraniyan, xwarinên hevîrê yên îtalîyan, sos û xwarinên quşxaneyê yên yewnaniyan bi dilê xwe guhertine, tehma devê xwe dîtine. Ji ber ku gelek çandiniya zebze û fêkiyan tê kirin, hêyavk, xwarinên quşxaneyê pirr tên xwarin. Ji goşt ê berx, beraz, kedanî (permalî, mamir, ango mirîşk ûêd) û mihê tê bikaranîn. Berhemên şîrê, masiyan jî divê mirov jibîr neke.

Xwarin û vexwarinên navdar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • Lenia und Barnim Heiderich: Zyprisch kochen, Edition diá: Berlin, 1992 (almanî)