Şablon:GH/2012/13
Cezayê mirinê, cezayê herî giran ê li mirovekê bê birrîn e û bi pirranî vê biryarê dewlet didin. Bi gotineke din, peyva îdamê ji bo îdamên dewletan tê bikaranîn, ji bo îdamên kes an kom dikin, bêhtir "kujtin" dibêjin. Di zimanê kurdî de cezayê mirinê, berdarî yan dardekirinê bibîrdixîne, lewra bi sedan salan in, ev awayê îdamê hebûye.
Cezayê îdamê divê gorî zagonan bê bicihanîn. Îdam her dem ji bo jiholêrakirina mihalîf an dijberan hatiye bikaranîn. Di bingeha cezayê îdamê de dijminî û jiholêrakirin heye. Li Kurdistanê bi hezaran kurd, ji ber ku doza mafên kurdan kirine, ji aliyê dewletên Kurdistan parve kirine ve hatine îdamkirin. Pirranî bicihanîna van îdaman bêî zagonan wan jî bûne. Bo mînak diviyabû serokê kurd Seyîd Riza nehatiba îdamkirin, lewra qanûnên romiyan (tirk) jî dest nedida mirov temendirêjek îdam bike. Lê li ser kaxezê salên Seyîd Riza biçûk dikin û wê darde dikin.
Ji aliyê dewletên nûjen ve heya nêzîkan li kesên sîxurî (cesûsî), îxanet bi welat re kirine û li dijî dîsîplîna leşkeriyê û di demên şer de guh nedane fermanan, cezayê îdamê hatiye birrîn. Niha li gelek welatan cezayê mirinê heye. Li welatên ku Kurdistan parve kirine Îraq, Îran û Sûrî îdam heye û bi qanûnî ye. Tirkiyeyê di salên 2000î de cezayê mirinê rakir (bêhtir…)